rojane
-
Li dijî êrişên qirkirinê jin di berxwedanê de bi biryar in
Dewleta Tirk ji şeva 23’ê Cotmehê ve li dijî seranserî Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê pêk anî. Jinên ku di her qadê de ji bo parastina destkeftiyên xwe têdikoşin anîn ziman ku ew di berxwedanê de bi biryar in.
-
Leyla Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana daxuyanî da û got: “Em hemû ji bo ev şer bidawî bibe bi berpirsyariyeke cidî, dîrokî û kûr re rû bi rû ne.”
-
Ayşegul Dogan: Ji bo pirsgirêka kurd ji bilî guftûgo tu vebijêrkên din tune ne
Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: "Ji ber ku şer li Rojhilata Navîn mezin dibe, ji bilî guftûgo û muzakereyên demokratîk tu vebijêrkên din tune ne."
-
Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 42 hezar û 847
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê pêk anîn de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane di 24 saetên dawî de 55 zêde bû û derket 42 hezar û 847’an.
-
Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Wargeha Mexmûrê, bi meşekî girseyî êrişên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û Şengalê şermezar kirin û gotin: “Em ê wek gelê Kurd bi yekitî û xurtkirina parastina cewherî bersîva hemû êrişên li dijî gelê Kurd bidin.”
-
Li 20 girtîgehan binpêkirinên mafan hate tesbîtkirin
Li Amedê rêxistinên civaka sivîl û hiqûqê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku li 20 girtîgehan 40 serdan hatine kirin û gelek binpêkirin hatine tespîtkirin.
-
Ji Şehbayê peyama jinan: Nikarin vîna gelê azadîxwaz bişkînin
Bi hezaran koçberên Efrîn û gelê Şehbayê li dijî êriş qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan û peyama “Bi êrişan nikarin vîna gelê azadîxwaz bişkînin” dan.
-
Malbata Şenyaşar piştî 6 salan şîn danî
Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên di êrişa xizm û parastvanên parlementerê berê yê AKP’ê Ibrahim Halil Yildiz ve hatin qetilkirin piştî 6 sal û 4 mehan şîn hatiye danin.
-
Bêrîtan Hêvî li Hesekê hat bibîr anîn
Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li Hesekê hat bibîr anîn.
-
Şerê li Lubnanê: 2 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane
Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yê li ser Lubnanê de 2 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane.
-
CFWIJ xwest ku rojnamevanên girtî ên li Îranê demildest werin berdan
CFWIJ cezayê girtîgehê yê rejîma Îranê bi hinceta ku li dijî darvekirinê çalakî kirine daye Nêrgîs Muhammedî û Rojnemavan Pexşan Ezîzî şermezar kir û xwest demildest werin berdan.
-
Li Kobanê meş: Em ê ax û destkeftiyên xwe biparêzin
Şêniyên bajarê Kobanê tevî bombebarana dewleta Tirk ya li ser bajar, li dijî êrişên pêk tên daketin qadan û gotin: “Em ê ax û destkeftiyên xwe biparêzin.”
-
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê berdewamiya hevdîtinan bê pêkanîn
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe ya têkildarî hevditina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re balkişand ku hevdîtinên bi rêk û pêk dê rê li ber çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Tirkiye û herêmê bên vekirin.
-
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif: Wê nikaribin berxwedana me bişkînin
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif a li Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk daxuyanî da, got: “Bi van bombebaranan wê tu çarî nikaribe têkoşîn û berxwedana me bişkîne.”
-
Li Şengalê berteka li dijî êrişan: Em ê serî netewînin
Şengaliyên li dijî êrişên dewleta Tirk ku di encamê de jinek li Şengalê birîndar bû daxuyanî dan, bang li her kesê kirin ku li dijî êrişan bibin yek deng û gotin li dijî êrişan ew ê tu carî serî netewînin.
-
Kongra Star: Dem dema Bêrîtanbûnê ye
Kongra Star Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî û bang li tevahiya jinan û bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xiyanet û kevkariyê têkoşînê bilind bikin.
-
Di êrîşa dewleta Tirk de 2 jê zarok 12 kes hatin qetilkirin
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bilançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir û diyarkir ku dewleta Tirk 42 navendên xizmetguzariyê bombebaran kir û di encamê de 12 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 25 jî birîndar bûne.
-
‘Divê ciwan bibin pêşengên guhertinê’
Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratik hamleyek nû ji bo xurtkirina ciwanan di qada siyasi de dan destpêkirin. Endama Meclisa Ciwanan Sara Hassan, banga tevlibûna kampanyayê kir û diyar kir ku divê ciwan bibin pêşengên guhertinê.
-
TJK-E li dijî êrişan banga parastina Kurdistanê kir
Koordînasyona TJK-E di daxuyaniya xwe ya êrişên dewleta Tirk şermezar kirî de wiha got: “Di serî de jin em bang li dostên xwe û her kesên ku alîgirê mirovahiyê dikin ku Kurdistanê biparêzin.”
-
Jinên Êzidî: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê bilind bikin
Endam û rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) encamên salekî ya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ nirxandin û dan zanîn ku wan salek ji tekoşînê li pey xwe hiştin û ew ê fikrê Abdullah Ocalan jiyanî bikin.