rojane
-

Derhêner û montajvana Îranî Sepîde Abtahî hate binçavkirin
Derhêner û montajvana belgefîlmên Îranî Sepîde Abtahî, di encama serdegirtina Hêzên ewlehiyê ya li ser mala xwe de hate binçavkirin û hinek alavên wê yên elektronîkî hatin desteser kirin.
-

Wezareta Îstixbarata Îranê 44 dezgehên medyayê hedef nîşan da
Wezareta Îstixbarata Îranê, lîsteyekî ku ji dezgehên medyayê, çalakvan û rûpelên serhêl pêktê weşand û diyar kir ku hevkariya medyayê, propaganda an jî parvekirina agahiyan a bi kesên di lîsteyê de, rastî darizandin û cezayên edlî were.
-

Ji 160 rêxistinan daxuyaniya ji bo pêşnûmeya ku zarokatiyê tine dike
160 rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî pêşnûmeya qanûna nû ya li Parlamentoyê dan û hişyarî dan ku ev nêzîkatî dê garantiyên qanûnî yên zarokatiyê ji holê rake û rê li ber îstismara zarokan veke.
-

Ebola belav dibe sedem tenê tevgera niştecihan e yan jî xemsariya destwerdanê ye?
Bijîşkên Sînornenas (MSF), diyar kirin ku şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê bi lez belav dibe û banga mudaxaleya lezgîn kirin.
-

NY: Li Sûdanê qeyrana birçîbûnê kûrtir dibe
Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP), hişyarî da ku şerê berdewam ê li Sûdanê, kêmbûna fonên alîkariya mirovî û astengiyên di bazirganiya herêmî de qeyrana xurekê girantir dike.
-

Li Ceblêyê biryarek sosret li ser cil û bergên karmendên jin
Li Suriyeyê Saziya Masî û Avê ya li Ceblê sînor danîn ser kincên karmendên jin. Ev biryar bû sedema nîqaşên nû yên li ser rewşa azadiya kesane li Sûriyeyê.
-

Rejîma Îranê carek din ceza li Werîşe Muradî birî
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ji ber li dadgehê amade nebû, rejîma Îranê cezayê qedexeya pêwendiya telefon û hevdîtina li gel malbatê lê birî.
-

Astên nû yên şer: Ji Tengava Hurmizê heta benderên başûr 30 mirî û bi sedan birîndar
Bi destpêkirina pêla nû ya êrîşên Emerîkayê li ser başûrê Îranê re, Washingtonê ragihand ku ew ê operasyonên leşkerî berfireh bikin. Li gorî daneyên fermî di êrîşên dawî de 30 kes hatine kuştin û bi sedan kes birîndar bûne.
-

Li Şengalê konferansa bi nave Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk Destpê kir
Bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk bi şîara “Edaleta Veguhez Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” bi tevlîbûna 200 delegeyan destpê kir.
-

Tevî pêşketineke lawaz bi milyonan zarok hîn jî bê parastin in
Rapora nû ya WHO û UNICEF'ê nîşan dide ku tevî di sala 2025'an de rêjeya derziyên zarokan hinekî baş bûye jî, şerên berdewam, kêmkirina fînansmana navneteweyî û nexweşiyên vegirtî gefê li jiyana bi milyonan zarokan dixwin.
-

Li başûrê Kurdistanê li dijî zarokan şerê desthilatdariyê!
Li Başûrê Kurdistanê dewreyên havînê êdî ne ji bo fêrbûnê ne, bûne amûra îstîsmara siyasî. Di bin navê ol û exlaq de, şerekî kûr ê îdeolojîk tê meşandin, ev yek derûniya zarokan xirab dike û pêşeroja malbatê dixe xeterê.
-

Ji bo nûnertiya siyasî ya jinan bangawaziya çalakiyan hat kirin
Cîgira Hevserokên Meclîsa bajarê Til Temirê ragihand ku ji bo civakeke aram beşdariya jinan a di siyasetê de şert e û bang li jinan kir ku li dijî dûrxistina ji navendên biryarê dest bi çalakiyên protestoyî bikin.
-

‘Berxwederên 14’ê Tirmehê ronahiya rêya me ne’
Nobeta azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1090'an de ye. Koma 210’an bi silavkirina berxwederên 14’ê Tirmehê çalakî dewr girt.
-

Talîbanê pirtûkfiroşa ji Heratê Hatîra Camî binçav kir
Hate raghandin ku Hatîra Camî ya afirînera naveroka medyaya dîjîtal û firoşkara pirtûkên virtual ya li bajarê Heratê ya Efganistanê dijî, ji aliyê Talîbanê ve hatiye binçavkirin.
-

Çiyayên Zagrosê dişewitin sazî bêdeng in, dilxwaz bêçare ne
Li herêma Paveyê şewata ku du roj in berdewam dike ber bi qadên berfireh ve belav dibe; ji ber nebûna alavên dewletê, mudaxele tenê li ser milê tîmên dilxwaz maye.
-

Jinên Mexribî bi keda destan ber bi aboriya serbixwe ve diçin
Pêşangeha li bajarê Muhammediyê ji bo jinên hunermend bûye platforma hevgirtin, naskirin û parvekirina ezmûnan.
-

Parêzera Yemenî Nadiya El-Mehcerî hate revandin û gef lê hate xwarin
Revandina parêzer Nadiya El-Mehcerî ya ji aliyê Hûsiyan ve, bertekên tund ên parêzvanên mafên mirovan û bangên ji bo lêpirsîneke serbixwe li Yemenê zêde kirin.
-

Li Îranê sifreyên vala û nifşên di bin gefê de
Li Îranê enflasyona xurekê gihîşt sedî 115 û sifreya xwarinê ya malbatan her ku diçe biçûk dibe. Pispor hişyariyê didin ku ev qeyran êdî ne tenê aborî ye; bi birçîbûn û bêewlehiya xurekê rasterast gefê li tenduristiya jinên ducanî û paşeroja zarokan dike.
-

Ji ber beşdarbûna xwepêşandanan 5 sal cezayê girtîgehê li Şadî Şadman hat birîn
Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 5 sal cezayê girtîgehê da Şadî Xedîce Şadman. Ceza hefteya borî li Girtîgeha Evînê hat bicîhanîn.
-

Tulay Hatîmogullari: Çareserî bi çêkirina qanûna çarçoveyî û avêtina gavên pratîk pêkan e
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna Meclîsê de bal kişand ser Lûtkeya NATO’yê, polîtîkayên zextê û pêvajoya çareseriyê; wê destnîşan kir ku divê Tirkiye nebe parçeyek şer û bang kir ku qanûna çarçoveyî demildest bê derxistin.