Xanzad Mihemed Emîn: Sineta jinan terora li ser jinê û civakê ye
Sineta jinan rêyek din a metirsîdar a tundiya derûnî û fîzîkî ya li ser jinan e. Yek ji wan sûcên çandî ye ku li dijî jinan tê bikaranîne. Hemşîreya pirîk Xanzad Mihemed Emîn dibêje: “Sinetkirina jinan terora ser jinê û civakê ye.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Ji dîrokê ve li Rojhilata Navîn, pergala mêrsalar di encama berjewendiyên xwe de wek rêgezek a çandî û nasname ji hinek kevneşopiyan sûd girtiye. Lê belê dema ev kevneşopî vedigre pratîka ku rê li ber ziyanên bedenî, ruhî û civakî vedike, beşek mezin ê civakê ziyanên cidî dibînin. Sineta jinan ji berê ve, bi hinceta kontrolkirina daxwaza têkiliyên zayendî û parastina paqijiya exlaqî hatibû rewakirin. Kuştina jinan ji aliyê zîhnyeta paşverû ya mêrê serdest ve di jinan de tirsek mezin ava kiribû, ev tirs jin neçarî pêkanîan sinetê kiribûn. Jinan hewl dane bi sinetkirina zarokên keç û nifşên pêşerojê, ji kuştinê rizgar bibin. Ji derveyî sineta jinan derket holê ku di awayê pêkanîna vê de, li ser jinan bi awayên cûda serweriya mêr hebû.
Ji sala 2010’an heta niha, Neteweyên Yekbûyî, di encama xizmeta tenduristiyê de, her cûre pêkanîna sineta jinan qedexe kiribûn. Lê belê tevî vê, îro li hinek welat û herêmên ku xwegihana bajaran zor e, ev sûc li dijî jinan û zarokan didome. Pêwîste çalakvanên mafê mirovan, lêkolîner û berpirs di yek demê de di asta rewşenbîrî, perwerde û zagonî de ji bo jinan ji van sûcan rizgar bikin bi xebitin û bingehê civakek dadperwerî û wekhev ava bikin.
Hemşîreya Pîrîk Xanzad Mihemed Emîn têkildarî sinetkirina jinan ji ajansa mere axivî.
‘Sineta jinan terora li ser jin û civakê ye’
Xanzad Mihemed Emîn diyar kir ku bi rêya jêkirina lebetek a jinê terora mêbûnê ye û wiha got: “Sineta jinan, jêkirina beşek ji endamên bedenê jinan, qirkirinek din a jinan bi rêya feraseta mêrê serwere. Li Rojhilata Navîn ji berê heta niha ev heye. Lê belê li gorî agahiyan niha kêmtir bûye. Li herêmên dûr û derveyî bajarên herêma Kurdistanê heta niha jî sineta jinan heye. Heta niha kesê ji ber sinetê serdana cihê me nekirine.”
‘Hinek zarokan ji ber sinetê jiyana xwe ji dest dane’
Xanzad Mihemed Emîn da zanîn ku sineta jinan bandora derûnî û fîzîkî li ser jinan dike û got: “zarokên keçik di navbera temenê yek mehî û hetanî pênc salî de sunet dikin. Li gel sinetkirinê tenduristiya hinek zarokan têk diçe, heta hinek zarok ji ber êş û zêdeçûna xwînê jiyana xwe ji dest didin. Ew zarok dema mezin jî dibin, di wana de bandorên neyînî yên derûnî peyda dibin. Ew jinên ku hatine sinetkirine di dema anîna zarokan de pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Di dema zewacê de rastî pirsgirêkên civakî tên. Rêgiriyê li anîna zarokek bi tendurist digre. Ne tenê pirsgirêkek tenduristiyêye, dibe sedema pirsgirêkên civakî jî. Ji ber sedemê sinetê, gelek jin neçarî hevberana, hevjînê xwe jî dibin.”
Xanzad Mihemed Emîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema jinek rû bi rûyî şerê di nava welatan de dibin ji aliyê dagirkeran ve rastî tundiyê tên. Tevahî endamên lebetên mêbûnê dihatin jêkirin. Bi rêya rêxistinên li bajarê Hewlêr ew jinên bi rêya sinetkirinê û tundiya şer endamên lebetên xwe yên mêbûnê windakirine, li derveyî welat tên emelyatkirin. Ez diwê hêviyê deme qet kesek ê civakê bi rêya sinetê rastî tundiya derûnî û fîzîkî neyê.”