rojane
-

Rojnamevan Hawjîn Şiwane: Di medyayên Başûrê Kurdistanê de jin bê nasname ne
Li Başûrê Kurdistanê li tevahî dezgehên medyayê de zihniyeta zilamsalar serdest e. Lewra ev yek bi xwe re zayendperestiyek pir hişk tîne. Rojnamevan Hawjîn Şiwane got ku divê mijara cudakariya zayendî ji kokê ve were çareserkirin.
-

Ji zimanê şahida zindî: Xwepêşandanên meha Çileyê
Îlham Kerîmî vegotina rastiya meha Çileyê dike. Îlham dibêje ku li hemberî hovîtiya rejîma ku cenaze bi kamyonan kom dikirin, jinan li çeperên herî pêş bersiv da; bi serpoşên xwe jiyana birîndaran xilas kirin û bûn dengê berxwedana Îranê.
-

Rûken Kiliç: Hişbir amûreke polîtîkayên şerê taybet e
Aktivîsta Platforma 'Şiyar Be' Rûken Kiliç anî ziman ku li Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye û got: "Hişbir amûreke polîtîkayên şerê taybet e. Neynika polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên ewlehîparêz e."
-

Li Şengalê Konferansa Jenosîd û Entegrasyonê: Civaka Êzidî ji bo edaletê dicive
Şengal ji bo hesabpirsîna fermanê dicive. Di 15’ê Tîrmehê de li Gelyê Kersê, ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de û neçarkirina Iraqê ya naskirina jenosîdê, civaka Êzidî îradeya xwe ya xweseriyê radigihîne.
-

26 Partiyên siyasî: Kobanê nasnameyek nayê jêbirin
26 partî, rêxistinên civaka sivîl û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar guhertina navê bajarê Kobanê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve şermezar kirin. Tekez kirin ku ev hewldan beşek ji polîtîkayên înkarkirinê ye.
-

'Em ê têkoşîna jinan belavî hemû beşên civakê bikin'
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe de ragihand ku ew ê rêxistina demokratîk a li ser bingeha hevgirtinê ku jin tê de rasterast xwedî gotin û hêza biryargirtinê ne hîn bi hêztir bikin.
-

Şaxa Şarezûr a Yekîtiya Jinan bi kadroyekî nû û destpêkek bihêz dest bi xebatên xwe kir
Li Parêzgeha Helebceyê, Şaxa Şarezûr a Yekîtiya Jinan piştî navberekê, bi kadroyekî nû û bi amadebûna berpirsên bilind çalakiyên xwe da destpêkirin. Berpirsa Şaxê Bêrîvan Awat diyar kir ku armanca wan xizmetkirina jinan di warê hunerî û akademîk de ye.
-

Li Îranê pêla xwepêşandanan: Teqawîdbûyî, nanpêj û mexdûrên xanî li ser piyan in
Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê komên pîşeyî û beşên civakî yên cuda ji ber enflasyon, giranî, şert û mercên dijwar ên jiyanê û pirsgirêkên aborî daketin qadan.
-

Zêdetirî du mehane çarenûsa Somayeh Aghayarî nediyar e
Jina ji bajarê Semîromê Somayeh Aghayarî, piştî serdegirtina mala xwe ji aliyê Îstîxbarata Pasdaran ve hat girtin û ev du meh in malbata wê tu agahiyeke zelal derbarê rewşa wê de bi dest nexistiye. Rayedarên dadwerî tu daxuyaniyek nedine.
-

Hevkêşiya di Navbera Îran û Emerîkayê de ‘ne aştî, ne şer’
Tevî ku fikarên aborî û jeopolîtîk rê li ber şerekî berfireh ê navbera Washington û Tehranê digirin, lêçûna herî giran a vê qonaxa “bêaştî û bêşer” dîsa li ser milê gelê ku di navbera ambargoyan û gefan de asê maye ye.
-

Du xwişkên Behayî piştî lêpirsînên giran bi kefalet hatin berdan
Mandana û Mahsa Sutude, du welatiyên Behayî yên li Şîrazê dijîn, piştî dayîna kefaleta 6 milyar tumenî ji Girtîgeha Adilabad hatin berdan, lê hîn jî derbarê sûcdariyên li ser wan de agahiyek zelal nayê zanîn.
-

Kovara Jinê: Rêgezên damezrîner ên aştî û hiqûqa azadiyê
Hejmara 176’an a Kovara Jinê bi berga ‘Rêgezên Damezrîner ên Aştî û Hiqûqa Azadiyê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Botan Hoşê: Xwendin ji bo hizr û pêşketinê weke nan û avê girîng e
Endama Rêveberiya giştî ya Meclîsa Wêjeyê, Botan Hoşê behsa girîngiya xwendinê kir û got ku bi çend gotinan mirov nikare behsa girîngiya xwendinê bike da zanîn ku çawa pêdivî ji bo jiyanê bi nan û avê heye wisa jî bi xwendinê heye.
-

Pêşengên tevgera jinan a Iraqê li Bexdayê hatin bîranîn
Komeleya Jinên Iraqî di panelekê de keda jinên pêşeng ên di qadên siyaset, hiqûq, huner û wêjeyê de şoreş kirine bi bîr anîn û banga berdewamkirina têkoşîna wekheviyê li nifşên nû kir.
-

Werîşe Muradî: Ez dadgehê nas nakim
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya ku ji aliyê Şaxa 15'an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatibû gazîkirin, diyar kir ku ew dadgehê rewa nabîne û beşdarî rûniştinê nabe.
-

Ewlehiya çalakvanên jin di metirsiyê de ye
Li girtîgehên Îranê çalakvan ji mafên tenduristiyê û dîtina malbatê tên bêparkirin; welatiyên 18 salî jî di nav de aqûbeta gelek girtiyan nayê zanîn.
-

Li Dîlokê bi navê ‘Jin Aştiyê Nîqaş Dikin’ panelek hat lidarxistin
Ji aliyê Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê ve bi sernavê ‘Jin Aştiyê Nîqaş Dikin’ panelek hate li dar xistin. Di panelê de hat destnîşankirin ku jin ne tenê temaşevan, kirdeya bingehîn ên pêvajoya aştiyê ne û hêviya jinan aştiyeke mayînde ye.
-

Di mehekî de li Îranê 109 kes hatin darvekirin
Li Îranê zêdebûna darvekirinan, qetilkirina kolber, zarokên Kurd û hemwelatiyên Belûc û redkirina radestkirina cenazeyan, careke din asta tepeserkirin û binpêkirinên mafên mirovan a li welat nîşan dide.
-

Rojnamevana Kurd a Êzidî Duzen Tekkal hêjayî xelatê hat dîtin
“Xelata Navneteweyî ya Zimanê Şîn” ku her sal li Elmayayê ji bo kesayetiyên wêrek tê dayîn, îsal ji rojnamevan û çalakvana Kurd a Êzidî Duzen Tekkal re hat dayîn.
-

Ji xizmên windayan banga hevpar: Divê kiryar bên darizandin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê li hev civiyan, xwestin aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin û kesên di cînayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane bê eşkerekirin û berpirsyar bên darizandin.