rojane
-
Kesên di komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Di salvegera 9’an de kesên di komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku komkujî ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye kirin û got: “Em kevokê aştiyê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin.”
-
‘Divê di dema 6’emîn parlemento de û kar li ser pirsa jinê were kirin’
Parlementera dema 5’emîn ya parlementoya başûrê Kurdistanê Bedriya Îsmaîl Mihemed der barê hilbijartina parlementoyê de wiha got: “Divê parlementerên jin dema ku biçin parlementoyê ji bo mafê xwe yê rewa tevbigerin.”
-
UNICEF: Ji 8 zarokan yek jê bi êrişa zayendî re rû bi rû tê
UNICEF ragihand ku li tevahiya cîhanê zêdeyî 370 milyon zarokên keç û jin mexdûrên destdirêjiyê ne.
-
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinê helwesta xwe diyar kir
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser hilbijartina ku dê di 20’ê Cotmehê de pêk were û got: “Divê li dijî kesên ku xakfiroş û dijminê jin û civakê ne, sekneke azadîxwaz û welatparêz were nîşandan.”
-
Ji ber şerê li Xezayê bi dehan jin bê kar man
Êrişên li Xezayê bûn sedem ku kargehên ji aliyê jinan ve dihatin birêvebirin werin girtin. Ji ber vê yekê bi dehan jin hem ji malên xwe hem jî ji karên xwe bûn. Suheir Al- Yazjî yek ji wan jinan e û daxwaz dike ku ew şer bê sekinandin.
-
Di ser komkujiya Enqereyê de 9 sal derbas bû: Xetera DAIŞ’ê didome
Di ser komkujiya 10 Cotmehê ya Enqereyê 9 sal derbas bû. Parêzer Îlke Işik behsa têkoşîna ku dimeşînin kir û got: “Hê jî xetera DAIŞ’ê heye.”
-
Jinên Êzidî komploya navnetewî û peymana 9’ê Cotmehê nîqaş kirin
Jinên Êzidî bi civînekê online komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî hat îmzekirin nîqaş kirin.
-
Li Şengalê Komploya 9’e Cotmehê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin
Komploya 9’ê Cotmehê û peymana Şengalê li navenda Şengalê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Di meşê de hat gotin ku çavkaniya van peymanan yek e û hat diyarkirin ku dê berxwedana xwe berdewam bikin
-
Jinên dilxwaz alîkarêyê didin koçberên li Lubnanê
Gelek jin û xwendekarên zanîngehan li Lubnanê tevlî komeleyên alîkariyê bûne ji bo alîkariya koçberên di hundirê Lubnanê de bikin û ji wan re xwarinê pêşkêş dikin.
-
Jin û gelên cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di sala xwe ya yekemîn de derbasî merhela sêyemîn dibe. Di salekê de li gelek cihên cuda yên cîhanê gel û kesên ji baweriyên cuda azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.
-
Aynûr Paşa: Bertekên navneteweyî dikarin bandorê li doza Rêber Ocalan bikin
Parêzer Aynûr Paşa di 26’emîn salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, tecrîda girankirî şermezar kir û destnîşan kir ku bi bertekên navneteweyî dikarin zextê li biryara siyasî bikin.
-
‘Komploya navneteweyî li dijî gelê Kurd bû’
Bêrîvan Kaya, komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Komploya li dijî Rêbertî bi destên hêzên global li dijî gelê Kurd pêk hatiye.”
-
Daxuyaniya TJA ya li ser komployê: Dê têkoşîna me bidome
TJA ya derbarê komploya navneteweyî de daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin ku hêviya bi milyonan mirovan e.”
-
Komîteya Koçberên Serêkaniyê nameyek radestî NY kir
Di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya 5’emîn de Komîteya Koçberên Serê Kaniyê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kir.
-
Koçberên ji Girê Spî: Em ê dest ji berxwedanê bernedin
Şêniyên bajarê Girê Spî ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk ev 5 sal in koçber in, di 5’emîn salvegera dagirkirina bajarê xwe de meşiyan. Koçberên Girê Spî teqez kirin ku ew ê dest ji berxwedana vegera warê xwe nedin.
-
Jinên Efgan: Heya Talîban bê darizandin em ê têbikoşin
Jinên Efganistanê bertek nîşanî ferzkirinên Talîbanê yên li ser jinan dan, anîn ziman ku heya Talîban bê darizandin ew ê têbikoşin û gotin: “Divê cîhan bizanibe ku jinên Efgan tu carî dengê xwe qut nakin û dest ji daxwaza edaletê bernadin.”
-
3’yê Adarê weke roja ‘Nîştimanî ya Jinên Iraqê’ hate diyarkirin
Di civîna Desteya Wezîran ya Iraqê de 3’yê Adarê, weke roja ‘Nîştimanî ya Jinên Iraqê’ hate diyarkirin.
-
Di salvegera komployê de YJK-E bang li jinan û gelan kir
YJK-E ya Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir bang li jinan û gelan kir ku hê bihêztir xwedî li kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ derkevin.
-
Kongra Star ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê kir
Meclisa Kongra Star diyar kir ku bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berpirsyariya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û bang li wan kir ku têkoşînê mezin bikin, çalakiyan zêde bikin.
-
Meşa li dijî komployê: Dixwazin jiyana hevbeş a gelan têk bibin
Li dijî salvegera 26’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.