rojane
-

Rapora tundiya zayendî: 67 serlêdan, binpêkirinên herî zêde tacîza zayendî ye
Li gorî rapora xebatên 2025’an a Komeleya Têkoşîna dijî Tundiya Zayendî, 67 kesên ku xwe gihandine xeta serlêdanê, herî zêde rastî cûrê tundiya zayendî hatîne, êrîşên zayendî, şopandina bi israr û tundiya onlîn di nava binpêkirinan de cih digrin.
-

Ji Amnestyê derbarê zêdebûna krîzên mirovî li Sûriyeyê de hişyarî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) banga rawestandina binpêkirinên mafên mirovan ên giran li Sûriyeyê kir. Amnesty hişyarî da ku nebûna lêpirsînên serbixwe û hesabpirsîna rastîn êşa gel zêde dike.
-

Penaberên di siya pêvçûnê de: 130 milyon mirov nikarin ji bo pêşerojê xeyal bikin
Ji komîsyona Mafên Koçberî û Penaberan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî bal kişand ser bandora şerê Rojhilata Navîn li ser penaberan û got: “Mirovên barê giran ê penaberiyê li ser milên wan maye ji hemû derfetên ewlehiyê bêpar in.”
-

Ji werza biharê de jin li Kobanê bi keda destan baxçeyan diçînin
Jinên gundê Şêranê yê bajarê Kobanê ku dest bi çandina baxçeyên havînê kirine, diyar kirin ku ev rêbazê çandiniyê çandek e, xwe dispêre bi hezaran salan keda ku bi destên jinan hatiye avakirin.
-

Rojnameyên Kurdî; Îspatkirina nasnameya jinên Kurd
22’yê Nîsanê ne tenê salvegera yekem hejmara rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê ye, di heman demê de qonaxek ji bo hizirkirina li ser dîroka ku jinên Kurd ji bêdengiyê ber bi wêrekî ve çûne ye. Hapsa Xanî Neqîb li Silêmaniyê nexşeyek ji bo xwe xêz kir.
-

Cûdî Elî: Rojnamegeriya Kurdî di 128 salan de bû xwedî gelek destkeftiyan
Rojnamevan Cûdî Elî diyar kir rojnamevanên Kurd bi belgekirina bûyeran bûn deng û rengê heqîqetê û got: “Bi saya keda hevalên xwe, îro em xwedî mîrateyeke dewlemend in. Rojnamegeriya Kurdî mîraseke sedsalê ji me re hişt.”
-

‘Divê hikûmet nasnameya YPJ’ê wek artêşek jinê bipejirîne’
Eyhan Yûnis da zanîn ku divê YPJ bêyî ku xwe biguhere, nasnameya xwe winda neke û wekî artêşek jinê di nav Wezareta Berevaniya Sûriyeyê de cih bigre. Eyhan Yûnis, bang li jinên cîhanê kir ku bi rihê Îvana Hoffmann û Lêgerîn Çiya xwedî li YPJ’ê derkevin.
-

Waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê berê, Tuncay Sonel hat girtin.
-

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Cezayîrê azadî tê sînordarkirin
Rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku sînordarkirinên li ser azadiya derbirîn, azadiya civîn û çalakiyên sendîkayan li Cezayîrê bi girtin, darizandin û qedexekirina çalakiyan zêde dibin.
-

IHRNGO: Li Îranê di 53 rojan de 3 hezar û 646 kes hatin girtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), ragihand ku di encama şerê Îsraîl-DYE li dijî Îranê û pêvajoya agirbestê de herî kêm 3 hezar û 646 kes hatine girtin.
-

Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê: Em vê taritiyê qebul nakin
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê diyar kirin ku di tarîtiyê de hiştina lêpirsîna Gulistan Doku hilbijartinek siyasî ye. Xwendekaran ragihand ku ew vê tarîtiyê qebûl nakin û gotin: “Doza Gulistan Doku meseleyeke edaletê û têkoşînek polîtîk e.”
-

Li Muşê Konferansa 'Komun û Şaredariyan'
Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê, bi slogana "Komun Şaredarî ye, Şaredarî Komun e" konferansek li dar dixe.
-

Tuncay Sonel bê kelebçe sewqî edliyê kirin: Bertekên li dijî sewqa bê kelebçe
Ji 15 kesên di çarçoveya doza Gulistan Doku de hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin. Waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel bê kelebçe sewqî edliyê hate kirin. Parêzeran bertek nîşanî vê rewşê da.
-

Meclîsa Îştar qetlîamên li ser jin û civakan tên kirin şermezar kir
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê qetlîamên li ser jin û civakan tên kirin şermezar kir.
-

TAJÊ: Li dijî qetilkirina Xezalan, dem dema tekoşîn û berxwedanê ye
TAJÊ xemsariya nexweşxaneyên taybet ên Silêmanî şermezar kir diyar kir ku hedefgirtin û qetilkirina jinan binpêkirina mafên mirovan e û got: “Qetilkirina jinan di asteke jor de tê jiyîn pêwistiya me jinan herî zêde bi hevgirtin û yekîtiyê heye.”
-

Amnesty: Dinya berbi xeteriyê ve diçe
Rapora 2025’an a Rêxistina Efû ya Navneteweyî, nîşan dide ku hiqûqa navneteweyî ya dewletên bi hêz lewaz bûye û şer cihê dîplomasiyê girtiye.
-

Hunermenda Kuweytî Hayat Al-Fahad piştî kariyerek dirêj û navdar koça dawî kir
Hunermanda Kuweytî Hayat Al-Fahad di 78 saliya xwe de, piştî şerekî bi nexweşiyê re, koça dawî kir. Ew yek ji kesên navdar di dîroka dramaya Kendavê de bû, rêwîtiyeke hunerî ya dirêj derbas kir û gelek berheman pêşkêş kir.
-

Li Cezayîrê di meha Nîsanê de şeş jin û zarok hatin kuştin
Di hefteyên dawî de li bajarên cûda yên Cezayîrê, tundiya di nava malê de û cînayetên jin û zarokên keç her ku diçe zêde dibe. Ev yek bû sedemê şokek berfireh.
-

Perwerdeya taybet dê çawa pêşeroja zarokên kêmendam biguherîne?
Cudahiyên zarokek ne bêçaretî ye, şêwazeke cuda ya hebûnê ye. Perwerdeya taybet ne tenê bernameyek e, pira zarokek ji tarîtiya tecrîdê ber bi sînorên civakê ve dibe ye lê di heman demê de di pêşerojê de dibe karakterek bi bandor.
-

Rehîme Tekîn: Zarok li kîjan alî dinêrin dîmen û tevgerên bi tundî dibînin
Endama Komeleya Mafên Zarokan û Medyayê Rehîme Tekîn, diyar kir ku medya tundiya heyî ji nûve hildiberîne û da zanîn ku tundî di jiyana zarokan de belav bûye, çareserî nûçegihaniya ku balê dikşîne ser mafên zarokan e.