Jinên ciwan ên Tûnisî bi Kick Boks dikevin nava cîhana sporê

Jinên ciwan ên Tûnisê ruxmê hemû zehmetiyan jî dikaribûn bikevin cîhana sporê. Yek ji wan sporan jî Kick Boks e, ciwanan bi riya spora Kick Boks di asta welat de gelek serkeftinan bi dest xistin.

IXLAS HEMRONÎ

Tûnis- Di roja me ya îro de jin di her warî de ruxmê hemû astengî û zehmetiyan  dixwazin hebûna xwe bidin diyarkirin. Yek ji wan qadan jî qada sporê ye hinek beşên sporê yên ku weke karên mêr tên dîtin, jin jî êdî qalibên zayendperestiyê yên heyî dişkînin. Hinek jinên ciwan ên Tûnisê jî ciwanên Tûnisî bi taybetî yên li herêmên hundirîn weke Qesreyn dijîn di qada sporê de têkoşîna wekheviya zayendî dikin. Ciwanan bi riya Kick Boksê dikarîbûn hişmendiya mêrsalar bişkînin.

Di 11 saliya xwe de dest bi Kick Boksê dike

Şeyma Nesrî ya 20 salî di komeleya sporê ya jinan li Qesreyn bi zîva navîn a 53 kg. di nav şampyona Efrîqayê ya Kick Boksê de bi dest xist. Şeyma Nesrî di destpêka axaftina xwe de wiha behsa tecrubeya xwe kir: “Min di 11 saliya xwe de dest bi spora Kick boksê kir. Tevî ku zehmet e jî min biryar da ez berdewam bikim ji bo biserkevim. Ji ber min ji vê sporê hez kir. Xeyalê min ew e ez mîna şampyonên cîhanî bibim şampyona vê sporê."

Şeyma Nesrî wiha gotinên xwe domand: "Min perwerdeya xwe di rewşên zehmet û karînên hindik de li bajarê Qesreyn dît lê îsrara min a di cîhana sporê de û bi taybetî  Kick boksê de roj bi roj mezintir dibû. Dema ez cara yekê tevli namzediya Tûnisê bûm min gelek zehmetî di navbera xwendin û perwerdeyê de didît ji ber wê min hewl da xwe di tîmê de îsbat bikim. Her cara ez diwestiyam min xwe teşwîq dikir ez berdewam bikim û li hemberî hemû zehmetiyan bisekinim."

‘Spor ne tenê ji bo mêran e’

Şeyma Nesrî di berdevamiya axaftina xwe de got ku ew dixwest bikeve nav lîstikvanên namzediya neteweyî ji bo nûnertiya Tûnisê bike û navê xwe di cîhana Kick boksê de tomar bike û wiha pê de çû: “Ez dixwazim ji her kesê re îsbat bikim bi taybetî ji civaka me ya gund re ku jin dikarin bi ser bikevin û xeyalên xwe pêk bînin, bigihîjin lûtkeyê. Ez dixwazin nêrîna xelkên Qesreyn biguherînim û bila bizanibin spor ne tenê ji bo mêran e.”

Bi saya teşwîqkirina dayika xwe dîsa dest bi perwerdeyê dike

Şeyma Nesrî wiha qala serkeftina xwe ya yekem dike: “Yekem gava ber bi serkeftinê ve sala 2017’an bû. Wê demê min asta duyemîn di pêşbirka navneteweyî de bi dest xist lê belê bi sedema rewşa madî neçar mam dest ji perwerdeyê berdim. Lê bi saya teşwîqkirina malbata xwe û bi taybet dayika xwe careke din min dest bi perwerdeyê kir. Di sala 2023’an de min di şampiyoniya Efrîqayê ya li bajarê El Hemamat li Tûnisê asta duyem bi dest xist û min di şampiyoniya Kick Boksa Erebî de jî li Misrê asta 3’yemîn bi dest xist. Li Cezayîrê jî asta duyemîn."

‘Spor baweriya jinên ciwan bi wan zêde dike’

Şeyma bal kişand ku tecrubeya wê di spora Kick Boksê de hişt baweriya wê bi wê zêdetir bibe û wiha bi dawî kir: "Divê jinên ciwan bi taybetî yên li gundan dijîn teslîm nebin û ji bo xeyalên xwe pêk bînin kedê bidin. Sporê bikin ji ber ku spor baweriyê dide jinên ciwan û berpirsyariyan dide ser milên wan."

Aya Îşawî jî di 11 saliya xwe de dest bi sporê kir

Jina ciwan Aya Îşawî jî behsa tecrubeya xwe ya di spora Kick Boksê de kir û got: "Min di 11 saliya xwe de dest pê kir. Min matşên lîstikvanên biyanî temaşe dikir û min xeyal dikir bibim weke wan ji ber wê min biryar da xeyala xwe pêk bînim û tevlî tîma Kick boksê bibim."

‘Hevsengiya di navbera xwendin û sporê de zehmet e’

Aya Îşawî diyar kir ku riya ew têre derbas bû ne hêsan bû ji ber civaka bajarê wê Qesreyn fikrê jin spora Kick Boksê bilîzin red dike û wiha berdewam kir: "Riya min vê salê gelek zehemet bû ji ber perwerde bi dema ezmûnên min re hat. Ez hizirîm dest ji perwerdeyan berdim û xwendina xwe bikim lê belê malbata min gelekî bû alîkar û min ji wan hêz girt ji bo berdewam bikim. Ez di ezmûn û spora xwe de jî biserketim."

Gelek caran zincîrên zêr û zîv bi dest xistin

Aya teqez kir ku cara yekem di sala 2020’an de tevlî tîma navnetewî bûye û ji bo di yekem matşa xwe di sala 2021’an de zincîra zêr bidest bixe ji wê demê ve perwerdeya xwe xurt dike û wiha pêl da gotinê xwe: “Serkeftina min ez teşwîq kirim ku hîn zêdetir kar bikim. Di sala 2022’an de min zincîra zîv bidest xist. Sala pey wê min dîsa zincîra zîv bidest xist. Di sala 2024’an de ya herî zehmet bû ji ber hemû lîstikvan xeyalên wan serkeftin bû. Tevî wê jî ez biser ketim û min zincîra zêr bidest xist."

‘Spor kesayeta jinan xurt dike’

Serkeftina Aya Îşawî hişt ku bi xwe serbilind bibe û dibîne ku divê her jinek ciwan keçek bi xeyalên xwe yên sporê ve girêdayî be û îsrar bike pêk bîne. Aya Îşawî di dawî de ev peyam da: “Dema jinek bixwaze bi ser bikeve dikare bike ji ber ku jin ji mêran zêdetir bi îsrar in. Divê her jina ciwan sporê bike û bi taybetî Kick Boksê bike ji ber kesayetê xurt dike. Rewşa perwerdeya li herêmên din hêsantir e. Her wiha jinên ciwan ên keçên li Qesreyn bi taybetî yên sporê dikin zêdetir pêwîstiya wan bi teşwîq û piştgiriyê heye. Bi taybetî piştî civaka derdora min spora ez dikim mîna ya mêran bi nav kirin malbata min piştgiriya derûnî dan min û min teşwîqî sporê kirin."