rojane
-

Komîteya Tendirustî ya Kongra Star li dijî tecrîdê daxuyanî da
Komîteya Tendirustî ya Kongra Star Efrîn-Şehba bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li CPT kir ku bi erkê xwe rabe û tavilê dawî li van binpêkirinan bê anîn.
-

Ji bo girtiya nexweş Hanîfe Arslan cara 7’an serlêdana tehliyeyê
Parêzer Jiyan Ozkapan diyar kir ku rewşa girtiya nexweş Hanîfe Arslan a 76 salî her roja ku diçe xirabtir dibe û îfade kir ku ji bo girtiya nexweş a 68 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, ev cara 7’emîn e ku serlêdana tehliyeyê dikin.
-

‘Ji bo parastina destkeftiyan divê em bi hev re kar bikin’
Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re jin îradeya civakê temsîl dikin û ji ber vê yekê bûne hedef û got, “Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û bidestxistina azadiyê divê em bi hev re bixebitin û dest bidin hev.”
-

Ji ber şerê li Sûdanê nexweşiyên derûnî zêde bûne
Li kilînîkên derûnî li Sûdanê ji ber şerê li welat a zêdetirî salekê didome, gelek nexweşên derûnî tên peydakirin.
-

Îsraîlê êrîşê du dibistanan kir: 30 kes jiyana xwe ji dest dan
Mûdîriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî du dibistanan de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane.
-

Jinên Minbicê di panelek de hatin cem hev
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Minbicê der barê bandorên diyardeyên neyinî yên di civakê de li ser jinan, têkoşîna jinan û destkeftiyên ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, panelek li dar xist.
-

Li Iraqê bertekên li dijî zagona temenê zewacê berdewam dike
Li Iraqê bertekên li ser pêşnûmeya zagona ku temenê zewacê dakeve 9 salî didomin, jin dixwazin ev qanûn bi tevahî bê redkirin.
-

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd sed sal e li ser piya ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di kongreya partiya xwe ya Dîlokê de axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de israr dike û got: " Gelê Kurd sed sal e li ber piya ye.”
-

Kesên li Şengalê hatin qetilkirin li Beşîkayê hatin bibîr anîn
Şêniyên li bajarokê Beşîkayê bi merasîmekê cangoriyên komkujiya Şengalê bibîr anîn û bang li hikumeta Iraqê hate kirin ku zagona rizgar bûyiyan weke tê xwestin bîne cih.
-

Ji meşa li dijî fermanê: PKK’ê bi hawara me ve hat
Emşê Elî ya beşdarî meşa ku bi boneya 10`min salvegera fermanê hat lidarxistin bû anî ziman ku ewê xiyaneta ku PDK’ê li wan kiriye jibîr nekin û gotin: “Ger PKK’ê bi hewara civaka Êzidî nehatiba niha wê tu kesê Êzidî di Şengal de tuneba.”
-

Îsrail car din zarokan hedef girt
Di êrişa Îsrailê yê li dijî konên ku li hewşa nexweşxaneya Şehîdên Aksa ya li Xezayê û dû avahiyên cûda de herî kêm 16 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes birîndar bûn. Di êrişa li ser Lûbnanê de zarokek jiyana xwe ji dest da.
-

Ji Kabîlê jinan bertek nîşanî cezayên darvekirinê dan
Jinên Efganiyên ku dibêjin “Roja hesap xwestina jinan ya ji Talîban û mollayan tê” cezayê darvekirinê yê ji Pexşan Azîzî û Şerîfe Muhammedî hatîn dayîn şermezar kirin û gotin: “Divê em hêstirên çavê xwe veguherînin hêzê.”
-

Hejmara 75’emîn a Kovara Jin derket
Hejmara 75’emîn a Kovara Jin bi berga “Etîk û estetîka berxwedana jinê afirandî” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Rejîma Îranê qedexeya hevdîtinê da 37 girtiyên jin
Ji aliyê rêveberiya girtîgeha Îranê ve 37 girtiyên jin ên siyasî ku li girtîgeha Evîn tên girtin, bi hinceta cezayê darvekirinê ya li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye dayîn protesto kirine, qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran hate dayîn.
-

‘Li Colemêrgê li dijî şerê taybet divê xeta hevpar a têkoşînê were avakirin’
Hevseroka şaxa ÎHD ya Colemêrgê Sîbel Çapraz anî ziman ku li Colemêrgê şerê taybet ji ekolojî heta çandî pir alî tê bikaranîn, diyarkir ku li dijî van polîtakayan bêdeng nabin û li dijî vê yekê pêwîstî bi pêşxistina xeta têkoşîna hevpar heye.
-

Jinên li kampên Idlibê dijîn: Ne ewlehî ne aramî heye
Li kampên Idlib a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ de ye bi zêdebûna germê re nexweşî jî zêde dibin. Jinên li kampan dijîn gotin: “Ne ewlehî ne jî aramî heye.”
-

Jinên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji herêmê were derxistin
Jinên li kantona Şehbayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe anîn ser ziman, teqez kirin ku armanca êrîşan qirkirin e û gotin: “Divê dewleta Tirk ji herêmê were derxistin.”
-

-

Jinên nivîskar ji bo ‘Pêşangeha Pirtûkan a Rojava’ amadekarî dikin
Nivîskar û helbestvanên jin ji bo beşdarbûna 8’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Rojava, xwe amade dikin û dibêjin: “Ev derfetek e ji bo me jinan ku em ji salên borî bi hêztir bibin, hest û ramanên xwe belav bikin.”
-

‘Li hemberî binpêkirinên li Îmralî CPT û dewleta Tirk di nav lihevkirinê de ne’
Hiqûqnas û saziyên civaka sivîl bal kişandin binpêkirina mafê hiqûqî yê li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û gotin: “CPT û dewleta tirk di nav lihevkirinekê de ne ku rewşa Rêber Apo ji parêzer, malbat û gel veşêrin.”