Li Sûdanê çekdarên RSF’ê li gundek 9 sivîl kuştin 14 jî birîndar kirin

Li Sûdanê ji ber şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, di êrîşa dawî ya li ser gundê El-Cemamê de 9 sivîl hatin kuştin, bi milyonan kes ji ber pêlên koçberiyê û birçîbûnê bi krîzeke mirovî ya mezin re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan –  Ji ber şerê li Sûdanê û dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, bandorên şer girantir bûne. Ev yek bûye sedema zêdebûna qurbaniyan û wêrankirina berfireh a binesaziyê. Her wiha pêlên koçberiyê yên berfireh rewşa mirovî tehdît dikin û welat ber bi krîzeke kûrtir ve dibin.

Êrîşa li ser gundê El-Cemama: 9 sivîl hatin kuştin

Li gorî çavkaniyekî bijîşkî, di êrîşa dewriyeyeke RSF’ê ya ku duh li ser gundê El-Cemama yê li Bakurê Kordofanê pêk hat de, 9 sivîl hatin kuştin. Çavkaniyê diyar kir ku bombebarana gund bûye sedema mirina 9 kesan û birîndarbûna 14 kesên din.

Herêma El-Cemama ku li bakur rojavayê bajarê Bara ye, piştî raporên li ser binpêkirinên li dijî sivîlan, bûye cihê şermezarkirinê. Koma Parêzerên Awarte di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku çekdarên RSF’ê bazara El-Cemama talan û wêran kirine, her wiha êrîşî niştecih û malan jî kirine.

Binesaziya welêt tê hedefgirtin û koçberî zêde dibe

Şer û pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) a ku herêma rojavayê Darfurê kontrol kirine de, dijwartir bûne. RSF bi giranî xwe dispêre balafirên bêmirov û li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka vê salê ve li seranserê welêt zêdetirî hezar Sûdanî kuştine.

Bandorên şerê ku di Nîsana 2023’an de li Sûdanê dest pê kir berdewam dikin û dibin sedema qurbaniyên mirovî û wêraniyên berfireh. Daneyên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku li seranserê herêmên cûda bi hezaran mirî û birîndar çêbûne. Operasyonên leşkerî binesaziyên girîng, di nav de nexweşxane, rê, torên elektrîkê û avê hedef digirin û xizmetên bingehîn ên ku sivîl ji bo jiyana xwe ya rojane pê ve girêdayî ne, felc dikin.

Hişyariyên navneteweyî yên li ser krîza mirovî

Her ku pevçûnên di navbera aliyan de berfireh dibin, pêlên koçberiya navxweyî û derveyî zêde bûne û bi milyonan kes ji herêmên pevçûnê direvin. Di vê çarçoveyê de, hişyariyên navneteweyî li ser kûrbûna krîza mirovî û gefa wê ya li ser aramiya tevahiya herêmê tên dayîn.