Li Îranê tenduristiya jinan ji ber şer di xeterê de ye
Şertên şer, li Îranê di mijara tenduristiya jinan û paqijiyê de, bi taybetî di aliyê ducanî, şîrdayîn, nexweşiyên jinekolojîk û rewşên taybet ên tenduristiyê de pirsgirêkên cidî ava kiriye.
SAYA MOHABBÎ
Urmiye- Her tim jin di nava qurbanên sereke yên şeran de cih digrin û dema tenduristiya jinan dikeve metirsiyê, dibe qada yekem ku rasterast bandorê li tenduristiya giştî ya jinan dike. Li gel hîskirina gava yekem a şer, bedenên jinan ên li Îranê şahid û qurbanên bêdeng ên vê rastiyê ne. Ji jinên ducanî heta ên nexweşînên wan ên kronîk heye, heta muayeneyên pêwîst ên di demê reglê de, gelek mijar ketine bin bandora şer.
Ji bo jinên du canî rojên dijwar
Hefteya yekem a şer, bi taybetî ji bo jinên du canî, bûye yek ji demên herî dijwar. Piştî teqînên destpêkê, ji ber li hinek bajaran navendên tenduristiyê hatin girtin, xwegihandina cihên tenduristiyê, bijîşkên zarokanînê û pîrîkan ne gengaz bû. Her wiha ji ber navberên fermî, heta hefteya yekem a Newrozê, kesî nekarî xwe bighîne beşên xizmetan.
‘Bijîşk bi riya telefonê min muayene kir’
Bi taybetî li bajarên ku rastî êrîşan hatine, nexweşxaneyan tenê nexweşên lezgîn girtin. Her çend beşên zarokanînê vekirî bin jî ji vê rewşê bandor bûn. Raziye K ku li Urmiye dijî û di hefteya 8’an a ducaniya xwe de ye wiha got: “Piştî ku şer destpê kir, navenda tenduristiyê li taxê li min geriya û muayeneya min li ser telefonê bi awayê pirs û bersiv kir. Piştî êrîşên destpêkê min ferq kir ku zaroka min di zikê min de tevnagere. Bijîşkê min ne di muayenexanê de bû. Tenê bi telefonê min karî jê pêşniyaran bigrim û piştî demekê min tevgera zaroka xwe hîs kir.”
‘Min zaroka xwe zû anî’
Şîva H ya ji Sine da zanîn ku neçar maye zaroka xwe zû bîne û got: “Êrîş li bajar dijwar bû ez gelek bi fikar bûm ji ber mala me li ger leşkergehekê bû. Ji ber wê em çûn Urmiye em li mala kes û karên xwe man. Lê belê dema li vî bajarî jî êrîş zêde bûn, êş di zikê min de destpê kir. Li nexweşxaneyê bi dermanan zarokanîn sekinand û lê belê di dawiyê de sê hefteya zû min zarok anî.”
Pispor di mijara tenduristiya ruhî ya jinan di dema ducanî û piştî anîna zarokan de bi fikar in. Ji ber stresa zêde, zû zarokanîn, heta zêdebûna xeteriya jiberçûna zarok, li ser dayîk û zarokan bandorên neyînî dihêle. Fikarên derbarê tenduristiya zarok û ewlehiya wê de, stresa zarokanîn û depresyona piştî zarokanînê, di nava fikarên herî mezin ên jinên ducanî de cih digre.
Taloqkirina testên pêwîst û tedawiya naçar a bi xwe
Ji ber şer, gelek jin nikarin testên tibî yên pêwîst û kontrola bijîşk bikin. Ev rewş bi taybetî ji bo jinên li gundan dijîn zortir e. Ji ber şertên bê ewlebûna rê û xeteriyên li bajaran, jin neçar dimînin neçin bijîşkan, kontrolên wek ultrasona ducaniyê taloq bikin. Dilniya H ya 22 salî ku li gundek gundewarê Mahabadê dijî, da zanîn ku beriya du rojên şer destpê bike, bi sezaryanê zarok aniye û piştî wê nîşaneyên enfeksiyonê jiyan kiriye û got: “Ji ber şertên xirab destpêkê min bêdengî tercîh kir. Lê belê piştî du rojan ji ber taya zêde û nîşaneyên enfeksiyonê ez rakirim nexweşxaneyê.”
Di şertên şer de gelek kontrolê tibî hate taloqkirin, bi taybetî di enfeksiyonên jinan de û dermanên malan û bi xwe tedawîkirinê zêde dibe. Kazîwe H ku nîşaneyên enfeksyonên vajînal dijî, wiha got: “Stres bandorek neyînî li ser bedena min kir. Dema min enfeksiyon derbas kir, rêbazên ku min li malê ceribadin fêde nekir, ez neçar mam reçeteya hevalek xwe ya antîbiyotîk dubare bikim.”
Sazûmaniya xwezayî ya bedena jinê bandor dibe
Stresa zêde û bê ewlebûn her tim, bandorê li zivrîneka xwezayî ya bedena jinê dike. Di dayîkên şîr didin de kêmbûna şîr û guherîna di zivrîneka regla jinan de, mînaka vê rewşê ne. Guherînên wek regla zû û qutbûnê di pêvajoyê şer de dem bi dem tê dîtin.
Tevî vê mijara reglê hê wek tabloyekê tê dîtin. Ji bo rewşên lezgîn, jinên ku dixwazin pedên paqij hilgirin hîsa şermê dijîn. Ji ber kêmbûna perwerdeya têrker, bi taybetî li herêmên xizan, gelek jin balê nadin mijara tenduristiya jinê. Her wiha bi destpêkirina şer re, bihayê berhemên paqij ên jinan bi awayak cidî zêde bû.
Xelaya dermanên taybet û nediyariya pêşerojê
Kêmaniya derman li Îranê ne pirsgirêkek nû ye. Bi taybetî dermanên nexweşiyên wek penceşêra memik, ev demek dirêj e di bazara reş de nayê dîtin û ji welatên derdor tên peydakirin. Lê belê di şertên şer de, nediyariya di dovîzê de, rê li ber zêdebûna bihayê dermanan, fikarên derbarê kalîteya berhemên xwecihî û bi taybetî di rojên destpêka şer de zorbûna derbasbûna sînor, pirsgirêkên cidî yên tenduristiya jinan vekir.
Şer tenduristiya jinan hem rasterast hem jî ne rasterast dike hedef
Nexweşa penceşêra memik Şîda A. wiha got: “Di bin çavdêriya bijîşka xwe de, ez li Başûrê Kurdistanê tedawî dibînim û her meh ez diçim wir. Lê belê ji ber vî şerî, ez nizanim bijîşkê xwe biguherînim an na. Tiştek diyar nîne.”
Şer tenduristiya jinan hem rasterast hem jî ne rasterast dike hedef. Destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de, di nava jinên li Îranê de fikarek mezin daye avakirin. Ger ev rewş bidome, wê rê li ber zêdebûna enfeksyona pelvîk, zarokanîna ne ewle, domandina ducaniyên bi xeter, depresyona piştî zarokanînê, kêmbûna xizmetên tenduristiya pispor û encamên demdirêj veke.