Li Mexribê ji bo beşdariya siyasî ‘Hevpeymana Wekheviyê’
Yekîtiya Karûbarên Jinan, li Dar El-Beyda ji bo xurtkirina wekhevî û derfetên wekhev di nava partiyan de, hevpeymanek nû da destpêkirin. Yekîtiyê, bang kir ku jin ji tundiyê werin parastin û di pêvajoyên biryargirtinê de hebin.
HENAN HERÊT
Mexrib – Yekîtiya Karûbarên Jinan, duh li bajarê Dar El-Byeda yê Mexribê "Di Rêveberiya Wekhevî, Derfetên Wekhev û Partiyê de Hevpeymana Rêveberiyê” da destpêkirin. Vê însiyatîfa sivîl, bang li partiyên siyasî kir ku di nava avahiyên xwe yên rêxistinî de prensîbên wekhevî û wekheviya zayendî bi cih bînin, ji bo parastina jinan ji tundiyê mekanîzmayên siyasî biafirînin û hebûna jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de xurt bikin. Însiyatîf, ji bo amadekariyên pêvajoyên hilbijartinê yên pêş hat destpêkirin.
Hevpeyman, bi beşdariya parlamenterên jin, nûnerên hilbijartî, çalakvanên partiyan û parêzvanên mafên mirovan, bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Beşdaran, rewşa heyî ya beşdariya siyasî ya jinan û tevî destkeftiyên destûrî û zagonî yên ku tevgera jinan a di dehsalên dawî de bi dest xistine jî astengiyên ku hê gihîştina wan a navendên biryargirtinê sînordar dikin, nîqaş kirin.
‘Hevpeymana nû jinan ji tundiya siyasî û dîjîtal diparêze’
Seroka Yekîtiya Karûbarên Jinan Ayşe El Hayyan, diyar kir ku armanca vê însiyatîfê xurtkirina mafên siyasî yên jinan e û divê ji bo bicîhanîna prensîbên wekheviyê ya di nava partiyên siyasî de mekanîzmayên berbiçav werin afirandin.
Ayşe El Hayyan, diyar kir ku peyman ji bo têkoşîna li dijî cudakarî û tundiya siyasî ya ku jin di partî û pêvajoyên hilbijartinê de pê re rûbirû dimînin hatiye amadekirin û tekez kir ku wekhevî û derfetên wekhev divê bibin hêmanên bingehîn ên xebata partiyê. Ayşe El Hayyan, destnîşan kir ku peyman ne tenê prensîban destnîşan dike, di heman demê de mekanîzmayên ku pêkanînê bişopînin û platformên dîjîtal ên jinên tundiya siyasî dîtine, dikarin xwe bigihîjînin, pêşniyar dike û got: “Armanca van mekînazmayan ew e ku di demên hilbijartin û piştî hilbijartinê de parastin û piştgiriyê bidin jinan.”
Ayşe El Hayyan, diyar kir ku tundiya dîjîtal yek ji astengiyên mezin in li pêşya beşdariya siyasî ya jinan e û tekez kir ku divê partî li dijî gef, heqaret û tacîza dîjîtal mekanîzmayên rapor û parastinê ava bikin. Ayşe El Hayyan, tekez kir ku pêdivî bi tedbîrên pêşîlêgirtinê û piştgiriya ji bo jinan heye û got ku hevpeyman armanc dike ku kêmasiyên di pratîkên partiyan de çareser bike û partiyan teşwîq bike ku bi Makezagona Bingehîn a 2011’an re erkên navneteweyî di warê mafên jinan de teşwîq bike.
‘Divê beşdariya siyasî ya jinan were xurtkirin’
Endama Yekîtiya Karûbarên Jinan Zehra El-Werdî jî diyar kir ku peyman di encama şêwirmendiyên bi çalakvanên partî, endamên parlamentoyê û nûnerên herêmî de hatiye amadekirin û got: “Hevpeyman armanc dike ku peyman beşdariya siyasî ya jinan xurt bike, di hilbijartina namzedan de zelalî û derfetên wekhev misoger bike û di kampanyayên hilbijartinê de piştgiriya darayî ya wekhev ji jinan re peyda bike.”
Zehra El-Werdî, da zanîn ku belge pêşniyar dike beriya hilbijartinê, di dema hilbijartin û piştî hilbijartinê de piştgiriya perwerde û avakirina kapasîteyê jinan were peydakirin. Zehra El Verdî, diyar kir armanc ne tenê ew e ku jin bibin namzed, di heman demê de dixwazain jin di parlamentoyê, meclîsên hilbijartî û rolên serokatiyê de bigihîjin pozîsyonên biryargirtinê.
Têkoşîna jinan ji bo bidestxistina destkeftiyên girîng bû tevkarî
Axaftvanên din, destnîşan kirin ku tundiya siyasî ya li dijî jinan ne tenê êrîşên fîzîkî, di heman demê de tundiya dîjîtal, heqaret û şantajê jî vedihewîne.
Di civînê de hat gotin ku ev pêkanîn dijwar dike ku jin çalakiyên xwe yên siyasî bidomînin û wan ji girtina berpirsiyariyê bêhêvî dike. Beşdaran, tekez kirin ku "çanda bêdengiyê" di nava partiyan de rê li ber jinan digre ku binpêkirinên dijîn nikaribin ragihînin û beşdariya wan a siyasî sînordar dike. Hevpeyman, ji bo şopandina pabendbûnên partiyan avakirina komîteyek, şopandina prensîbên wekheviyê û veqetandina çavkaniyan ji bo perwerde û avakirina kapasîteyên jinan, pêşbînî dike. Beşdaran, diyar kirin ku têkoşîna jinan a di warê zagonî de destkeftiyên girîng bi dest xistiye lê pêkanîna wan a tevahî di nava partiyên siyasî de hê jî dibe sedema pirsgirêkan.
Di dawiya civîna çapemeniyê de, beşdaran bang li partiyên siyasî kirin ku peymanê qebûl bikin û di rêziknameyên xwe yên navxweyî de bi cih bikin. Hat gotin ku serkeftina peymanê bi pratîkên berbiçav ve girêdayî ye dê beşdariya wekhev a jinan di jiyana siyasî de misoger bike. Her wiha hat tekezkirin ku divê ji bo jinan hawîrdorek bi ewle were afirandin ku beşdarî çalakiyên siyasî bibin û beşdarî hilbijartinan bibin.