rojane
-

Jinan komkujiyên li Dêrezorê şermezar kirin
Jinan komkujiyên li gundê Dehle û Cidêdet Begara şeremzar kirin û bi gotinên: “Em ê destkeftiyên şoreşa xwe ku bi saya xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin” xwestin hesab ji berpirsan were pirsîn.
-

Vegera Şengalê ya Êzidiyan berberdewam dike
Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê diyarvkir ku di nava du rojan de 800 malbat vegeriyane Şengalê.
-

Jinên Efganistanê: Heta edalet pêk neyê em ê dest ji têkoşînê bernedin
Tevgera jinan a ji bo Azadiyê der barê salvagera sêyem a desteserkirina Efganistanê ya Talîbanê de daxuyanî da û diyar kir ku heta edalet pêk neyê, wê dest ji têkoşînê bernedin û bang li civaka navneteweyî kir.
-

ÎSÎG: Di nava 11 salan de 407 karkeran jiyana xwe ji dest dane
ÎSÎG’ê, di rapora xwe de diyar kir ku di nava 11 salan de di baskê kar ê xurekan de herî kêm 407 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
-

Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê da
Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê bênavber didome. Artêşa Îsraîlê piştî komkujiyê li dibistanek pêk anî ferman da welatiyên taxeke li bakurê bajarokê Xan Yûnûsê ku demildest wê derê vala bikin.
-

Dem Partî ji bo Şengalê bang kir
DEM Partiyê der barê Şengaliyên ku ji kampên Duhok û Zaxoyê ji ber provakasyona PDK’ê neçar man birevin daxuyanî da û got: “PDK a ku di dema komkujiyên DAIŞ’ê de xelkê Êzidî bi tenê hişt wê bibe berpirsyarê sereke yê komkujiyeke nû.
-

Li Efrîqaya Başûr li dijî darvekirinan çalakî li dar xistin
Jinên li eyaleta Gauteng a Efrîqaya Başur, li Pretoriayê çalakiyek ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî ya ku Îranê cezayê darvekirinê li wan biriye, li dar xistin. Jinan peyama “Heta hemû kes azad nebin em nasekinin dan.”
-

Hejmara nû ya Kovara Jin derket
Hejmara nû ya Kovara Jin bi sernavê “Kesayeta şerê li dijî jinê” derket.
-

‘Rizgariya jinên Îranê bi berdewamkirina berxwedanê pêkan e’
Jinên Misirê ên bal kişandin ser zextên li ser jinên Îranê û gotin: “Rizgariya jinên Îranê bi berdevamkirina berxwedanê pêkan e” û diyar kirin ku hevgirtina jinên cîhanê ya li dijî zilmê girîng e.
-

‘Texrîbatên li ser jîngeh rûyê desthilatdariyê nîşan didin’
Mamosteya teqawîd Şilêr Ebdulmecîd der barê êriş û dagirkeriya li ser jîngeha başûrê Kurdistanê de wiha got: “Serweriya welat hatiye binpêkirin, sînor ji holê rabûye, dijmin bi daxwaza xwe li axa me tevdigere.”
-

Li Tirkiyê Instangram disa hat vekirin
Li Tirkiyê astengiya xwe gihandina Instagramê hat rakirin.
-

‘Di berxwedana Pexşan Ezîzî de şopa Şirîn Elemhulî heye’
Rojnameger Rûhêyv Botan, bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Moha-ammadî hat birîn da û got: “Dema ku hûn nameya Pexşan Ezîzî bixwînin, hûn ê şopa Şirîn Elemhulî ya li dijî rejîma Îranê serî netewand bibînin.”
-

Jinên Pasûrî li zozanên xwe madenan naxwazin
Jinên ku ji bajarên cuda tevli mitînga li dijî projeya madenê ya tê xwestin li Zozanê Hesandin ê Pasûrê were çêkirin bûn bal kişandin ku ew ê ji bo axa xwe bi biryardarî têbikoşin û diyar kirin ku armanc bi projeyê koçberkirina mirovan e.
-

‘Çareseriya krîza Sûriyeyê bi diyaloga gelên Sûriyeyê pêkan e’
Rojnamavan Sozda Ehmed teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di hundirê Sûriyeyê de bi gelê Sûriyeyê pêkan e û wiha got: “Nîqaşên bi derveyî Sûriyeyê re ji bo krîza heyî nabin çareserî, berevajî dê temenê krîzê dirêjtir û kûrtir bibe.”
-

‘Rojnamavanên jin li dijî her cure polîtîkayan li ber xwe didin’
Rojnamevan Farqîn Kara ya ji Wargeha Mexmûrê, diyar kir ku hêzên serdest ji bo tunekirina rojnamevanên jin her cureyê polîtîkayên qirkirinê dimeşînin û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinan a li dijî êrîşan.
-

Şêniyên Qamişlo li dijî komkujiya Dêrezorê daketin qadan
Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê yên li Dêrezorê ku di encamê de 11 welatî piraniya wan jin û zarok jiyana xwe ji dest dan, meşiyan.
-

RSF: Tirkiye mezintirîn girtîgeha rojnamevanan a cîhanê ye
Li gorî rapora RSF’ê; Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de herî kêm 131 rojnameger hatin girtin û 5 rojnameger hatin qetilkirin. Wekî din, RSF’ê di sala 2018’an de Tirkiye weke “mezintirîn girtîgeha rojnamevanan a cîhanê” îlan kir.
-

Ji Hesendînê bang kirin: Em zozanên xwe nadin tu kesî
Di mîtînga li dijî projeya madenê ya li zozanên Hesendînê a navçeya Pasûr a Amedê hat lidarxistin de, peyama "Em zozanên xwe nadin tu kesî" hat dayîn.
-

REPAK: Piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jinên Iraqê
Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) di daxuyaniya xwe ya li dijî guherîna zagonê ku li Iraqê rê li ber zewaca zarokan vedike, banga piştevaniya gerdûnî kir.
-

Kongra Star: Êrişên hêzên Şamê rê li ber vejandina DAIŞ’ê vedike
Kongra Star der barê komkujiya hêzên Şamê de daxuyanî da û diyar kir ku êrişên hikumeta Şamê yên li ser herêmê rê li ber êriş, xurtkirin û zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê vedike û banga xwedîderketina li QSD, YPG, YPJ’ê û Hêzên Ewlehiyê hat kirin.