rojane
-

Ji bo hebûna gelê xwe parçeyek ji bedena xwe da
Dîcle Tirbespiyê şervaneke YPJ’ê ye ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve li dijî DAIŞ’ê û hemû komên çete şer kir. Dîcle ji aliyê Tirkiyeyê ve hat hedefgirtin û di encamê de herdu lingên wê jêbûn lê tevî wê jî doza xwe didomîne.
-

Jinan li dijî guhertina Zagona Rewşa Kesane helwest nîşan dan
Jinên Partiya Komunîst a Kurdistanê li Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin û bang li jinên Iraqî kirin ku li dijî pêşnûmeya sererastkirina zagna kesane helwesteke tund nîşan bidin.
-

Zarok û jinên Êzîdî yên hatibûn rizgarkirin vegeriyan Şengalê
Di 1’ê Tebaxa Îsal de Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) 2 jin û zarokek Êzidî ji kampa Holê rizgar kirin, îro 2 ji wan vegeriyan Şengalê. Ji aliyê malbatê wan û TAJÊ ve bi germahî hatin pêşwazî kirin.
-

Di êrişên li ser Dêrazorê de jinek jiyana xwe ji dest da
Jinek ku di êrişa hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên girêdayî wê de li ser Dêrazorê bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
-

Li Zivala Xezayê 10 hezar kes hê jî winda ne
Di daxuyaniya girêdayî Zivala Xezayê ya di bin êrîşê Îsraîlê de hat ragihandin ku 34 kes ji ber birçîbunê jiyana xwe ji dest dane, nêzî 3 hezar û 500 zarokên ji ber kêm xwarinê û 10 hezar kes jî hîna windane.
-

Komiteya Mamostayên Sûdanê banga agirbestê kir
Komîteya Mamosteyên Sûdanê destnîşankirin ku ji ber pevçûnên li Sûdanê 19 milyon zarok ji xendinê bêpar mane û ji bo avakirina eniyek agirbestê bang li aliyên şer kirin.
-

Rêxistinên jinan bertek nîşanî guherîna zagona kesî dan
Rêxistinên jinan li dijî hewldanên ji bo guherîna zagona kesî bertek nîşan dan û diyarkirin ku erêkirina vê zagonê tê wateya vegerandina serwerî û desthilata dezgehên olî ya kevin a bi aqlê mêrsalariye û anîn ziman ku divê pêşî li vê bê girtin.
-

TJA ji bo piştevaniya bi civaka Êzidî re bang kir
TJA, têkildarê êrişên li dijî civaka Êzidî daxuyaniyek da û ji bo piştevaniya bi Êzidiyan re bang li hemû jin û gelê cîhanê kir.
-

‘Jinên Efgan kabûsên herî xirab jiyan dikin’
Di sala 3’emîn a ku Talîban rêvebirina Efganîstanê bi dest xistî de ji Saziya Şopandina Mafên Mirovan Ferişte Abbasi di rapora hazirkirî de, bal kişand ser jinên Efgan kabûsên herî xirab jiyan dikin.
-

YRJ’ê li dijî cezayên darvekirinê kampanya îmzeyan ragihand
YRJ’ê li dijî biryara Îranê ya darvekirina rojnemevana kurd û çalakvana mafê jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî kampaniya îmzeyan ragihand.
-

‘Wekî duh îro jî em ê di tekoşîna jinê de hevpar bin’
Koordînatora Navnetewî ya Rêxistina Wekheviyê Dalila Mahfouz got: “Li Tûnis, Îran, Kurdistan û bi giştî Rojhilata Navîn li dijî zextên hêzên metînger û rejîmên heremî wekî duh îro jî em ê di tekoşîna jinê de hevpar bin.”
-

Li Nîjerê ji ber barana zêde 94 kes mirin
Li Nîjerê hejmara kesên ku di lehî û şimitîna axê ya ku di encama barana zêde ya ji hezîranê vir ve pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 94’an.
-

Di şerê li Sûdanê de jin ji bo hebûna xwe li ber xwe didin
Ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê gel û bi taybetî jî jin ji bo jiyanê têdikoşin. Jinan diyar kirin ku gelek metbexên bêpere ji ber kêmasiyan alîkariya xwarinê qut kirine û bang li civaka navneteweyî kirin.
-

Kongra Star ji bo jinên Ereb ên Til Temirê dewreya perwerdê vekir
Bi armanca perwerdekirina jinan û avakirina jinên zana û malbateke demokratîk, Kongra Star li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê dewreya Şehîd Rojbîn Ereb ji jinên Ereb re, vekir.
-

Ji bo jinan perwerdeya tendirûstiyê tê dayîn
Komîteya tendirustiyê ya Kongra Star li texa El-Teyî ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, perwerdeyên tendrustiyê dide jinên ji pêkhateya Ereb.
-

Foza Yûsif: Gelên li herêmê ji diyalogê re vekirî ne
Endama Desteya Serokatiya PYD Foza Yusif bal kişand êrişên li Dêrezorê, diyar kir ku gelên li herêmê ji diyalogê re vekirî ne û anî ziman ku Sûriye ya suriyeyiyan e, çareserî di destê Sûriyeyan de ye; ne di Astana û Cenevê de ye.
-

Jinan komkujiyên li Dêrezorê şermezar kirin
Jinan komkujiyên li gundê Dehle û Cidêdet Begara şeremzar kirin û bi gotinên: “Em ê destkeftiyên şoreşa xwe ku bi saya xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin” xwestin hesab ji berpirsan were pirsîn.
-

Vegera Şengalê ya Êzidiyan berberdewam dike
Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê diyarvkir ku di nava du rojan de 800 malbat vegeriyane Şengalê.
-

Jinên Efganistanê: Heta edalet pêk neyê em ê dest ji têkoşînê bernedin
Tevgera jinan a ji bo Azadiyê der barê salvagera sêyem a desteserkirina Efganistanê ya Talîbanê de daxuyanî da û diyar kir ku heta edalet pêk neyê, wê dest ji têkoşînê bernedin û bang li civaka navneteweyî kir.
-

ÎSÎG: Di nava 11 salan de 407 karkeran jiyana xwe ji dest dane
ÎSÎG’ê, di rapora xwe de diyar kir ku di nava 11 salan de di baskê kar ê xurekan de herî kêm 407 karkeran jiyana xwe ji dest dane.