UNHCR: Ji ber şer û krîza avhewayê koçberî didome

UNHCR bi boneya Roja Cîhanî ya Koçberan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku hê milyonan jin, mêr û zarok ji ber şer, pevçûn û krîzên didomin, ji ber lêgerînên ewlehiyê neçar mane warên xwe bi terikînin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên UNHCR ku di 20’ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Koçberan weşandî, ji nivê sala 2025’an ve li gelemperî dinyayê hejmara kesên bi zorê koçber bûne gihaye 117.3 milyonan. 42.5 milyon ev kes ji koçber, 67.8 milyon jî di nava welatên xwe de koçber bûne pêktên. Nêzî ji sedî 38’ê koçberan ji zarokan pêktên.

Li gorî raporan, di hejmara kesên bi zorê koçber bûne de, piştî 10 salan cara yekem daketin hate qeydkirin. Li gorî dawiya sala 2024’an, bi 5.9 milyon kes, kêmanî hate jiyîn, UNHCR ev daketin, li hinek welatan girêdayî zêdebûn vegeran kir.

Li Sûriyeyê veger zêde bûye

Di daneyan de bal kişand ser vegerên li Sûriyeyê. Li gorî vê, di demên Çile- Hezîrana 2025’an de nêzî 1 milyon kesên ku di nava welat de ji cihên xwe bûne, vegeriyane herêmên xwe. Di heman demê de hejmara koçberên Sûriyeyê ji derveyî welat vegeriyan 526 hezar derbas kir.

UNHCR pêşbînî dike ku hejmara giştî ya Sûrîyeyîyên ku ji derveyî welêt vedigerin heta nîvê Îlona 2026’an dê bigihîje nêzîkî 1 mîlyonî.

Sûriye ku di nîvê yekem ê salê de nêzîkî 1.5 milyon koçber û kesên bêwar vegeriyan, di nav heft welatên ku di vê heyamê de herî zêde vegeran lê çêbû de cih girt.

Krîza avhewayê

Di raporê de bal kişand ser bandorên guherîna avhewayê li ser koçberiya bi zorê. UNHCR diyar kir ku ji çar kesên koçber sê kes li welatên ku xetereya avhewayê ya wan bilind an pir bilind e dijîn.

Hate diyarkirin ku di deh salên dawî de li çaraliyê cîhanê ji ber karesatên têkildarî avhewayê nêzîkî 250 milyon kesên ku li hundirê welat ji cih û warên xwe bûne, ev jî rojane bi navînî 70 hezar koçberiyên nû pêk tên.

Rêxistinê da zanîn ku krîza avhewayê zextê li ser civakên xwedî mal zêde dike û pêdiviyên mirovî yên komên lawaz hîn mezintir dike. Beşek mezin a penaberan li welatên kêm-dahat û navîn-dahat dene.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, nêzî ji sedî 68’ê koçberên cîhanê li welatên kêm-dahat û navîn dijîn.

UNHCR diyar kir ku divê hewlên navneteweyî ji bo parastina penaber û kesên koçber werin xurtkirin û bal kişand ser girîngiya piştgirîkirina çareseriyên mayînde û domdar.

Di daxuyaniya ku di Roja koçberan a Cîhanê de hat weşandin, banga ji holê rakirina şert û mercên ku bi mîlyonan mirov neçar kirin ku malên xwe biterikînin û vegerên ewle, bi dilxwazî û domdar werin kirin hate kirin.