rojane
-
Dayikên Şemiyê: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
Dayikên Şemiyê di hefteya 1023’yemîn a çalakiya xwe de diyarkirin ku dest ji daxwaza edaletê bernadin û ji bo 3 jê zarok 8 kesên beriya 29 salan li Kerboranê hatin binçavkirin û piştî demekî dirêj hestiyên wan hatin dîtin daxwaza edaletê kirin.
-
Rojnamevan Jîna Muderîs hat girtin
Rojnamevan Jîna Muderîs ku ji ber xwepêşandanên şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hat girtin.
-
Xizmên Windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda hatin ba hev
ÎHD’ê û malbatên windakiriyan aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram, Yilmaz Gumuş û Hamît Temel ên di salên 1990’an de hatin windakirin pirsîn.
-
Li Iraqê meşa ji bo piştgiriya bi gelên Filistîn û Lubnanê re
Bi sedan Iraqiyên ku tevli mitînga girseyî bûn, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gelên Filistîn û Lubnanê.
-
‘Bi hatina Talîbanê re binpêkirinên mafê rojnamegeran zêde bû’
Navenda Nûçegihanên Efganî di daxuyaniya xwe de ragihand ku herî kêm 447 binpêkirina mafên rojnamevanan di desthilatdariya Talîbanê de hatine tomarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zextên heyî dê encamên xirab bi xwe re bîne.
-
Mia Sato: Li Îranê hê jî jin bi zexta hîcabê re rû bi rû ne
Raportora Taybet a Rewşa Mafên Mirovan a Îranê ya Neteweyên Yekbûyî Mia Sato ragihand ku piştî xwepêşandanên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ rewşa jinan li Îranê di aliyê mafên mirovan de xirabtir bûye.
-
Li Tunisê konferans: Pêwîstî bi hevgirtina jinan heye
Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê bi sernavê “Femînîst di berxwedanê de, femînîst di hevgirtinê de” konferansa xwe ya çardemîn li dar xist. Di konferansê jinan got: "Rewşa jinan li hemû welatan trajîk e û pêwîstî bi hevgirtinê heye.”
-
Di êrişên Îsrailê de zêdetirî 50 zarok hatin qetilkirin
Îsraîlê du êrişên cuda li Xezayê li dijî sivîlan pêk anî. Di van êrîşan de zêdetirî 50 zarok jî di nav de bi giştî 84 kes hatin qetil kirin.
-
Jinan ji Siwêdayê bang kirin: Em ê li qadan bin
Li bajarê Siwêda ya Sûriyeyê protestoyên ku bi daxwaza ‘îstîfakirina rejîmê’ û pêkanîna biryara 2254 a NY li qada Karama destpê kiribû didome. Jinan ji qadê banga ‘Heya daxwazê me pêk were em ê li qadan bin’ kirin.
-
Qedexeyek nû ya hevdîtinê dan Abdullah Ocalan
Ji mîmarê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê ragirtin re qedexeyek nû ya hevdîtina bi malbat û parêzerê wî re hate dayîn.
-
Pirekî di navbera Rojhilat û Rojava de: Kobanê
Berxwedana Kobanê di navbera Rojhilat û Rojava de têkiliyek kûr da avakirin û tevgerên şoreşger ên Rojhilat bandor kir. Jina ji Rojhilat a wê demê xebat meşandiye got: “Berxwedana Kobanê ji bo serî rakirina li hemberî fikrên baviksalar bû çirûsk.”
-
Bîra Hebîbeya biçûk bi barên giran hatiye dagirtin
Di şerê li Zîvala Xezayê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hebîba Hasûna ya 10 salî ji malbata xwe sê kes winda kirine, ji bo dengê bombeyan nebihîse bi şev ji bo ku bibe sibeh û roj derkeve, saniyeyan dihejmerê.
-
Rola Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê
Jinên Efganistanê dizanin ku Neteweyên Yekbûyî piştgirî nade gelê Efganistanê bi taybetî jinan û tenê bi amadekirina statîstîk û raporên ji bo bilindkirina helwesta xwe rewşa niha ya Efganistanê radigihîne.
-
Akademîsyen Nazan Ustundag: Kobanê bi berxwedanê cîhanek afirand
Akademîsyen Nazan Ustundag bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanê re ji ajansa me re axivî û bal kişand şoreşa ku bi berxwedanê pêş ket û got: "Kobanê ji bo jinan cihê ku wek ronahiya çavê xwe biparêzin e.”
-
Jinên ciwan ên Ermen: Em hêza xwe ji pergala neteweya demokratîk digrin
Jinên ciwan ên Ermen bal kişandin ku rêxistinbûna wan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bersivek ji planên dewleta Tirk a dagirker re ye û gotin: “Em ê bi rêxistinbûyîn û zanista jinan civaka xwe biparêzin.”
-
Jinên Efrînê: Bi êriş û komkujiyan dê nikaribin me qir bikin
Koçberên Efrînî yên jin ku li warê berxwedanê li Til Rifet dijîn bertekên xwe li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk anîn ziman û gotin: "Tu kes nikare bi êriş û komkujiyan berxwedana me biçewisîne û me qir bike."
-
Li Lubnanê zêdeyî 842 hezar kes ji cîhê xwe bûne
Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Jens Laerke diyar kir ku li Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê zêdetirî 842 hezar kes ji cîhên xwe bûne.
-
Li Şehbayê ji ber mayîna çeteyan ji malbatek 5 kesan birîndar bûn
Di saetên piştî nîvroj li gundê Til Qireh a Şehbayê di encama teqîna mayînek ya çeteyan de di nav de jin û zarok 5 kesan ji malbatek birîndar bûn.
-
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Li Kobanê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê, bi tevlibûna sedan şêniyên kantona Firatê şahiyek hat li darxistin.
-
‘Tecrîda li ser Abdullah Ocalan di asteke bi xeternak de ye’
Rapora Tirkiyeyê ya 2024’an a ku ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hatiye amadekirin hat weşandin. Di raporê de bal hat kişandin ser tecrîda li girtîgehan û hat destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye asteke xeternak.