Depresyona Piştî Zayînê: Bandorên wê yên li ser dayîkê û zaroka wê

Rastiya ku gelek caran di raya giştî de tê paşguhkirin ev e ku, hinek jin piştî zayînê, yek ji têkoşînên derûnî yên herî dijwar ên jiyana xwe dijîn. Jin di navbera guhertinên hormonal ên ji nişka ve, zextên civakî de, rastî hestên giran tên.

IBTÎSEM IXFÎR  

Bingazî– Depresyona piştî zayînê, yek ji nexweşiyên derûnî yên ku piştî zayînê bi gelemperî tê dîtin e û û dikare ji xemgîniya demkî wêdetir biçe, veguhere pevçûnek kûr a navxweyî ku bandorê li jiyana dayîk, zarok û malbata wê dike. Di vê heyamê de, faktorên hormonal, derûnî û civakî dikevin nava hev; dayîk dibe ku hêj zêdetir fikar, tenêtî û sûcdariyê bijî. Ev rewş, girîngiya piştgiriya malbat û civakê û şikandina bêdengiyê radixe ber çavan.

Di mehên dawî de, nûçeyek berfireh li ser bijîşkek jin a ku ji ber depresyona piştî zayînê dawî li jiyana xwe anî, belav bû; gel bi bîjîşk re hevxemiyek mezin nîşan da û hemû Libyayê piştgirî da jinê. Lê belê, piştre eşkere bû ku bijîşk bi zanebûn ji aliyê malbata xwe ve hatiye qetilkirin û cenazeya wê di depoyek avê ya li mala wan de hatiye veşartin.

Xirabûnên piştî zayînê, pirsgirêkek girîng a tenduristiya gel e. Li gorî texmînên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nêzî ji sedî 10’ê jinên ducanî û ji sedî 13’ê jinên piştî zayînê dibe ku nexweşiyên derûnî bijîn; bi gelemperî ya herî berbelav e depresyon e. Ev rêje dikare li welatên kêm dahat û navîn bilindtir bin (ji sedî 15.6 di dema ducaniyê de û ji sedî 19.8 piştî zayînê). Di bûyerên tundtir de, dibe ku hinek jin zirar bidin xwe an jî xwekuştinê bifikirin.

Depresyona piştî zayînê ne rewşek kêm tê dîtin e û divê mîna qelsiyek demkî neyê dîtin; nexweşiyek derûnî ye, ku ger neyê dermankirin dikare bi salan bidome. Ev rapor, dê depresyona piştî zayînê bi rêya tecrûbeyên kesane û nêrînên pisporên tenduristiya derûnî, bijîşkên jinan û şêwirmendên malbatê bigre dest û ji bo vê tekoşîna bêdeng nêrînek kûrtir pêşkêş bike.

Dayîktiya bi nakokiyên navxweyî hatiye barkirin

Hanaa Boudabbous, depresyona piştî zayînê mîna yek ji tecrûbeyên herî dijwar ku jiyan kiriye, bi nav dike û destnîşan dike ku civak hêj vê rewşê fam nake an jî qebûl nake. Hanaa Boudabbous, wiha axivî: “Nêrîna serdest ew e ku tiştê ku jin piştî zayînê hîs dikin pêvajoyek normal û hêsan e. Lê belê, rastî pir cûda ye. Bandorên derûnî yên depresyona piştî zayînê dikarin kûr bin û ger bi lezginî neyên çareser kirin, dikarin bi salan bidomin. Dema ku min beriya 7 salan zaroka xwe ewil anî û niha piştî zaroka xwe duyemîn, min ducaran depresyona piştî zayînê jiyan kir. Ev pêvajo, dema ku zaroka sêyemîn an jî çaremîn çêdibe, di navbera berpirsyariyên zarokên heyî û hewcedariyên zaroka nû de têkoşînek navxweyî ya dijwar çêdibe.”

‘Ji bo şikandina bêdengiyê pêdivî bi dermankirinê heye’

Hanaa Boudabbous, diyar kir ku di vê heyamê de wê nîşanên wekî dilzîzbûn, hesasiyeta zêde, girîna ji ber sedemek hêsan an jî bêsedem, ponijîn, hestên domdar ên sûcdariyê (bi taybetî li hember zarok), xewa ku li jinê diherime, xwarina zêde û redkirina têkiliya kesên din re tê dîtin. Hanaa Boudabbous, destnîşan kir ku dema jin van nîşaneyan ferq dikin, divê ew xwe bi mirovên ewle û piştgir dorpêç bikin û got: “Hinek jin serî li dermanan didin, lê belê divê pêşî şêwirmendiya derûnî an jî axaftina bi kesên pêbawer re tercîh bike.

Hanaa Boudabbous, da zanîn ji bo jinan gelek girîng e ku di vê heyamê de li ser hestên xwe biaxivin û wiha domand: “Tirsa ‘kes fêm nake’, tenêtî û depresyona min kûrtir kir, lê ez tu car nefikirîm ku zirarê bidim xwe, lê belê carna ez berşoşkî dibûm an jî li ser tiştên biçûk min kontrola hêrsa xwe winda kir.”

Hanaa Boudabbous, diyar kir tecrûbeya wê ya ewil nivîsandina terapotîk mîna çareseriyek dîtiye, lê belê vê carê bêbaldarî û bêdiliya nivîsandinê jiyan kiriye û hê jî ji bo derketina depresyonê li rêyek digere.

Ast û rîskên xirabûnê

Derûnînas Ezîza Tabloulî, depresyona piştî zayînê mîna xirabûnek derûnî ya bi rewşa jinê ya piştî zayînê ve girêdayî ye pênase kir û wiha axivî: “Ev rewş bi temamî ji ‘taya piştî zayînê’ cudatir e, taya piştî zayînê semptomek organîk e û depresyon jî bi tevahî xirabûnek derûnî ye. Ev rewş berê di nav jinan de pir nedihat zanîn û lewma di nav raya giştî ya Lîbyayê de navekî diyar tunebû. Jin ji ber guhertinên hormonal xwe zenûn û bi pirsgirêk hîs dike. Ev guhertinên hormonal normal in û divê ev yek sê rojan derbas nake.”

Ezîza Tabloulî, destnîşan kir ku ev guhertin dikarin bibin sedema fikar, guherînên hestan û aloziyên hestyarî yên bi vî rengî. Ezîza Tabloulî, wiha got: “Ger ev rewş ji sê rojan dirêjtir bidome, teşhîsên cûda dikevin dewrê. Ji bo têgihîştineke tevahî ya vê nexweşiyê, divê cudakirina di navbera astan de bê zanîn. Asta yekem ‘xirabiya xemgîniyê’; piştî zayînê di jinê de guherînên hestan çêdibin. Ger ji sê rojan dirêjtir bidome, ew derbasî qonaxa depresyon an jî xirabûna depresyonê dibe û nîşaneyên derûnî derdikevin holê; ev qonax dikare ji du hefteyan heta şeş mehan piştî zayînê bidome û piştî vê jî qonaxa depresyona piştî zayînê tê. Depresyona piştî zayînê di hin rewşan de dikare derbasî qonaxa psîkotîk jî bibe; ev qonax mîna sê beşan tê dabeşkirin: psîkotîka şîzofrenîk, psîkotîka hestan û psîkotîka xapînok. Ev qonax, yên herî xeternak in. Dema ku jinek dikeve qonaxa depresyonê, divê demildest serî li psîkiyatrîst bide û divê nexweşî bi dermankirina guncaw an rûniştinên derûnî bê kontrol kirin.”

‘Nebûna teşhîsa zû û hişmendiya jîngehê dibe sedema ku jin nexweşiyên derûnî bijîn’

Ezîza Tabloulî, axaftina xwe wiha domand: “Di nav rêbazên dermankirinê de, piştgiriya jinan divê ji destpêka zewacê û bi taybetî ji ducaniya yekem ve dest pê bike. Nebûna teşhîsa zû û hişmendiya jîngehê dibe sedema ku jin nexweşiyên derûnî bijîn. Civak, ji ber  lêgerîna şêwirmendiya derûnî an jî serdana psîkiyatrîst tirsa demxekirinê dijî.”

Ezîza Tabloulî, diyar dike ku dema dayîk zaroka xwe dimêjîne, bi rêya hormonan rihetbûn û keyfxweşiyê mîsoger dike û piştgiriyê dide başbûna derûnî, ev başbûn bandorek erênî li ser dayîk û zarok dike. Ezîza Tabloulî got ku xirabûnên derûnî jî mîna nexweşiyên fîzîkî, hewceyî dermankirin û şopandinê ne.

‘Jinên bi nexweşiyên tîroîdê zêdetir depresyona piştî zayînê dijîn’

Pispora nexweşiyên jinê Rasha Ahnid, dibêje ku di 24-48 saetên pêşîn ên piştî zayînê de guhertinên hormonal ên bilez û tûj çêdibin û hinek hormon heta ji sedî dadikevin. Rasha Ahnid jî wiha axivî: “Ev daketina ji nişka ve dikare rasterast bandorê li rewşa giyanî û hestên jinê bike û bibe sedema depresyona piştî zayînê. Jinên bi nexweşiyên tîroîdê re zêdetir depresyona piştî zayînê dijîn û  hormona kortîzolê dikare bibe sedema nexweşiyên derûnî. Her wiha zêdebûna prolaktînê hesasiyet û acizbûnê zêde dike, lê rasterast depresyonê çênake.”

Rasha Ahnid, da zanîn "baby blues” ya piştî zayînê heta di nav ji sedî 70-80’ê dayîkan de tê dîtin, guherînek rewşa rihî ya normal e û ev yek mîna fikarek sivik, guherîna hestyarî û girîna sivik xwe nîşan dide û bi gelemperî di nav du hefteyan de derbas dike. Rasha Ahnid, axaftina xwe wiha domand: “Ger ev yek ji du hefteyan dirêjtir bidome û bi nîşanên wekî redkirina zarok an reaksiyonên zêde re bibe yek, ev yek mîna nîşana depresyona piştî zayînê tê hesibandin.”

‘Ducaniyên neplankirî û şert û mercên civakî-aborî jî faktorên rîskê ne’

Rasha Ahnid, diyar kir bijîşkê jinan dikare rîska depresyonê ya jinê li gorî nîşanên mîna dîroka berê ya depresyonê, dîroka depresyona piştî zayînê an dîroka malbatî ya depresyonê bibîne, lê teşhîs û dermankirin berpirsyariya psîkiyatrîstek e. Rasha Ahnid, got: “Arastekirina jinê ya psîkiyatrîstek pir kêm e; psîkiyatrîst dikare ji jinên şîr didin re dermanên ewle binivîse. Ducaniyên bi xetereya bilind, dikare rîska depresyona piştî zayînê zêde bike û ducaniyên neplankirî û şert û mercên civakî-aborî jî faktorên rîskê ne.

‘Depresyona piştî zayînê bandorê li zarok û malbatê jî dike’

Şêwirmenda perwerde û malbatê Fatma Talib jî, diyar kir ku depresyona piştî zayînê di nav malbatan de şaş tê famkirin û ji aliyê raya giştî ve bi awayekî xelat tê biçûkxistin û wiha got: “Nîşanên derûnî û reftarî yên cihêreng ên vê xirabûnê hene: girîna domdar, fikar, tenêtî, windakirina xwebaweriyê, xirabûnên xew û xwarinê.”

Fatma Talib, da zanîn nebûna piştgiriya malbatê bi taybetî di dayîkên ku zaroka xwe ya yekem tînin dinyayê de îhtîmala depresyonê zêde dike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Depresyona piştî zayînê ne tenê bandorê li dayîkê dike, di heman demê de bandorê li zarok û malbatê jî dike; qelsbûna girêdanbûnên hestyarî, bêxemî û zêdebûna tengezariya malbatê dikare di demek dirêj de gef li aramiya malbatê bixwe.”