Her zarokek Xezayî bûye encamek xirab a şer û bombebaranê

Li Xezayê piştî şerekî ku du salan dom kir, pergala tenduristiyê xirab dibe û fikarên li ser faktorên jîngeh û tenduristiyê yên ku bandorê li fetusan dikin, zêdetir dibin.

NEXEM GERAJA

Xeza –  Zaroka bi navê Misk El-Cero li yek ji taxên bajarê Xezeyê ku ji ber şer westiyaye, mehekê berê hatiye dinê, da ku ji kêliya yekem ve bi têkoşîneke bijîşkî ya tevlihev dest bi jiyana xwe bike. Zayîna wê ku di malekê de li benda hatina pitikek nû bû, ne bûyerek asayî bû. Lê ew destpêka rêwîtiyek giran a êşê bû. Piştî ku eşkere bû zarok ji gelek deformasyonên jidayîkbûnê dikşîne ku di nav de ji cîh derketina ranê, deformasyonên ling û destan, birîndarbûna pleksusa brakiyal li mil, xwarbûna lingan û şikestina lingan hene.
Li gorî malbata wê, rewşa tenduristiya wê ji şert û mercên dijwar ên ku dayîka wê di dema ducaniya xwe de tê de dijiya cuda nebû. Di navbera nebûna tevahî lênêrîna bijîşkî ya birêkûpêk, xirabûna sîstema tenduristiyê ya li Zîvala Xezayê ku ji ber şerê berdewam û kêmbûna giran a çavkanî, derman û lênêrîna şopandinê ji bo jinên ducanî derket holê de.


 

‘Min dixwest jiyana xwe û zarokên xwe biparêzim lê her tişt ji kontrolê derket’
Werde El-Cero, dayîkek 20 salî ye û bi van gotinan behsa pêvajoya ducanîbûna xwe dike: “Ji destpêkê ve di nebûna cihekî bi ewle an lênêrîna tenduristiyê ya stabîl de, ducaniyek bêhempa ya tijî tirs û fikar jiyam. Ji bo min vebijêrka koçberiyê tunebû, ji ber ku qet cihekî bi ewle tunebû, li bakurê Zîvala Xezayê mam û di nav bombebaran û wêraniyê de dijîm. Min hewl dida ku jiyana xwe û jiyana zarokên xwe bi qasî ku pêkan be biparêzim, lê her tişt ji kontrolê derketibû.”
Werde ragihand ku di nîvê sala 2025’an de hîn bûye ku bi cêwiyan ducanî ye û wiha pê de çû: “Lê nexweşxane tunebûn ku bi rêkûpêk li ser doza min bişêwirin. Ez heta dereng nekarîm muayeneyên birêkûpêk bikim û dû re ji min re gotin ku yek ji fetusan, zarokê ku hê ji dayîk nebûye ji ber deformasyonan miriye û yê din hîn sax e lê rewşa wî ya tenduristiyê ne aram e.”
Ji aliyekî ve şoka ducanîbûna bi cêwiyan û ji aliyê din ve jî windakirina yek ji fetusan, ne dawiya rêwîtiya êşê bû. Berovajî vê, qonaxek girantir bi berdewamiya ducaniyê di rewşên tenduristiyê yên pir xeternak de di nav kêmbûna lênêrîna bijîşkî ya rast û xirabûna rewşa psîkolojîk û fîzîkî ya dayîkê de dest pê kir. Di dema ducaniyê de ji tansiyona bilind û xuyakirina nîşaneyên şekir dikşand.
Werde El-Cero çîroka xwe didomîne û pê re li pitika xwe ya ku bênavber digirî dinhêre. Werde bi berdewamî dibêje: “Min hîs dikir ku ez her roj li ber xetereyê dijîm. Bijîşkek ku bi rêkûpêk rewşa min bişopîne nebû û heta kêliya jidayîkbûnê derman têr nedikir. Min dizanibû ku ez dikevim ezmûnek dijwar, lê min hêvî nedikir ku Misk dê di nav êşek wiha de bijî.”


 

‘Ji ber rewşa aloz û şer pitika biçûk nikare tedawî bibe’
Îro, pitika Werde Misk ji rojên xwe yên pêşîn ve di nav êşê de dijî. Ji ber ku malbat destnîşan dike ku ew bi berdewamî digirî û nîşaneyên êşa giran nîşan dide, ji ber tevliheviyên fîzîkî yên ku ew pê dikşîne. Li gorî malbatê, bijîşk piştrast dikin ku rewşa wê hewceyê mudaxeleyên bijîşkî yên pêşkeftî û dermankirina li derveyî Şerîda Xezayê ye, ji ber girtina deriyên sînor û tundkirina qedexeyên li ser rêwîtî û dermankirinê hema hema ne gengaz bûye.
‘Dema ku zaroka mirov nexweş be mirov aram najî’
Dayîk bi dengekî lawaz û şikestî dibêje: “Zaroka min her tim di nava êşê de ye. Ew tenê hinekî radizê û dû re dîsa dest bi girî dike. Ez li ber wê xwe bêçare hîs dikim. Min hewl da ku ji bo dermankirina li derveyî welêt li sewqiyatek bijîşkî bigerim, lê hemû derî li ber min girtî bûn. Ez nizanim mirov çawa dikare bijî, dema ku zaroka xwe di êşê de dibîne û nikare wê rizgar bike.”
Raporên rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî ku di nav de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heye, nîşan didin ku sîstema tenduristiyê ya li Zîvala Xezayê ji ber şerê berdewam bi hilweşîneke berfireh re rû bi rû ye. Her wiha diyar dikin ku bi kêmbûneke giran a derman û alavên bijîşkî û zirareke girîng a li xizmetên tenduristiyê yên dayîk û zarokan re rûbirû ne. Raporên NY’yê her wiha hişyariyê da ku rêjeyên tevliheviyên di dema ducaniyê û zayînê de, ji ber qutbûna lênêrîna tenduristiyê û zehmetiya gihîştina nexweşxaneyan zêde dibin.
Di çarçoveyek têkildar de, fikarên bijîşkî û mirovî li ser zêdebûna hejmara kêmasiyên jidayîkbûnê li herêmên pevçûnê bilindtir dibin. Ji ber ku hin lêkolînên bijîşkî destnîşan dikin ku rûbirûbûna giran a qirêjiya jîngehê û madeyên jehrîn ên ji ber teqîn û şeran, dibe ku bi zêdebûna îhtîmala tevliheviyan di dema ducaniyê de ve girêdayî be, her çend destnîşankirina sedemên rasterast ji hêla bijîşkî ve tevlihev dimîne û lêkolînên kûr û demdirêj hewce dike jî.
Gelek faktor bandorê li ser rewşa fetus û pitikan dikin
Rayedarên tenduristiyê yên navneteweyî hişyarî dan ku jîngehek ne ewle, nebûna lênêrîna bijîşkî û kêmbûna xurekê di dema ducaniyê de hemû faktor in ku dikarin bibin sedema zêdebûna xetereyên ji bo fetus û zarokên nûbûyî.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, rêjeya kêmasiyên jidayîkbûnê li seranserê cîhanê di navbera ji sedî 3 û 6 ji tevahiya jidayîkbûnê de tê texmînkirin. Lê belê, ev rêje dibe ku li deverên pevçûnên çekdarî ji ber têkiliya gelek faktoran zêde bibe, bi taybetî lênêrîna tenduristiyê ya nebaş, rûbirûbûna bi gemaran re û nebûna muayeneyên zû di dema ducaniyê de, ku bi giranî ji bo rewşa tenduristiyê ya xirabtir li Şerîda Xezayê derbas dibe.
‘Dixwazim ku zaroka min jî mîna hemû zarokan bijî’
Li xaniyê sade yê malbatê, Werde El-Cero  tiştek ji bilî hembêzkirina zaroka xwe û aramkirina wê nahêle, tevî ku bi tevahî nikare dermankirina guncaw peyda bike jî. Werde El-Cero axaftina xwe bi tonek ku hêvî û tirsê ji bo pêşeroja zaroka xwe tevlihev dike bi dawî dike û dibêje: “Tiştê ku ez îro dixwazim ev e ku Misk derfetek dermankirinê bigire, ku ew şansek rastîn ji bo dermankirin û jiyanê wekî zarokên din bistîne, ku ew bêyî ku êş pêşîniya wê ya yekem be mezin bibe û bêyî ku ji ber deformasyonên ku ew pê dikişîne ji hêla nihêrînên mirovan an gotinên zordar ve were dorpêçkirin. Ez tenê dixwazim ku ew zarokatiya xwe bi rengek normal bijî, bikene û bilîze û di aştiyê de mezin bibe, mîna her zarokek ku heq dike bijî.”
Ew kêliyekê bêdeng dimîne, beriya ku bi dengekî nizm li axaftina xwe zêde bike: “Ez ji her tiştî bêtir ji bo siberoja wê ditirsim. Ez ditirsim ku ew mezin bibe û bi awayekî cuda hîs bike ku wê biêşîne, li şûna ku tenê beşek ji çîroka xwe be.”
Misk, di navbera kavil û bendewariyê de şahidiya rastiyên mirovî dike
Di navbera kavil û bendewariyê de, zarokê bi navê Misk El-Cero şahidê nû yê rastiyeke mirovî ya pir hovane dimîne ku tê de şer bi hûrguliyên herî nazik ên jiyanê re têkildar dibe û pirsên vekirî li ser çarenûsa zarokên ku di siya şer de bêyî ku şansek adil ji bo destpêkirina jiyanek normal hebe çêdibin li dû xwe dihêle.