Sibehek ku her tişt bi hesabeke hêsan dest pê kir
Li malek biçûk a li derveyî bajêr, Meryem divê her meh berî kirînê biryar bide ka çawa berhemên paqijiyê yên xwe bikar bîne; biryarek hêsan lê bi bandor, carna tenduristiya wê jî dike xeterê.
MÎNA SELAMÎ
Navenda Nûçeyan – Kolan hîn bi tevahî şiyar nebûye. Ronahiya sibehê ya zer di nav avahiyên teng re derbas dibe, li ser dîwarên şil dikeve û bêdengiyek giran serdest dibe; ev bêdengî tenê bi dengê vebûna derî an jî derbasbûna cîranek tê şikandin. Dema ku Meryem F. derî vedike, ew hîn jî di navbera xew û şiyarbûnê de ye, lê ji destpêkê ve diyar e ku hişê wê li cîhekî din e; li cîhekî ku hesabpirsîn dest pê kiriye.
Ew 32 salî ye û di sektora xizmetê de dixebite. Ew gelek hûrgilî li ser cihê ku lê dixebite nade, tenê dibêje, “Ez diçim her cihê ku kar lê heye.” Lê belê, tiştê ku ew pirî caran dubare dike, ne kar an dahata wê ye; ew bi gotinên xwe rêvebirina tiştek e ku ew “berê qet li ser nefikirîbû.”
Meryem di nava gotinên xwe de dibêje berê ev tişt ne girîng bûn û destpê dike: “Mirov jiyaneke normal dijiyan, ev tişt ne pirsgirêk bûn. Lê niha... niha serê mehê divê kontrol bikim ka çend pakêt mane, çiqas dikarim birêve bibim, çi ji bo çi têr dike.”
Gotinên wê ne bi kelecan ne jî bi gazinc bûn. Ew tenê rewşek ku bûye adet vedibêje. Meryem çend xulek rawestiya, awirên xwe ber bi malê ve kir û gotinên xwe wiha domand: “Carna divê kêmtir paçên xwe yên paqijiyê biguherim... Yanê, hewl didim ku wan kêmtir bikar bînim. Ji ber ku bi rastî jî nizanim ger ku di nîvê mehê de xilas bibin ez ê çi bikim.”
Mîna ku qala tiştek ji rêzê dike, ne tiştekî ku rasterast bi laş û tenduristiyê ve girêdayî ye. Beşa herî girîng a çîrokê, ev tonê asayî ye.
Tiştên ku di jiyana rojane de cîh diguherînin
Piştre axaftin vedigere ser lêçûnên jiyanê: kirê, xwarin, fatore. Meryem bê dudilî lîsteya her tiştî rêz dike; mîna ku demek dirêj di hişê wê de hatibe tekûzkirin, tenê li benda dubarekirina dema ku pêwîst e ye. Piştî ewqas tişt, Meryem dibêje: “Pêşî kirê, paşê xwarin, paşê tiştên din… Ger tiştek bimîne, wê hingê hûn xwe bi bîr tînin. Çûyîna cem bijîşk, tiştên wisa…”
Çend caran di dema axaftinê de, tîne ziman ku laşê wê jî bertek nîşan dide, behsa zêdebûna şewat û nexweşînan dike. Lê paşê ew yekser mijarê vedigerîne ser lêçûnê; mîna ku di hişê wê de, her du ne ji hev cuda ne, lê yek ji wan encama ya din e.
Di zimanê fermî de xizaniya mehane: Regl
Pispor vê rewşê wekî "xizaniya mehane" bi nav dikin; ango gihîştina sînorkirî ya berhemên paqijiyê, ji ber lêçûn û guhertina adetên bikaranîna jinan.
Lê belê, di zimanê rojane de peyvek wisa tune. Tiştê heyî, biryarên biçûk û dubare ne ku divê her meh werin dayîn; biryarên ku nayên dîtin lê bandorê li jiyana rojane dikin.
‘Pirsgirêkek ku hêdî hêdî bipêş dikeve’
Jinekolog Roza Y. encamên vê rewşê wiha rave dike: “Dema ku navbera guhertina berhemên paqijiyê dirêj dibe, hawîrdorek guncaw ji bo mezinbûna mîkroban çêdibe. Ev dikare bibe sedema enfeksiyon, iltîhab û di hin rewşan de pirsgirêkên demdirêj.”
Meryem, diyar dike ku pirsgirêka rastîn ne bûyerek yekcarî ye, dubarebûna berdewam a vê rewşê ye.
Dawiya axaftinek ne dawiya pirsgirêkek e
Di dawiya axaftinê de, Meryem tiştekî zêde nake. Ew tenê hinekî li bendê dimîne; mîna ku ne bawer be ka tiştê ku wê gotiye dê tiştek biguherîne an na.
Dema ku ew derî digre, kolan vedigere rewşa xwe ya berê; heman bêdengiya sibehê, heman tevgera biçûk. Lê mijara ku di vê malê de tê nîqaşkirin di nav wan dîwaran de namîne.
Di dawiyê de, çîroka Meryemê ne tenê ezmûnek şexsî ye; ew nîşanek zextek berfirehtir e ku di jiyana rojane ya gelek jinan de tê dîtin. Zêdebûna lêçûnên jiyanê yên bingehîn, pêşaniyan guhertiye û heta pêdiviyên paqijiyê yên bingehîn jî paşguh kiriye; pirsgirêkên ku pirı caran bêdeng dimînin û ji çavan dûr dimînin.
Pispor hişyar dikin ku eger ev rewş berdewam bike, dibe ku encamên cidî li ser tenduristiya laşî û derûnî ya jinan hebin; ji zêdebûna enfeksiyon û pirsgirêkên laşî bigre heya stres û westandina ji ber birêvebirina domdar a kêmasiyê. Ev êdî ne tenê bijartinek takekesî ye, her wiha pirsgirêkek civakî û tenduristiyê ye jî.
Di van şert û mercan de, rola saziyên berpirsyar ên tenduristiya giştî ji her demê girîngtir xuya dike; da ku bi rêya tedbîrên wekî hêsankirina gihîştina berhemên paqijiyê û kêmkirina zexta aborî, ti jin neçar bimîne ku di navbera pêdiviyên xwe yên rojane û tenduristiya xwe de hilbijêre, an jî bi bêdengî bedêla vê zextê bide.