Li dijî reklama ‘Sineta jinan’ bertek zêde dibin

TTB, EŞÎK û Baroya Wanê, der barê bijîşkê ku li ser medyaya dîjîtal di bin navê ‘sineta jinan’ de danasîna mutîlasyona genîtal a jinan kir de, banga destpêkirina lêpirsînê kirin. Rêxistinan tekez kirin ku ev pêkanîn cureyekî tundiya li dijî jinan e.

Navenda Nûçeyan – Bertekên li dijî li ser medyaya dîjîtal danasîna mutîlasyona genîtal a jinan a di bin navê “sineta jinan” de zêde dibin. Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) û Baroya Wanê, ev pêkanînê wekî binpêkirina mafên mirovan û tundiya li dijî jinan bi nav kirin û li dijî berpirsyaran banga destpêkirina lêpirsîna îdarî, dîsîplînî û dadwerî kirin.

TTB: Bi pîşeya bijîşkî re li hev nay

Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), ragihand ku ji aliyê odeya bijîşkî ya têkildar ve li dijî kesê ku li ser medyaya dîjîtal danasîna vê pêkanînê kiriye, lêpirsînek dîsîplînî hatiye destpêkirin. TTB’ê, diyar kir ku sinetkirina jinan ne hewcedariyek bijîşkî ye û ne jî bingehek vê ya zanistî heye. TTB’ê, da zanîn ku ev pêkanîn him ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û him ji aliyê rêxistinên tenduristî û mafên mirovan ên navneteweyî ve tê redkirin û tekez kir ku ev yek bi pîşeyê bijîşkî re li hev nay.

EŞÎK: Sûcê birîndarkirina giran e

Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) jî, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku destwerdanên bi vî rengî yên li ser bedana jinan, çi ji ber sedemên aborî çi olî werin kirin, ferzkirinek baviksalar û sûcek mezin e. Platformê, Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya Li Dijî Jinan (CEDAW) û Peymana Stenbolê ya Tirkiye alîgirê wê ye, ji dewletê re berpirsyariya pêşîgirtina li van pêkanînan dide û destnîşan kir ku ev yek li gorî Qanûna Cezayê ya Tirkiyê sûcê birîndarkirina giran e.

EŞÎK’ê, da zanîn li gorî Neteweyên Yekbûyî li seranserê cîhanê zêdetirê 230 milyon jin rastî mutîlasyona genîtal hatine û tenê di sala 2026’an de jî 4.5 milyon zarokên keç di xetereyê de ne. EŞÎK’ê, bang li Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku reklaman qedexe bikin û li dijî berpirsiyaran pêvajoyên hiqûqî vekin. Her wiha Platformê, bi armanca hişmendîkirina civakê daxwaza meşandina kampanyayek hişyariyê ya neteweyî kir.

Baroya Wanê: Divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin

Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê jî, di daxuyaniya xwe ya der barê parvekirinên medyaya dîjîtal ên bijîşkê ku li Agiriyê dixebite de, diyar kir ku sinetkirina jinan êrîşeke giran e li ser yekparçeyiya bedana jin û zarokên keç e û yek ji cureyên herî giran ên tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî ye.

Baroyê, destnîşan kir nayê qebûlkirin ku bijîşkek bi paşguhkirina Sonda Hîpokratê û etîka bijîşkî vê pratîkê rewa bike û reklama vê bike û daxwaz kir ku demildest ji aliyê Wezareta Tenduristiyê û Odeyên Bijîşkan ve lêpirsînên îdarî û dîsîplînî bên destpêkirin. Her wiha baroyê, daxwaz kir ku ji aliyê Serdozgerên Giştî ve li gorî Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê lêpirsîna edlî bê destpêkirin.