7’emîn salvegera êrîşên li ser bajarê Efrînê hat şermezar kirin

Kombenda Efrîn ya Civakî li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 7’emîn salvegera êrîşên dewleta Tirk li ser bajarê Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Qamişlo- Dewleta Tirk di  20’ê Çileya 2018’an de dest bi dagkirina Efrînê kir.  Bi van êrîşan re li Efrînê sûcên pêk anî mirovan qetil kir, jinan revand, girt û bi deh hezaran mirovan ji axa wan neçarî koçberiyê kir. Di selvegera 7’emîn ya dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser bajarê Efrînê, kombenda Efrîn li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî bi tevlîbûna dehan koçberên Efrîn û Endamên komeleya Efrîn li pêşiya Çarxereya Nebî Hûrî ya bajarê Qamişlo hat xwendin.

‘Êrîşên dewleta Tirk bûn sedem bi hezaran koçber bibin’

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Kmobenda Efrîn Rule Mihemed ve hat xwendin wiha bû: ”Em weke koçberên Efrînê yê ku 7 salin di qonaxên zor û zehmet ên koçberiyê re derbas dibin  salvegera 7' emîn êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê, bi tundî şermezar dikin. Di  20’ê Çîleyê 2018’ an de dewleta Tirk û çeteyên wê  di bin navê, şaxê zeytûnê de operesyon dan dest pê kirin. Dewleta Tirk bi 72 balafirên şer herêma Efrînê dagir kir. Di êrîşên dewleta Tirk de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn lê belê li hemberî vê yekê jî 58 rojan gel û şervana berxwedaniyeke bê hempa meşandin. Lê bêbexitî û bêdengiya rêxistinin mirovî, li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk û komên girêdayî wê bû sedem ku bi sed hezaran Efrînî ji cih û warê xwe koçber bibin.

‘Gelê Efrîn berxwedaniya xwe derdewam kir’

Piştî dewleta Tirk efrîn dagirkir bi sed hezaran gelê Efrînê ber xwe dan kantona Şehbayê û li wir dibin kampan de berxwedan û hêviya vegera bajarê berdewam kirin. Lê bêbextîya cîhanê ya ku bû sedem ku dewleta Tirk hemû cûre çekên qedexekirî bi kar bîne û di encamê de herêma Efrînê dagir bike.   Gelê Efrînê bi darê zorê ji cihê xwe koçber bûn û li Şehbayê bi alîkariya Rêveberiya Xweser di bin kampan de bi cih bûn, ji 18'ê Adara 2018'an heya 2024'an gelê Efrînê li Şehbayê li dijî hemû cûre zehmetî û dorpêça rêjîma Şamê ya ketî û topbarana ku tu caran nedihat rawestîn jî li ber xwe dan, tevî ku ew hatibûn koçberkirin jî, rojane ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşan dihatin.” 

 ‘Bi hêviya vegera Efrîn in’

Lê vê yekê tu carî îsrara wan a berxwedana ji bo vegera Efrînê lawaz nedikir. Mixabin di pêvajoya ketina rêjîma Şamê ya dîktator de careke din  ji herêma Şehbayê jî koçber dibin û berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser ên bi ewle. Rêveberî jî bi hemû  derfetên xwe yên heyî alîkariya wan dike û wan bi cih dike. Em bang li hemû sazî û rêxistinên mirovî û dikin ku, ev welatiyên biyanî, li Efrînê bi cih bûne, vegerin cihê xwe û gelê Efrînê vegere cih û warê xwe. Em dîsa dûbare bi vîn û sekina gelê Efrînê bang li rêxistinên mafê mirovan navnetewî dikin ku,çavê xwe vekin û bi erkên xwe yên însanî rabin. Gelê Efrînê biryara vegera li ser xaka xwe  da ne, daxwaz û hêviyên me vegereke bi rûmet û aram li ser xaka me ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Efrîn jiyan nabe ,veger sond û biryara me ye” bi dawî bû.