6 rojnamevan hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê derbarê 6 rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin biryara girtinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Reyhan Hacioglû û Vedat Oruç di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin. Rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn ên li Stenbolê hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Îfadeyên rojnamevan Reyhan Hacioglû ku li Wanê û rojnameger Vedat Oruç ê li Mêrsînê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hatin girtin.

Dozger, bêyî îfadeyên rojnamevanan bigire bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Dadgeriyê, ji bo her 6 rojnamevanan jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da.

Nûçeyên rojnamevanan çêkirin û bernameyên nîqaşê weke hinceta girtinê hatin nîşandan. 

Rojnamevanan biryara girtinê bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin û bi dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” protesto kirin. Rojnameger û welatiyên li edliyeyê jî piştgirî dan rojnamegeran.