Li Şehbayê turnuvaya futbolê ya jinan dest pê kir

Li lîstîkgeha Babinês a Şehbayê turnuvaya futbolê ya jinan dest pê kir. Turnuva dê heta 23’yê Mijdarê berdewam bike.

Şehba – Di çarçoveya hemleya "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de bi serpereştiya Meclisa Werzîşê û Desteya Ciwan û werzîşê ya Efrîn-Şehbayê Turnuvaya Şehîd Jiyan Cûdî a futbolê ya jinan dest pê kir. Di turnuvayê de wê 7 tîmên jin li dijberî hev bilîzin û tîmek jî ji bajarê Helebê beşdar bûye. Turnuva li lîstîkgeha gundê Babinês ê navçeya Ehdasa Şehbayê tê lidarxistin.

Tîmên ku dê di turnuvayê de bilîzin tîma Berxwedan A, Berxwedan B. Malbatên Şehîdan, Til Qireh, Newroz Efrîn, Zenûbiya û tîma Cudî Amanos a Helebê ne.

Turnuva dê heta 23’yê Mijdarê berdewam bike

Der barê turnuvaya futbolê ya jinan de endama Meclisa Werzîşê Fikret Heco axivî û wiha got: "Îro me dest bi festîvala futbolê ya jinan kiriye. Armanca me bi vê ew e ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser îradeya jinan em bersivek bidin, nîşan bidin ku tu kes nikare vîna azad a jinan bişkîne. Armanca me bi lidarxistina vê festîvalê ew e ku em bikaribin azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û ji bo azadiya wî çalakî û xebatên me wê domdar bin."

Festîvala futbolê ya jinan a Şehba-Efrînê wê heya 23’yê Mijdarê berdewam bike.