Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê: Bêdengiya navneteweyî sûc e
Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê li dijî astengkirina dermankirina rojnamevanên jin ên di êrîşên li ser Xezayê de birîndar bûne, çalakiyek hevgirtinê pêk anî. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rewşa giran a rojnamevanan.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê, ji bo hevgirtina rojnamevanên di şopandina êrîşên li ser Xezayê de birîndar bûne çalakiyek li dar xist. Sendîkayê bal kişand ser giranbûna rewşa tenduristiyê ya rojnamevanan, daxwaza veguhastina wan a lezgîn kir û bêdengiya saziyên navneteweyî rexne kir.
Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamevanan, ji destpêka şerê Xezayê ve nêzî 500 rojnamevan birîndar bûne. Bi dehan ji wan, ji ber ku nikarin ji bo dermankirinê derkevin derva, bi xetereya mirinê re rûbirû ne.
‘Astengkirina dermankirinê sûcê nû ye’
Endama Komîteya Jinan a Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê Şîrîn El-Keyalî diyar kir ku çalakî ji bo piştgiriya rojnamevanên jin ên di demên şer de birîndar bûne û sewqiyata wan a bijîşkî tê astengkirin hatiye kirin. El-Keyalî destnîşan kir ku ev sekneke bizanabûn e û got: “Ev nêzîkatî sûcekî nû ye ku li dijî rojnamevanan tê kirin.”
‘Gelek hevkarên me dema li benda dermankirinê bûn jiyana xwe winda kirin’
El-Keyalî bal kişand ser girtina dergehên sînor û nelêhatiniya di pêvajoya sewqkirina nexweşan de û wiha domand: “Ev çalakiya hevgirtinê destpêka rêzeçalakiyan e û li dijî êşa rojnamevanên Filistînê bangek e ji bo cîhanê. Rêxistinên navneteweyî yên ku behsa mafên rojnamevanan dikin, dema mijar dibe Filistîn bêdeng dimînin. Gelek hevkarên me dema li benda dermankirinê bûn jiyana xwe ji dest dan.”
‘Bêdengî êşa me girantir dike’
Rojnamevana birîndar Înas El-Cebûr jî anî ziman ku dema nûçe dişopand ji pişta xwe ve birîndar bûye û ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê ya li Xezayê nederman bûye. El-Cebûr fikarên xwe yên li ser seqetbûnê anîn ziman û got: “Tevî hemû êrîşan jî ez ê xebata xwe bidomînim. Îro ez ji bo piştgiriya hevkarên xwe li vir im. Girtina dergehan, nebûna dermanan û bêdengiya saziyên navneteweyî êşa me kûrroktir dike.”
Banga ji bo sekna li ber rojnamevanên azad
Rojnamevan Mahî Adwan jî destnîşan kir ku rojnamevanên li herêmê berdêlên giran didin û wiha axivî: “Rojnamevanan zarok, mal û malbatên xwe winda kirin. Bi sedan hevkarên me bi birînên giran re têdikoşin û divê bi lez ji bo dermankirinê bên veguhastin. Ez bang li hemû rêxistinên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikim ku li ba rojnamevanên azad cih bigirin.”