rojane
-

Mor Çati raporek li ser jinên koçber pêşkêşî Komîteya Neteweyên Yekbûyî kir
Mor Çati rapora ku li ser pirsgirêkên jinên koçber ên li Tirkiyeyê rû bi rû dimînin û çawaniya çareserkirina van pirsgirêkan amade kiriye pêşkêşî Komîteya Neteweyên Yekbûyî kir.
-

Dê di ‘Roja Jinan a Navneteweyî ya Tûnisê’ de meş were lidarxistin
Bi wesîleya Roja Jinan a Neteweyî ya Tûnisê, di 13’ê Tebaxê de jinên ku xwe ji bo meşê amade dikin bertek nîşanî binpêkirinan dan û gotin: “Em ê vê rojê ne weke roja pîrozbahiyê weke roja têkoşînê pêşwazî bikin.”
-

‘Polîsên exlaq’ ên Îranê du zarokên keç derb kirin
Li Tehranê bûyera du zarokên keç ên serê xwe negirtibûn hatibûn derbkirin di medyaya dîjîtal de hat weşandin Dozgeriya leşkerî bûyerê piştrast kir û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin.
-

Êrîşên Îsraîlê ên li ser Xezayê di roja 307’an de ye
Êrîşên Îsraîlê ên li ser Zivala Xezayê di roja 307’an berdevam dike. Herî dawî di êrîşan de 25 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.
-

Nafs Dawûd a Efganistanî: Dê têkoşîna me tu carî bi dawî nebe
Nafs Dawûd a Efganistanî bertek nîşanî zihniyeta Talîbanê ya dijminê jinan da û got: “Têkoşîna me dê tu carî bi dawî nebe. Bedel çi dibe bila bibe em ê mafên xwe bigrin.”
-

Rojnamegerên ku bûn dengê heqîqetê
Yek ji şopînerên heqîqetê Rojnameger Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê jiyana xwe ji dest da, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lêgerîna xwe ya heqîqatê domand.
-

Navenda Jiyan a tiba xwezayî deriyên xwe ji hemû jinan re vekiriye
Navenda Jiyan a tiba xwezayî ya ku li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vekirin, hemû kes û jin tê de tedawî dibin û alîkariya wan dikin.
-

Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 677
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zivala Xezayê di 24 saetên dawî de 24 kes jiyana xwe ji dest dan û derket 39 hezar û 677’an.
-

'Banga Birêz Ocalan a ji bo çareserî û diyalogê bê bersiv ma'
Buroya Hiqûqê ya Asrînê, di salvegera hevdîtina dawî ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, detayên hevdîtina wan bi bîr xist û got: "Banga Birêz Ocalan a ji bo çareserî û diyalogê bê bersiv ma."
-

Şeniyên Mexmûrê li dijî biryara girtina sê partiyan meşiyan
Şeniyên Wargeha Mexmûrê, biryara hikûmeta Iraqê ya girtina sê partiyan bi meşekî girseyî şermezar kirin û bang li hikûmeta Iraqê kirin ku dev ji biryara xwe berde.
-

Parlamentera Awustralyayê: Piştgirî bidin banga azadiya Abdullah Ocalan
Parlamentera Partiya Keskan a Awustralyayê Abigail Boyd polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bir rojeva parlamentoyê û bang kir.
-

Li Konyayê kamyoneta karkeran qeza kir
Li Konyayê wesayîda ku li kamyoneta karkerên çandiniyê tê de bûn ket, 8 karker birîndar bûn. Hat zanîn ku ji karkeran 2 kes rewşa wan giran e.
-

Pêvçûnên li Yemenê bêîstîqrariya aborî zêde dikin
Aborîzan Manal Muhammed da zanîn ku ji navenda pêvçûnê li Yemenê, ji krîza aborî herî zêde jin bi bandor dibin û ji bo jin tevli jiyana kar bibin, daxwaz kir ku gavên pêwîst bên avêtin.
-

Tulay Hatimogûlllari li Îdirê bi jinan re hate ba hev
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûlllari li Îdirê bi jinan re hate ba hev û guh da pirsgirêkan. Tulay Hatimogullari bal kişand ku li Tirkiye lawirvanî û çandinî tune dibe, da zanîn ku wê bibin çareseriya pirsgirêkan.
-

Meclisa Jin a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ermen semînerek dan
Meclisa Jin a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ermen a bajarê Hesekê der barê komkujiya li ser civaka Êzidî û Ermeniyan de semînerek dan.
-

Hat diyarkirin ku li Bexdayê destdirêjî li 2 zarokan hatiye kirin
Polîsên Federal ên Iraqê îro danê sibê du mêrn ku destdirêjî li du zarokên 5 salî kiribûn binçav kirin.
-

‘Rejîma Îranê ev 45 sale bi zîhnyeta DAIŞ’ê zextê li jinan dike’
Aktivîst Parvîn Azad diyarkir ku rejîma Îranê bi zîhnyeta DAIŞ’ê ev 45 sale zextê li jinê dike û banga têkoşînê li hemû jinên Rojhilata Navîn kir.
-

MKG: 7 rojnamegerên jin hêj di girtîgehê de ne
Di rapora binpêkirina mafan a meha Tîrmehê ya MKG'ê de, bal hat kişandin ku bi taybetî rojnamegerên jin ên Kurd bi tacîza edlî re rû bi rû ne û hate gotin ku 4 rojnamegerên jin hatine cezakirin û 7 rojnamegerên jin hê jî di girtîgehê de ne.
-

Li Zîvala Xezayê rojnamevanek din jî hat qetilkirin
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de rojnamevan Muhammed Ebu Saade jiyana xwe ji dest da, di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara rojnamevanên hatin qetilkirin bû 166.
-

EngellîWeb: Li Tirkiyeyê 953 hezar û 415 malper hatin astengkirin
EngellîWeb, ji sala 2023’an ve li Tirkiyeyê 953 hezar û 415 malper hatin astengkirin û da ragihandin ku xwe gihîştina navê cih hat astengkirin.