Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê: Rojnamevan di nava xetereyê de ne

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanî der barê tenduristiya sê rojnamevanên jin ên ku bi mehan e ji aliyê RSF’ê ve li Nyala hatine girtin, hişyarî da û daxwaza berdan, dermankirin û temînata mafên wan ên bingehîn kir.

Sûdan – Li Sûdanê, rojnamevan ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab û nebûna temînatên zagonî bi pirsgirêkên ewlehiyê yên her diçin zêdetir dibin re rûbirû dimînin. Binçavkirina rojnamevanên jin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve fikarên mezin li ser parastin û misogerkirina mafên bingehîn ên xebatkarên medyayê bi xwe re anî.

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, fikarên xwe yên li ser xirabûna berdewam û dijwar a rewşa tenduristiya sê rojnamevanên jin ku ji aliyê RSF’ê ve bi mehan e li paytexta Eyaleta Darfûra Bakur a li rojavayê Sûdanê, Nyala di bin çavan de ne anîn ziman.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), di meha Sibatê de, rojnamevan Îşraqa Ebdullrahman, Zahraa Mohamed El-Hassan û Mawahêb Îbrahîm, ligel çend çalakvanên jin ên din ji ber beşdarî komxebatek mafên jinan a ji hêla rêxistinên jinan ve li Nyalayê hatibû li darxistin bûbûn, hatin girtin.

Fikarên der barê rewşa girtiyan de zêde dibin

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê di daxuyaniya roja 29’ê Tîrmehê de, diyar kir ku wan raporên piştrastkirî û bi fikar ên der barê têkçûna rewşa tenduristiya girtiyan girtine. Hat diyarkirin ku girtî di şert û mercên pir xerab de tên girtin, ji xizmetên tenduristiyê yên bingehîn û jîngeheke guncaw bêpar in. Li gorî daxuyaniyê, rêveberiya girtîgehê tevî giranbûna rewşa tenduristiyê ya girtiyan, li derveyî girtîgehê dermankirinê qebûl nekiriye.

Hat ragihandin ku RSF’ê ji derveyî fermiyetê ew girtine û ev yek bi awayek eşkere binpêkirina prensîbên herî bingehîn ên edalet û mafên mirovan e, rê nedaye rojnameger li dadgehê amade bin.

Banga berdana lezgîn

Sendîkayê daxwaza berdana tavilê û bê şert û merc a rojnamevan û çalakvanên jin ên girtî, dabînkirina lênêrîna bijîşkî ya bilez ji bo wan û birina nexweşxaneyan kir. Her wiha daxwaz kir ku cihên girtina wan tavilê werin eşkerekirin û destûr bê dayîn ku malbat û parêzerên wan serdana wan bikin, bi wan re têkilî daynin. Sendîkayê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ji bo jiyana rojnamevan û çalakvanên girtî û ji bo zirara ku dibe bigihîje wan, hem ji hêla qanûnî ve hem jî ji hêla exlaqî ve bi tevahî berpirsiyar dît.

Rojnamevanên jin dibin hedef

Her wiha sendîkayê, bang li hemû rêxistin û saziyên xwecihî, herêmî û navneteweyî yên bi azadiya çapemeniyê û mafên mirovan re têkildar in kir ku bi lezgînî mudaxele bikin, zextek tund li  RSF’ê bikin da ku rojnamevanên jin û hemû jinên din ên di girtîgehên wan de girtîne bên berdan, gihîştina wan a lênihêrîna tenduristiyê ya pêwîst bê misogerkirin û kampanyayên girtinê yên kêfî ku sivîl û pisporên medyayê li deverên di bin kontrola wan de hedef digrin rawestînin.

Sendîkayê destnîşan kir ku tiştên rojnamevanên jin dijîn ne tenê girtin e, kampanyaya sîstematîk a ku armanc bêdengkirina medyayê ye û rê li ber ragihandina agahiyan ji herêmên şer bigire. Herî dawî hat gotin ku ev di demek ku hewcedariya cîhanê bi zanîna rastiya tiştên li Sûdanê diqewimin zêde dibe de tên jiyîn.