‘Armanca min ew e ku ez nifşeke bi sporê re têkildar bigihîjînim’

Nevîn AL-Fazzanî ya ku yekemîn jina sporvan a ji bo endamtiya Federasyona Giştî ya Sporên Deryayê û Keştîvaniyê ya Libyayê hatiye hilbijartin e; hewl dide nifşeke ku bi sporê re têkildar bibe bigihîjîne û perwerde bike.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî- Di salên dawî de jinên ji Rojhilata Navîn, bi serkeftinên di gelek beşên sporê de navdar bûne. Yek ji wan jî Nevîn Al-Fazzanî ya yekem jina sporvan a ku bûye endama Federasyona Giştî ya Sporên Deryayî û Keştîvaniyê ya Libyayê ye. Sporvana jin, bi serkeftinên bi sporên rakirina keştiyê, îro li Libyayê ji bo jinên ciwan û zarokên keç dibe mînak. Nevîn Al-Fazzanî got ku armanca wê ew e sporên deryayê bide hezkirin, hewl dide nifşeke ku bi sporê re têkildar dibe bigihîjne.

‘Sporên deryayê ji bo tendirustiya bedenê pir girîng in’

Nevîn Al-Fazzanî, got ku têkildariya bi spora rakirina keştiyê re, ji bo tendirustiya bedenê pir girîng e û wiha domand: “Qeyikên bi xêlî bi bayê hereket dikin. Tişta ku divê li dijî bayê tu bikî ew e ku divê di warê berê bayê de zana û xwedî agahî bî. Divê tehemul û hêza fizîkî ya sporvan mezin be û avjeniyê bizanibe. Bi vê beşa sporê re jin dikarin hêza xwe ya fizîkî mezin bikin û di warê fizîkî de bigihîjin asteke baştir.”

‘Bi vê projeyê dayik û bav jî di warê sporê de tên perwerdekirin’

Nevîn Al-Fazzanî diyar kir ku bi turnûvayên ku tên lidarxistin re li Bingaziyê, eleqeya ji spora deryavanî û keştîvaniyê re zêde bûye, ev yek jî mirov bextewar dike û got: “Em bi antreronên federasyonê re têkiliyê datînin, hewl didin projeyek ji bo beşdarkirin û piştgiriya jinên ku tevli sporên deryavaniyê dibin bixin meriyetê. Gava yekem ev e; em li ser jinên ciwan û zarokên keç bi baldarî disekinin û sporê bi wan didin hezkirin. Em dixwazin civak jî hînî vê rewşê bibe. Ev proje di heman demê de dayik û bavan jî di warê sporê de perwerde dike. Bi vê yekê keçên xwe teşwîqê vê sporê dikin. Bi taybetî jî li Bingaziyê ji bo vê yekê kulubên taybet hatin vekirin. Em hêvî dikin ji bo wan pêşerojeke baş ava bikin.”

‘Di du salên dawî de serkeftinên mezin çêbûn’

Nevîn Al-Fazzanî bal kişand ser girîngiya piştgiriya fînansî ya di sporên wiha de û wiha bi dawî kir: “Di du salên derbasbûyî de, me serkeftinek mezin bi dest xist. Sporvanên me li Trablûs, Tûnis û Mîrektiyên Ereb ên Hevgirtî bûn şampiyon. Ez di wê baweriyê de me ku lidarxistina turnûvayek navneteweyî li bajarê Bingaziyê, ji bo federasyonê serkeftineke mezin e. Ji bo turnûvayê ji Libya û Al-Sessionê du keçên ciwan beşdar bûn. Ji bo turnûvaya yekem gaveke baş e lewre dê kesên din ji bo beşdariya vê lîstikê teşwîq bike.”