rojane
-

Rêxistinên civaka sivîl: Dawî li zextên li Girtîgeha Sîncanê bînin
Rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Sîncanê li dijî sepanên zextê yên bipergalî ya li dijî girtiyên jin, daxuyaniyek dan.
-

TJA: Qedexeyên li dijî jinên Efganistanê sûcê mirovatiyê ye
TJA diyar kir ku li Efganistanê mafê jinan ê jiyanê, perwerde û hebûna wan a civakî bi awayek sîstematîk tê xespkirin û bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku vê rewşê weke sûcê li dijî mirovahiyê nas bikin.
-

Li Îranê ji ber kefaletên zêde tehliye tên astengkirin
Aktivîsta siyasî Îlham Salihî ev zêdeyî 30 rojan e li girtîgeha Qerçekê bê darizandin tê ragirtin.
-

CPJ: Îsraîl berpirsiyarê ji sedî 16’ê cînayetên rojnamevanên li cîhanê ye
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ragihand ku di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê ya beriya du hefteyan li dijî rojnamevanan li Yemenê pêkanî de, 31 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Komkujiya Dêr Hafir polîtîkayek sîstematîk e
Kombûna Jinan a Zenûbiya a kantona Reqa, komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê bi tundî şermezar kir û got: “Ev êrîş parçeyek ji rêze êrîşên ku hewl dide aramiyê xireb bike ye.”
-

Jinên Sûdanê: Jin dikarin jiyanek xweşiktir ava bikin
Di çalakiya li Sûdanê ji aliyê jinan ve ji bo pîrozkirina Roja Aştî ya Navneteweyî hat lidarxistin de hat gotin ku jin dikarin jiyanek xweşiktir û aştiyane ava bikin.
-

Weqfa Jina Azad derfatên perwerdê dide jinan
Rêvebera Weqfa Jina Azad Siltana Xişo diyar kir ku weqfa wan bi rêya komîteyan hewl dide ku bi destê jinan, malbat ûcivakek demokratîk ava bike.
-

Li Kobanê panel: Nenavendîbûn û beşdariya jinan bingeha avakirina pêşerojê ye
Ofîsa Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk li bajarê Kobanê panêlek girêdayî geşedanên kul i Sûriyeyê rû didin û ji bo balkişandina ser rola jinan di pêşeroja welêt de, li darxist.
-

Li Şarezûr 6'emîn Mihrîcana Payîzê pêk hat
Bi hevkariya Nûnertiya Rêxistina Demokratîk a Şarezûr û Koma Xanimên Destrengîn a Şarezûrê, 6'emîn Mihrîcana Payîzê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek berhemên karê dest ên jinan hatin nasandin.
-

Li Laziqiyê komxebatek ser rola jinan di avakirina aştiyê de
Bi înîsiyatîfa Meclîsa Jinên Sûriyeyê li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê bi boneya Roja Aştiya Navnetewî ya Cîhanê komxebatek bi navê "Jin ji bo Aştiyê" pêk hat.
-

Kongra Star: Emê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin
Kongra Star a bajarê Hesekê di bin dirûşmeya “ Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bîne” de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daket qadan û meşeke organîze kir.
-

Şandeya jinan li Berlînê bi Kurdan re civiya
Şandeya jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Berlîna Almanyayê bi gelê Kurd re civiya, destnîşan kir ku hewcedarî bi parastina destkeftiyên jinan heye.
-

Qêrîna Sedaf Ehmedî ya ji Efganistanê: Ez keça vê axê me
Ji kûrahiya Çiyayên Kapîsa, dengê Sedaf Ehmedî bilind dibe; keçekî ku Talîbanê rêya perwerdehiya wê astengkir, lê ew bi helbestan diqîre: "Ez keça vê axê me."
-

Beşdarên konferansa jinan: Em hikûmetek yekgirtî û nenavendî dixwazin
Beşdarên konferansa Hevgirtina Jinan, balkişandin ser yekîtiya jinan û çêkirina vîzyonek hevpar ku statuya jinan xurt dike û beşdariya wan a di her projeya siyasî û destûrî de mîsoger dike û eşkere kirin ku hikûmetek yekgirtî û nenavendî dixwazin.
-

‘Fikrên Rêber Ocalan riya aştî û aramiyê nîşanî me dan’
Jinên ji bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe îspat kirine û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin.
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 155’emîn, di roja 795’an de didome.
-

Foruma ‘Dengên ji bo aştiyê’ li Sûriyeyê nexşerêya edaletê xêz dike
Duyemîn foruma salane ya "Dengên ji bo aştiyê” bi nîqaşên li ser mijarên edaleta veguhêz, veguhêztina siyasî û ji nû ve avakirinê û bi pêşniyarên vîzyona têkildarî civakê ji bo pêşerojek adilane û berfirehtir nîşan didin, bi dawî bû.
-

‘Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike’
Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dibe şandeyeke ji komîsyonê hefteya pêş bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Di mijara guhdarîkirina birêz Ocalan de nêrîneke hevpar heye.”
-

2 hezar û 541 kesayet dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi daxuyaniyekî çapemeniyê encamên kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim’ ragihandin.
-

Li Laziqiyeyê jinek hat qetilkirin
Li bajarê Laziqiyeyê ya di bin kontrola HTŞ’ê ya cîhadîst de ye, jinek hat qetilkirin.