rojane
-
‘Çeka me rojnamegeran pênûsa me ye’
Rojnameger Soma Xalid a der barê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd de axivî, got: “Divê rojnamegerên jin li dijî binpêkirinan, daxwaza mafên xwe bikin û bi yek deng û yek rengê, bi hev re bi pêşve biçin, kar li ser hêza xwe bikin.”
-
Li Idlibê cilên reş li ser jinan tê ferzkirin
Li Idliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ’ê de ye li ser jinan li xwe kirina cilên reş tê ferzkirin. Jinan anîn ziman ku gef li wan tê xwarin û ji bo bikaribin jiyana xwe bidomînin neçar dimînin cilên reş li xwe bikin.
-
Ji bo têkbirina tundiyê li Misrê destpêşxeriyên cuda hatine destpêkirin
Li Bor Seîd, destpêşxeriyên ciwanan rastiya jinan li herêmên cuda yên Misrê temsîl dikin. Her wiha bi vê yekê kar ji bo başkirina rastiya wan û balkişandina ser binpêkirinên li dijî wan jî tên kirin û derfet tên avakirin.
-
RAJIN: Kevneşopiya rojnamevaniya jinê bi felsefeya azadiya jinê ava bû
Koordînasyona RAJIN'ê bi boneya Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê daxuyaniyek weşand û got: Kevneşopiya rojnamevaniya jinê ya Kurd bi felsefeya azadiya jinê ava bû.”
-
Akademiya Jineolojî ya Şengalê bi nîqaşan Jineolojiyê dide nasîn
Akademiya Jineolojiyê li seranserê Şengalê zanista xwe bi jinan re nîqaş dike. Duh jî li gundê Guhbel nîqaşkirina Jineolojiyê bi heyecan ber dewam kir û jinên beşdar bûn nêrînên xwe anîn ziman.
-
Jin li dijî qetilkirina jinan daketin qadan
Jin li dijî qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl daketin qadan û diyar kirin ku 6 mehan de 205 jin hatine qetilkirin û balkişandin ser polîtîkaya bêcezahiştinê.
-
Parêzer Suzan Akîpa: Divê tecrîda girankirî demildest bi dawî bibe
Ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 43 meh in tu agahî jê nayê girtin. Yek ji parêzerê Asrinê Suzan Akîpa, aliyên wê yên hiqûqî nirxand û got: “Tecrîda giran û mutlaq a li ser birêz Ocalan divê demildest bi dawî bibe.”
-
Jinên ji Tehranê: Pergala mobeseyan binpêkirina mafê mirovî ye
Jinên ji Tehranê yên bertek nîşanî pergala mobese ya di demên dawiyê de zêde bûye dan, anîn ziman ku ev binpêkirina mafên mirovî ye û gotin: "Gelo ev sîstem ji bo kontrolkirina cureyên cil û bergan e yan jî ji bo naskirina tawankaran e.”
-
‘Em ê bi îrade û hêza Gurbetelliyan reng û dengê jinê biteyisînin’
Rojnamegerên jin ên Wargeha Mexmûrê, diyar kirin ku Gurbetellî Ersoz ji bo tevahî jinên rojnamevan bûye îdeaya beşdariya kar û xebatên ragihandinê û wiha gotin: “Em ê heta dawî di nava têkoşînê de bin û reng û dengê jinê biteyisînin.”
-
‘Em ê nehêlin plan û komployên dijmin pêk werin’
Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî diyar kir ku dê nehêlin plan û komployên li dijî gelan pêk werin û bang li hemû gelên azadîxwaz kir ku ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin ser piyan.
-
Koçberên Serêkaniyê: Me riya berxwedanê hilbijart
Koçberên Kampa Waşokanî tekez kirin ku dagirkeriya Serêkaniyê berdewamkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e û gotin ku 5 sal in li kampê bi berxwedanî, têkoşîn û zehmetiyan re jiyana xwe didomînin û ew riya berxwedanê hilbijartine.
-
Jinên ciwan ên Mexmûrê: Em ê bi çalakiyên xwe pergala tecrîdê bişkînin
Tevgera Jinên Ciwan ên Wargeha Mexmûrê, bi daxuyaniyekî komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em ê wek jinên ciwan têkoşîna li dijî komployê bi rihê seferberî bigihînin serkeftinê.”
-
2’yemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ermen bi dawî bû
2’yemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ermen a bi beşdariya 150 delegeyan li Hesekê hat lidarxistin bi derxistina biryarên girîng û hilbijartina koordînasyona yekîtiyê ya ji 9 kesan pêk tê bi dawî bû.
-
Çalakiya konvedanê bi dawî bû: Dê têkoşîn bidome
Çalakiya konvedanê ya ku li dijî komploya 9’ê Cotmehê li Şengalê hatibû vedan, di roja sêyemîn de bi dawî bû. Jinên Êzidî ku pêşengî ji çalakiyê re dikirin, bang kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.
-
Wê doza Gulistan Tara û Hêro Behadîn bibin Dadgeha Navnetewî
Rojnamevanên Ewropa ku serdana cihê kar yê şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn ya li Kompanyaya Çetir kirin, diyarkirin ku wê doza rojnamevanên hatin qetilkirin bibin Dadgeha Navnetewî.
-
ROJIN: Rojnamevanên jin deriyê rastiyê ji jin û civakê re vedikin
ROJIN di peyama bi boneya roja Rojnamegerên jin ên Kurd weşandî de wiha got: “Tevî polîtîkayên zext, binçavkirin, girtin, tinekirinê jî, rojnamevanên jin ên Kurd ên li pey heqîqetê ne, deriyê rastiyê ji jin û civakê re vedikin.”
-
Pêkhateyên kantona Firat û Minbicê li dijî komployê meşiyan
Bi hezaran pêkhateyên kantona Firat û Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
-
Ji serokwezîrê berê yê Îtalya îtirafa ji bo Abdullah Ocalan
Massîmo D'Alema ku di dema komploya navneteweyî de Serokwezîrê Îtalyayê bû ji Medya Haber TV re axivî û diyar kir ku Serokkomarê wê demê yê Amerîkayê Bîll Clînton li wî geriya ye û jê re gotiye “Ocalan bidin Tirkiyeyê.”
-
Yekîtiya jinên Ermen kongreya xwe ya 2’yemîn li dar dixe
Yekîtiya Jinên Ermen bi dirûşmeya “Wekhevî, jiyan, azadî, têkoşîna jina Ermen’ kongreya xwe ya 2’emîn li dar dixe.
-
Saziyên çapemeniyê têkildarî Roja Rojnamegerên Jinên Kurd daxuyanî dan
MKG û DFG'ê bi wesîleya 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd daxuyaniyek dan û diyar kirin ku jinên rojnameger ji bo heqîqetê bi cesaret û îrade têdikoşin.