rojane
-

Xizmên Windayan xwestin failên komkujiya Dîgorê werin cezakirin
ÎHD’ê û xizmên windayan, xwestin faîlên 17 kesên ku di sala 1993’yan de li navçeya Dîgora Qersê hatin qetilkirin, werin cezakirin.
-

Êzîdiyên ji kampan reviyan gihîştin Şengalê
Duh ji ber provakasyona PDK bi sedan malbatên Êzîdî ji kampên Duhok û Zaxoyê reviyan û berê xwe dan Şengalê. Asayîşa Êzidxanê ragihand ku Êzîdiyên xwe gihandin Şengalê ji aliyê hêzên wan ve hatine pêşwazîkirin.
-

‘Divê li Suweydayê hişyariya li dijî tundiya dijîtal zêde bibe’
Parêzer Salam Obaid bal kişand ser zêdebûna tundiya dîjîtal a li bajarê Suweydayê û diyar kir ku gelek jin û zarokên keç bi tirsa ji civakê werin dûrxistin tiştên jiyane vedişêrin, anî ziman ku divê hişyariya civakê were avakirin.
-

Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan dest pê kir
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokên ya kantona Firatê ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê hat li dar xistin dest pê kir.
-

Dayîkên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe hatin gel hev
Dayîkên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê ku berî 31 salan ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin ba hev.
-

Neteweyên Yekbûyî: Îsal rejîma Îranê 345 kes bi dar vekirin
Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji serê salê ve li Îranê zêdeyî 345 kesên ku 15 ji wan jin bûn, hatine darvekirin.
-

Îsraîlê li Xezayê êrişî dibistanek kir herî kêm 100 Filistînî hatin qetilkirin
Îsraîlê êrîşê dibistanek ku Filistîniyên ji cihê xwe bûne lê diman kir. Di êrîşê de herî kêm 100 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Ofîsa Medyayê ragihand ku 2 rojnamevanên din jî hatine qetilkirin.
-

‘Divê têkoşerên ragihandina azad li dijî dagirkeriyê zêdetir bixebitin’
Rojnamevan Semîre Seîd der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê de diyar kir ku Ragihandina PDK’ê bi çavên dagirkeran bûyerê dişopîne.
-

Bêrîvan heqê keda xwe nagirin
Berîvanên ku bi hilatina rojê, carna bi hespan, carna jî bi kamyonan diçin deştên Geverê, diyar kirin ku ew bi firotina berhemên ku ji şîr çêdikin debara xwe dikin lê dahata wan ne weke berê ye û têra wan nake.
-

YE bersiv da dosyaya TAJÊ ya ji bo darizandina berpirsên fermanê
TAJÊ beriya salvegera fermana 74’an ji bo darizandina PDK’ê û hemî berpirsên fermanê dosya û nameyek ji gelek cihan re şandibû. YE bersiv da TAJÊ û diyar kir ku belge û nerînên di dosyayê de hatine pêşkeşkirin dê werin nirxandin.
-

Jinên Êzîdî: Biryara girtina PADÊ plana dewleta Tirk û PDK’ê ye
Jinên Êzidî bertek nîşanî biryara Iraqê ya ji bo girtina PADÊ dan û diyar kirin ku PADÊ bi xwîna şehîdên wan hatiye avakirin, her wiha destnîşan kirin ku biryara girtina PADÊ bi plana dewleta Tirk û PDK’ê pêk hatiye.
-

Koma govendê ya dayikan: Govend dê bibe rêbazek li dijî dagirkeriyê
Koma Dayikan a Govendê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Firatê, bertek nîşanî kiryar û êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina çanda Kurdî tên kirin dan û gotin: “Govend dê bibe rêbazek li dijî dagirkeriyê.”
-

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 76’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 386’emîn de bi dewirgirtina koma 76’emîn berdewam dike.
-

Bi hezaran Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
Li gorî agahiyan ji ber gefa êrişan ya li ser kampên koçberên Êzidî yên li Dihokê, bi hezaran Êzidî çadirên xwe berdane û berê xwe didin Şengalê.
-

Jinên Şengalê: Em ê nehêlin îradeya me tune bê hesibandin
Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî saziyên xwe ji bo PADÊ meşiyan. Jinên beşdarî meşê bûn bertek nîşanî biryarê dan û gotin: “Em ê nehêlin îradeya me tune bê hesibandin.”
-

Li Îranê îşkence li jinên şert û mercên girtigehê protesto kirin hat kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Vakilabad a bajarê Meşhedê ji ber nerazîbûna li dijî şert û mercên girtîgehê rotesto kirin rastî îşkenceyê hatin û cezayê ragihandinê li hat birîn.
-

Dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
Balafirên şer ên Tirkiyeyê, gundên Guherzê û Kanî Belavê yên navçeya Amêdiyeyê bombebaran kirin.
-

Kombûna Jinan a Zenûbya êrişên li dijî Dêrazorê şermezar kirin
Kombûna Jinan a Zenûbya bi daxuyaniyekê êrişên çekdarên "Dîfa Watanî" yên hêzên hikumeta Şamê li dijî welatiyan û hêzên leşkerî yên li kantona Dêrazorê şermezar kirin.
-

Di encama êrişên dewlata Tirk de zarokek keç ya 15 salî birîndar bû
Dewleta Tirk bajarê Şêrewa û Şera ê Efrîn û derdora bajarokê Til Rifatê topbaran kir. Di encamê de zarokek keç ya 15 salî birîndar bû.
-

OECD: Li Tirkiyeyê 6.5 milyon zarok di nava xizaniyê de ne
OECD’ê Ragihand ku li Tirkiyeyê 6.5 milyon zarok di nava xizaniyê de ne. Li gorî rêxistinê ji 5 zarokan yek bê xwarin e.