rojane
-

Kamala Harris bû namzeda serokomariyê ya Partiya Demokrat
Kamala Harris di hilbijartinên serokomariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), de bû namzeda Partiya Demokrat.
-

MXDŞ biryara girtina PADÊ şermezar kir
MXDŞ’ê biryara girtina PADÊ ya ji aliyê Dadweriya Iraqê ve şermezar kir û wiha hate gotin: “Di salvegera fermanê de biryara girtina PADÊ, bêrêziya herî mezin ya li beramberî civaka Êzidiyan e û biryara dewleta Tirk e.”
-

Li dijî Talîbanê ji bo çalakiyan bang hat kirin
Tevgera Şemiya Mor, bal kişand ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Talîbanê re dibin sedema teşwîqa şîdetê û dijminahiya jinan û ji ber dijminahiya Talîbanê ya li dijî jinan bang hat kirin ku bi lezgînî çalakî werin lidarxistin.
-

Encamnameya komxebata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk hate eşkere kirin
Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partî di encamnameya komxebata xwe ya li Wanê de diyarkir ku wê gelê Kurd li daxwaza xwe ya bi rêvebirinê xwedî derbikeve, li dijî zîhnyeta talanê û înkarê wê cardin bibe pêşengê ji nûve avakirinê.
-

NADA ji bo jinan bang kir
NADA ji bo jinên Êzidî, Efagan, Sudan û Filistinî bang li saziyên navnetewî kir ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li Îranê, zextê bikin.
-

Di meha Tîrmehê de 144 cînayetên kar pêk hatiye
Li gorî rapora mehane ya Meclîsa ÎSÎG'ê, di meha Tîrmehê de 10 jê jin 144 cînayetên kar pêk hatiye.
-

Şandeya Şengalê serdana YPJ'ê kir
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro şandeya Şengalê ya ku ev çend roje li herêmê rêzecivîn û hevdîtinan pêk tîne, pêşwazî kir. Di hevdîtinê de herdû jinên Êzîdî Tawaf û Ezîze ku ji aliyê YPJ hatinbûn rizgarkirin jî amade bûn.
-

Li Osmaniyeyê serdegirtina ‘dawetê’
Hat zanîn ku li Osmaniyeya Edeneyê bi hinceta ku di dawetê de li ber stranên Kurdî govend hatiye gerandin, hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
-

JINNEWS: Di meha Tîrmehê de 21 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê ya ajansa JINNEWS’ê; 21 jin û 4 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 22 jin û 2 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
-

Iraqê biryara girtina Tevgera Azadî, PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî, PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê werin girtin.
-

Li Pasûrê li dijî madenê têkoşîn: Ev xak a me ye em ê nedin kesê
Şêniyên Pasûrê ku li dijî ocaxa madenê ya ku dihat xwestin were çêkirin di nava têkoşînê de ne bi gotinên; “Ev xak a me ye, em ê nedin kesê” bang kirin ku hemû kes di 10’ê Tebaxê de beşdarî mîtînga li zozan were li darxistin bibin.
-

Di meha Tîrmehê de li başûrê Kurdistanê 9 jin hatin qetilkirin
Li herêma federal a Kurdistanê qetilkirin û mirina bi guman, her diçe zêde dibe, tevî zagona pêşîlêgirtina tundiyê jî tenê di meha Tîrmehê de 9 jin an hatin qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
-

Li Îranê emeliyatên estetîkê zêde dibin: Divê hişyariya civakî çêbibe
Jinên Îranê bal kişandin ku bi zêdebûna bikaranîna medyaya dîjîtal, di demên dawî de li Îranê bazirganiya li ser emeliyatên estetîkê zêde bûye û gotin: “Riya rizgarkirina civakê ji polîtîkayên mêrsalar û koletiyê, ew e ku şiyariya civakî çêbibe.”
-

Feyrûz Xelîl: Paşguhkirina DAIŞ’ê rê li ber fermanan vedike
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Reqayê Feyrûz Xelîl diyar kir ku dewletên ji fermana Şengalê re bêdeng man û darizandina DAIŞ’ê paşguh dikin, rê li ber fermanên nû vedikin.
-

Jin ji ber qutbûna avê zehmetiyan dikşînin
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ya destpêka îsal li ser binesaziya Kantona Cizîrê, hîna jî jinên li gundê Beynadûr êşên wê dikşînin. Jinan diyarkirin ku ji ber qutkirina kehrebê, avê û bilindbûna pileyên germê nikarin çandiniyê bikin.
-

Rewşenbîrên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî çanda Kurdî şermezar kir
Rewşenbîr û hunermendên li Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk yên li dijî çand û zimanê Kurdî qedexe dike şermezar kirin.
-

Dewlata Tirk li Qamişlo êrişî kargeha Golden Roz kir
Dewlata Tirk bi balefira bê mirov li kantona Cizîrê ya bajarê Qamişlo kargeha Golden Roz a zeytê topbaran kir.
-

Şandeya Şengalê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rêveberên TEV-DEM`ê re civiyan.
-

Ji Îtalya û Kolombiyayê piştgirî ji bo kampanya li dijî darvekirinê
Tevgera KJAR’ê ya ji bo dawî kirina cezayên darvrkirnê yên li Îranê dayî destpê kirin re, ji jinên Îtalî û Kolombiya de piştgirî hat. Jinan bi peyama xwe piştgirî dan kampanyayê.
-

Werişe Muradî dadgehê protesto kir parastina xwe ji gel re kir
Endama KJAR'ê Werîşe Muradî ya ku parastina xwe ya ji gel re ragihand diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî beşdarî rûniştina duyemîn a 4'ê Tebaxê nebû.