Şehên Omer: Pêwist e derûniya mirov weke beden bi tendurist be

Başbûna derûniya mirov xalek girîng a jiyanê ye lê ev gelek caran tê paşguhkirin û nayê dîtin. Derûnînas Şehên Omer got ku divê derûnî weke bedenê baş be û tendurustiya derûnî ji bo jinan gelek girîng e.

Şehên Omer: Pêwîste derûnî wek beden bi tendurist be

Herçend tenduristiya derûnî beşekî girîng ê jiyana mirovane, gelek caran tê paşguhkirine û kes berbi jiyanek ne aram ve dibe. Lêkolînera derûnî Şehên Omer dibêje: “Divê derûnî wek bedenê bi tendurist be û tendurstiya derûnî ji bo jinan gelek girîng e.”

MIHRÎBAN SELAM

Helebce- Di demek ku jiyana rojane lez bûye û zext zêde bûne de, tenduristiya derûnyê bûye yek ji mijarên herî girîng ên tenduristiyê. Gelek caran em behsa nexweşiyên bedenê dikin, lê belê tenduristiya derûnî jî xwedî heman girîngiyê ye. Ji ber bandorek rasterast li ser fikir, hest û nêzîkatiyên mirovan dike. 

‘Deruniya bi tendurist ji bo jinan girînge’

Lêkolînera derûnî Şehên Omer têkildarî tenduristiya derûniyê ji ajansa mere axivî û got: “Derûniya bi tendurist bandorê li ser hestên me dike. Ji ber wê girînge agahiya me ji derûniya me hebe û bi tendurist be, ji ber bandorê li ser fikrên me, şêwaza nêzîkatiyên me di civakê de li beramberî kes dike. Tenduristiya derûnî ji bo hemû kesê girînge, bi taybet ji bo jinan.  Ji ber jin zarokan perwerde dikin, ji ber wê divê baldar bin daku perwerdeyeke rast bidin zarokan..” 

‘Teknolojî sedemê serekê yê nexweşiya derûnî ye’

Pispor dibêjin, gefên derûnî û xemginî ger zû neyên çareserkirin, dikare bibe sedenê pirsgirêkên mezin û bandorê li ser kar û têkiliyên civakê bike. Ji ber wê behskirina pirsgirêkên derûnî ne şerm bin. Şehên Omer da zanîn ku ji ber pêla mezin a belavbûna teknolojiyê bandorek mezin li derûniya mirovan kiriye. Ji vana jî ne rêk û pêkiya xewê ev jî raste rast bandora li ser nêzîkatiyên me dike û got: “Rasterast bandorê li ser tevgerên me dike. Divê ciwan, zarok û mezin hişyar bin. Teknolojî rasterast bandorê li derûniyê dike, û dikeve her aliyê malê, ji ber divê em hişyar bin. Ji bo xwe pilan û bername danin. Her hiha şertên aborî û civakî jî bandor li derûniya mirovan dike. Pêkneanîna pêwîstiyên rojane jî valetiya derûnî ava dike.”

‘Bandorên xirab ên aborî û civakî derûniyê xirab dike’ 
Şehên Omer destnîşan kir ku nebûna mûçe sedemê serekê yê rewşa ne tendurist a derûnê ye. Divê jin û mêr bi hevre bi bername xebat li ser xwe bidin meşendin, sûcdarkirina hev derûniyê di westîne û got: “Girînge ku jin bi pilan bin û ji bo her pirsgirêkên bedenî ku serdana bijîşk dikin, divê ji bo çareserkirina derûniya xwe serdana bijîşkên pispor û an jî pisporên derûnî bikin. Pirsgirkên ku nehatin çareserkirin rê li ber pirsgriêkên hê mezintir û neyên çareserkirin vedike. Xema serke ya me lêkolîneran û pisporên derûnî ewe ku rojane nexweşiyên derûnî zêde dibe û dayîke aciz be zarok jî li ser wê bingehê mezin dike, divê di her bûyerên wiha de serdana bijîşk bê kirin, daku negihe bûyerên xeternak.”

Şehên Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Derûniya bi tendurist tenê ne nebûna nexweşiyê ye, belku hîskirina aramî, hêviyek baş ji bo pêşerokê û hêza rêvebirina jiyanê ye. Ji ber wê wek bedena me derûniya me jî girînge. Divê em girîngî bidin derûniya xwe.”