rojane
-

Suryanan ji bo naskirina zimanê xwe bi Parêzgerê Hesekê re hevdîtin pêk anî
Pêkhateyên Suryan ku bi Parêzgerê Hesekê re rûniştin gotin ku ”Me nameyek pêşkêşkir da ku bighîne hikûmeta demkî. Me daxwaz kir ku zimanê Suryanî bê nasandin. Piştî gihîştina vê qonaxê divê mafên hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de bên mîsogerkirin.”
-

Girtîgeha Kermanê tevlî ‘Kampanyaya Sêşema na ji darvekirinan re’ bû
Girtîgeha Kermanê jî tevlî kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ bû. Bi vê yekê re hejmara girtîgehên ku çalakî lê têne kirin gihîşt 57’an. Her wiha kampanyayê ragihand ku li Girtîgeha Qezwînê du jinên 28 û 32 salî hatine darvekirin.
-

Sûdan: Li El-Ebiyed êrîşên bi dronan zêde bûne NY hişyariyê dide
Neteweyên Yekbûyî hişyariyê da ku piştî zêdebûna êrîşên bi balefirên bêmirov li ser binesaziyên krîtîk li bajarê El-Ebiyed ê Sûdanê, sivîl di metirsiyên mezin de ne û xizmetên bingehîn hatine astengkirin.
-

IOM: Li Yemenê hezar û 183 malbat bê war in
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IMO) raporek weşand tê de diyar kir ku ji destpêka salê heta 20’ê Hezîranê hezar û 183 malbat ku ji 7 hezar û 98 kesan pêk tên li Yemenê ji cih û warên xwe bûne. Ji sedî 61 bûyerên nû li Marîbê çêbûne.
-

Li Sûriyeyê tundiya li ser bingeha zayendî zêde dibe
Endezyar û aktivîsta sivîl Lemîs Mûnzir diyar kir ku li Sûriyeyê tundiya ku jin îro pê re rû bi rû dimînin ne sûcên ji rêzê ne, pergala cezakirina kolektîf a di bin siya înkara fermî de dixebite. Lemîs got ku ev rewş çerxa tirsê ji nû ve diafirîne.
-

Jinên bakûrê Kurdistanê: Li Sûriyeyê jin û nasnameyên cûda hedef tên girtin
Jinên bakûrê Kurdistanê bal kişandin ser bûyerên binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê li dijî jin û zarokan pêk tên, guherîna bi darê zorê, revandin û kuştinan. Lewra banga hevgirtina navneteweyî kirin.
-

Çima pêşketin nêrîna civakê ya li ser jinan naguherîne? – GOTAR
Li çar aliyê dinyayê serkeftina mêran wekî destkeftiyek xweser tê dîtin, di heman demê de ji jinan her gav tê xwestin ku “destkeftiyek civakî” ya paralel bi şiklê zewacê lê zêde bikin. Rewşa zewaca jinê mijarek giştî ye.
-

‘Pêşmergeyên jin di danasîna hêza jinan de roleke girîng lîstin’
Pêşmergeya teqawîtbûyî Nahîde Ehmed, bi bîr xist ku di rizgariya başûrê Kurdistanê de pêşmergeyên jin di danasîna hêza jinan de roleke girîng lîstine û got: “Jin pir bihêz in, ew azadî û serxwebûnê dixwazin.”
-

Komkujiya Helincê: Hewldanek rawestandina nivîsandina dîroka azadiya jinê
Zehra, Hebûn û Emîne, sê jinên ku bi canê xwe rûpelên dîroka azadiya jinan nivîsandin û di meşa jinan a avakirina dinyayek azad de bûn hêza pêşdeçûn û bilindkirina têkoşînê. Di encama êrîşa dewleta tirk de hatin qetilkirin, mîrateya xwe bi rûmet hiştin.
-

Rûken Ercan: YPJ hebûna jinan mîsoger dike
Yek ji Fermandarên YPJ’ê ya Eyeleta Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Rûken Ercan, têkildarî têkoşîna YPJ’ê ya seranserî 14 salan got ku “Her şervanek YPJ’ê ji mêrekî zêdetir dikare çek rake, têbikoşe û şer bike.”
-

Ji Şehrzad Zemîrî ku li girîtgeha Wekîlabadê girtî ye agahî nayê girtin
Cîgira serokê berê yê karûbarên civakî yê polîsên ê Fatah Xorasan Rezewî, Şehrzad Zamîrî, di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hat girtin, hê jî li Zindana Wekîlabadê ya Meşhedê ye. Rewşa ne diyar e.
-

Komeleya Star: Nayê qebûlkirin ku mêrên ku tundiyê dikin werin parastin
Piştî ku dîmenên ku cerdevan li Qilebanê li dijî jinekê şîdetê bikar tînin derketin holê, bertek berdewam dikin. Komeleya Jinan a Star diyar kir ku ew tundiya li dijî jinan an jî zîhniyeta ku sûcdaran diparêze qebûl nakin.
-

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Bendewariya civakê ew e ku pêvajo bi qanûnan bê mîsogerkirin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku bêyî çêkirina qanûnan ne pêkan e pêvajo mîsoger bibe û wiha got: “Divê demildest Meclîs vê berpirsyariyê bigire ser xwe.”
-

Li Kongoyê hejmara nexweşên Ebolayê bi ser 1000’î ket
Rayedarên Komara Demokratîk a Kongoyê, eşkere kirin ku hejmara nexweşên Ebolayê yên piştrastkirî gihîştiye hezar û 3 kesan û heta niha 254 kes mirine.
-

Li Mexrîbê jin di warê serokatiya siyasî û rûbirûbûna tundiya dîjîtal de tên perwerdekirin
Koordînatora neteweyî ya Komeleya Demokratîk a Jinên Mexrîbê Xedîce El-Rabah, piştrast kir ku ji nîqaşa pêşnûmeya qanûna organîk a Meclîsa Nûneran di Tebaxa 2025’an de, komele di pêvajoyek parêzvaniyê de ye.
-

NY: Li Sûdanê piştî pevçûnên sê salan 9 milyon kes bêwar in
Sûdan îro mezintirîn krîza bêwarbûnê li cîhanê temsîl dike. Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku ji bilî 9 milyon kesên ku di hundirê welêt de bêwar in, 4.5 milyon penaberên Sûdanî li derveyî welêt in. NY’yê tekez kir ku krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe.
-

Li wênegir Yalda Moerî doz hat vekirin
Wênegir Yalda Moerî diyar kir ku piştî cemidandina hesabê wê yê bankê doz li wê hatiye vekirin û ew şandine dadgehê.
-

‘Hewcedarî bi hişmendiyeke zanatir heye’
Li Başûrê Kurdistanê rêjeya tundiya li ser jinan zêde dibe. Çalakvan û Seroka Rêxistina Medyaya Rewşenbîrî ya Jinan Hana Şiwan got ku “Ger ferdên me hişyar nebin û ji bo kêmkirina tundiyê hevkariyê nekin, em nikarin bêjin ku em dikarin tundiyê kêm bikin.”
-

Parêzer Halîse Dakali: Divê Tirkiye ‘Mafê Hêviyê’ bighîne statuya yasayî
Endama OHD’ê parêzer Halîse Dakali li ser biryara DMME’yê ku ji bo ‘Mafê Hêviyê’ dabû, got ku “Her çend astengiyên li pêşiya nepêkanîna ‘mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê wek ‘Sazûmaniya hundirîn a qanûnî ya Mevzuatê bê dîtin jî.”
-

Cemîle Turhalli: Konferans ji bo civaka demokratîk bû bersiveke baş
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli ya beşdarî 3’yemîn Konferansa Kongreya Îslama Demokratîk bû, diyar kir ku konferans ji gelek aliyan ve girîng bûye, gelek mijarên dîrokî hatine nîqaşkirin û ji bo îro bûye bersiv.