Krîza bêdeng a tenduristiya Efganistanê: Her roj jin ji ber zarokanînê dimirin

Bijîşkên jin ên Efgan ku sîstema tenduristiyê ya welêt nirxandin, ragihandin ku hejmara jinên ku ji ber nebûna tenduristiyê dimirin, her ku diçe zêde dibe.

Kabîl – Bi salan e ku Efganistan derman û kelûpelên din ên tenduristiyê ji Pakistan û Îranê distîne, du welatên cîran ên ku têkiliyên wan bi Efganistanê re nêzîktir in. Lê ji ber ku aloziyên di navbera hikûmeta Pakistanê û Talîbanê de zêde dibin û sînorên bazirganiyê yên di navbera her du welatan de têne girtin, Efganî bi kêmbûna dermanan re rû bi rû ne.

Ji aliyê din ve şerên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Îranê, ne tenê zirara aborî ya zêdetir çêkiriye, di heman demê de bûye sedem ku welatiyên Efganî bi kêmbûna dermanan re rû bi rû bimînin. Ji bilî kêmbûna dermanan, par xebatkarên tenduristiyê jî pir kêm bûne. Wan bi xwe terka Efganistanê dan, gelek karmendên tenduristiyê jî welat terikandin. Ji aliyê din ve, êdî rêveberiya Talîbanê nehişt ku jin di warên cûrbecûr de ku yek ji vana tib e, perwerdehiya xwe bidomînin. Tenê saziyên tenduristiyê mane ew saziyên ku hemşîre û pîrikên jinan perwerde dikin û ew jî her roj rastî sînorkirin û zextan tên.

Di 20 salên borî de malbatên ku rewşa wan a aborî hinek baş e, ji bo dermankirinê çûne Hindistan, Pakistan an jî Îranê. Bi taybetî nexweşên ku bi nexweşînên giran ên wekî penceşêrê re têdikoşin. Niha, ligel kêmbûna dermanan, tewar yên ku rewşa wan a aborî hinek baştir e jî, nikarin vîzeyên Îranî û Pakistanî bibînin, tewar li bazara reş jî.

Li Efganistanê rêjeya bilind a mirina dayîkan

Klînîk û nexweşxaneyên taybet li her kuçe û kolanên parêzgehên mezin ên Efganistanê, bi taybetî li Kabîlê, hene. Lê belê lêçûna serdana bijîşk û bihayê dermanan pir zêde ye û mirov nikarin wan bikirin. Gelek bijîşkên li van nexweşxaneyan dermanên ku ji aliyekî ve pir bihêz in û tenê di dermanxaneya heman nexweşxaneyê de hene, ji nexweşan re dinivîsin. Ev rewş bûye sedema zêdebûna rêjeya mirinê di nav xelkê Efganistanê de. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di raporek ku di 8’ê Sibata 2026’an de ragihand ku ger rewş li Efganistanê bi vî rengî berdewam bike, welat dê heta sala 2030’an bi kêmbûna 25 hezar xebatkarên tenduristiyê û perwerdê re rû bi rû bimîne. Raport dibêje ku Efganistan dê heta sala 2030’an nêzîkî 5 hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê winda bike. Beşek ji raporê dibêje ku hejmara karmendên jin di xizmetên sivîl de ji sala 2023’yan heta 2025’an ji sedî 21 daketiye ji sedî 17’an. Ji aliyê din ve, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di 16’ê Sibata 2026’an de raporek weşand, ku tê de behsa rêjeya mirina bilind a dayikên Efganistanî ya di dema zayînê de dike. Raport dibêje ku her saetekê, du dayîk di dema zayînê de li Efganistanê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî rêxistinê, rêjeya mirina dayîkan li Efganistanê gihîştiye 521 ji her 100 hezar zayînên zindî. Rêxistin, kêmbûna xebatkarên tenduristiyê û pisporên ku di pênc salên borî de destûr nehatiye dayîn ku perwerdehiya xwe bidomînin û beşdarî azmûnên pispor bibin,  mîna sedema sereke ya vê rêjeya bilind dibîne.

‘Hejmara mirina dayîkan her sal ji sala borî zêdetir dibe’

Bi vê armancê, me hevpeyvîn bi du bijîşkên ji du nexweşxaneyên cuda yên li Kabîl û Mezar-i Şerîf kir. Nûriya Wahid ku bijîşka jinan û zayînê ye û Şikûfa Wefa ku pispora nexweşiyên hunavê ye. Nûriya Wahid, diyar kir ku ew li yek ji nexweşxaneyên hikûmetê yên li Kabîlê dixebite û wiha got: “Rêjeya mirina dayîkan di dema zayînê de ji parêzgehan kêmtir e. Ji ber ku em bi tesîsên çêtir re mijûl dibin. Lê belê, tevî ku Kabîl paytexta welêt e, li tevahiya bajêr tenê du nexweşxaneyên hikûmetê hene. Nexweş ne tenê ji Kabîlê, di heman demê de ji parêzgehên cîran jî tên. Pirî caran, heta sê kes bi hev re tên nexweşxanê û em bi tesîsên pir kêm dixebitin. Tenê xala erênî ew e ku çend pispor hene. Lê li parêzgehan, nemaze li navçe û gundên dûr, mirov dikare bêje ku hema hema tu tesîsên tenduristiyê tunene. Ji nivînan bigre heya derman û alavên din ên bijîşkî. Ji ber vê sedemê, hejmara mirinan her sal ji sala borî zêdetir e.”

Bijîşk derman dinvîse lê nexweş nikare peyda bike

Şikûfa Wefa jî ragihand ku ew bijîşkek nexweşiyên hunavê ye û ev agahî dan: “Par, ji bilî kêmbûna amûr û karmendên bijîşkî, em bi kêmbûna dermanan re jî rû bi rû man. Min gelek caran derman ji nexweşên xwe re nivîsandine, lê ew bi rojan li paytexta parêzgehê û Kabîlê geriyane û nekarîne wê bibînin. Vê pirsgirêkê ji bo me bijîşkan ne gengaz kiriye ku nexweşan derman bikin.” Şikûfa destnîşan kir ku ger nexweş ji navenda bajarên mezin ên Efganistanê hinekî dûrtir herin, ne xebatkarên tenduristiyê, ne klînîk û ne jî tesîsên din hene.

Bijîşk Şikûfa diyar kir ku mirov ji bo dermankirinê serî li melayan didin û wiha pê de çû: “Carna ew têne teşwîq kirin ku sebir bikin. Pirî caran pîrikên ne profesyonel zayînê didin kirin. Ev jî carna dibe sedema mirina hem dayik û hem jî zarokan. Mirov ji bo teselîkirina xwe qala kêfa Xwedê dikin. Heke qedexeyên li ser jinan, nemaze di sektora tenduristiyê ya Efganistanê de, bi vî rengî berdewam bikin, rewşa tenduristiyê ya welêt dê roj bi roj xirabtir bibe û hejmara mirinan ji nexweşiyên cûrbecûr dê zêde bibe.”

Gotinên Wezîrê Tenduristiyê bû sedema tinazan

Tevî ku her du bijîşkan fikarên xwe li ser rewşa tenduristiyê ya li Efganistanê anîn ziman û rapor nîşan didin ku hejmara pirsgirêkên tenduristiyê û mirinan sal bi sal zêde bûye jî, Wezîrê Tenduristiyê yê Talîbanê di yek ji axaftinên xwe de got: “Em ê Efganistanê bikin sîstemek tenduristiyê ku ne tenê welatên cîran, di heman demê de mirov ji çar aliyên cîhanê jî ji bo dermankirinê werin Efganistanê.” Ev gotin ji hêla gelek kesan ve bi tinaz û rexneyan hatine pêşwazîkirin.