rojane
-
KJK: Çareseriya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan e
Koordînasyona KJK bi boneya salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Li Rojhilata Navîn çareseriya hemû pirsgirêkên civakî bi azadiya Rêber Apo pêkan e.”
-
Jinên Iraqê bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrişên dagirkeriyê dan
Jinên Iraqê bertek nişanî polîtîkayên dewleta Tirk ya dagirkeriya li dijî Başûrê Kurdistanê dan, bêdengiya herêma federe a Kurdistan, hikumeta Iraqê û koalîsyona navnetewî şermezar kirin.
-
Şeniyên Şehbayê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
Bi boneya salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê çalakî hate li darxistin.
-
Jinên ji lehiya Yemenê bandor bûne: Saziyên hikûmetê lawaz in
Li Yemena ku ev 10 sal in şer lê berdewam e bi rabûna lehiyê gel bi kerasetek mezin re rû bi rû man. Jinên Yemenê ên ji lehiyê bandor bûne gotin: “Saziyên hikûmetê li hember guhertinên hewayê gelekî lawaz in.”
-
Êrişên Îsraîlê sala xwe tijî kir: Jin û zarok hatin hedefgirtin
Bi hezaran jin û zarokên hatin qetilkirin, pitik ji birçîna mirin, bi milyonan kesên ji cih û warên xwe bûn, destdirêjî û îşkence... Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê û Lubnanê di salek li pey xwe hiştin.
-
Jinên ku ji Gurbetellî Ersoz îlham girtin bi rêwîtiya rastiyê karê xwe didomînin
Rojnameger Kîbriye Evren a behsa Gurbetellî Ersoz kir bi gotinên; “Me ji bo êşên hatin kişandin rondik nebarand kir sedema têkoşînê” diyar kir ku bi mezinkirina têkoşîna jinan wan bersiv dane komkujiyan û nivîsandine.
-
Şoreşa jinan bi rojnemegeriya azad mayinde dibe
Rojnamegerên jin Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd pîroz kirin, destnîşan kirin ku jinan ji bo rastiya rabigihînin gelek fedakarî kirine û gotin: “Em jinên rojnemeger ên Bakur û Rojhilate Suriye li ser riya ku jinen wêrek ji me re vekirine be tirs dimeşin.”
-
Jinên Ciwan ên Mexmûrê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê rêzeçalakî dan destpêkirin
Tevgera Jinên Ciwan ên Wargeha Mexmûrê (TJCM) bi boneya şermezarkirina komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî da destpêkirin.
-
Komek rojnamevan ji bo Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin Silêmanî
Komek rojnamevan li ser banga ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê, ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin Silemaniyê.
-
Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşa ciwanan didome
Jin û ciwanên Kobanê ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev du roj in li ser piyan in, diyarkirin ku wê pêşengiya şikandina pergala Îmraliyê bikin.
-
‘Qetlîamên jinan ne cînayetên şexsî ne, sûcek polîtîk e’
Li Amedê jinên ku di ‘Komxebata Polîtakayên Jinan di Rêveberiya Xwecihî’ de hatin ba hev, diyar kirin ku wê li dijî birdoziya zayendperestiyê têkoşîna xwe bidomînin û gotin: “Ev ne tenê cînayetek şexsî ye, di heman demê de sûcek polîtîk e.”
-
Failê ku ji edaleta mêr bawer dike got ‘ne poşmanim’ û daxwaza berdanê kir
Mehmet Demirhan ku li Amedê Hîlal Kar qetil kir, di îfadeya xwe ya li dagehê de tevî got ku ‘ne poşmanim’ daxwaz kir ku were berdan.
-
Li Tûnisê hilbijartina serokkomariyê
Li Tûnisê hilbijartina serokkomar destpê kiriye û tê payîn 10 milyon dengdêr dengê xwe bidin.
-
Sûriyeyiyên li Lubnanê cardin di riya koçberiyê de ne
Sûryeyiyên ku piştî şerê li Sûriye neçar mabûn koçî Lubnanê bikin, cara dûyem ji cihên xwe dibin.
-
Mafê parastinê ya parêzerên Werîşe Muradî hat astengkirin
Danişîna dûyemîn a doza derbarê Endama KJAR’ê Werîşe Muradî li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin. Di danişînê de mafê parastina devkî nedan Werîşe Muradî û parêzer jî hatin astengkirin.
-
‘Komplo li dijî hemu gelên azadîxwaz e’
Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba ku li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da destnîşan kir ku komplo li dijî hemu gelên azadîxwaze û banga bilindkirina têkoşînê kir.
-
JINNEWS: Di Îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e.
-
Hevalên Nagîhan Akarsel xeyalên wê bi cih anîn
Navenda arşîv, lêkolîn û pirtûkxaneya jinên Kurd, navendeke dîroka jinan e hemû mijarên têkildarî jinan lê hene. Navenda ku xeyala Nagîhan Akarsel bû, ji aliyên hevalên wê ve bi cih hat.
-
Hejmara 84’an a Kovara Jin derket
Hejmara 84’yemîn a Kovara Jin ku heftane tê weşandin bi berga “Di têkoşîna azadiyê de jin û pênûsên wan” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-
Di êrişên li Beyrûtê de 1181 kesan jiyana xwe ji dest dan
Îsraîl bi şev êrişî Beyrûdê kir û teqînên pir dijwar rû dan. Li Lubnanê ji 23’ê Îlonê û vir ve hezar û 181 kes mirine.