rojane
-

Ji 43 saziyan banga lezgîn: Darvekirinan rawestînin û piştgiriya greva birçîbûnê bikin
43 sazî û zêdetirî 300 çalakvanan bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên girtîgeha Qizil Hesarê ragihandin. Îmzekaran bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina jiyana girtiyan bi lez bikevin nav tevgerê.
-

Li Taftanê krîza avê: Heft roj in av li ser niştecihên Şahşûrê hatiye qutkirin
Li navçeya Taftan a parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, heft roj in ava vexwarinê ya niştecihên gundê Şahşûrê bi tevahî hatiye qutkirin. Tevî hemû bang û serlêdanan jî rayedarên herêmê li hemberî vê krîzê di nava germa havînê de bêdeng in.
-

‘Qanûna çarçoveyî dikarê bibe xala yekemîn a demokratîkbûnê’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku qanûna çarçoveyî ji bo çareseriyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
-

Weqfa Malala: Di têkoşîna li dijî cudakariya zayendî de geşedana hiqûqî
Rapora nû ya Weqfa Malala balê dikşîne ser geşedaneke hiqûqî ya navneteweyî; diyar dike ku hejmara welatên ku piştgiriyê didin cezakirina cudakariya zayendî wekî tawanek li dijî mirovahiyê gihîştiye 14’an.
-

Lêpirsîna Dêrsimê berfireh dibe: Di pêla duyem de 13 kes hatin girtin
Di doza Gulîstan Doku de îdiayên hov derketin holê: Waliyê berê Tuncay Sonel û kurê wî hatin girtin! Hat diyarkirin ku Tuncay Sonel di nav dewletê de çeteyek ava kiriye, guhdariya telefonan kiriye, delîl guhertine û gef li mirovan xwariye.
-

Ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê: Xirabbûna rewşa mirovî
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) diyar kir ku ji ber pevçûn, guherîna avhewayê û kêmbûna budçeyê, li gelek herêman qeyrana mirovî girantir dibe û bang li hemû aliyan kir ku qanûnên navneteweyî biparêzin.
-

Li Pêncwînê festîvala çandî û bazarê ji bo jinên karsaz derfetên nû ava dike
Li Başûrê Kurdistanê li navçeya Pêncwînê bi beşdariya gelek jinan û nûnerên sektorên cihêreng festîvalek çandî û bazarê hat vekirin. Di çalakiya ku dê sê rojan bidome de, hilberînên destan û karsaziya jinan derketin pêş.
-

Talîbanê kevneşopiyên dawet û nîşanan wekî ‘li dijî şerîetê’ îlan kir
Wezareta Hec û Karûbarên Olî ya Talîbanê bi nivîsek xutbeyê ragihand ku gelek reftar, cil û berg û kevneşopiyên di dawetan de, li dijî Şerîetê ne û kiryarên neqanûnî ne.
-

‘Divê sivîl nebin hedefên pevçûna DYE û Îranê’
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan a li Îranê, Maya Sato daxuyaniyek da û bal kişand ser encamên giran ên êrîşên di navbera DYE û Îranê de û ragihand ku di êrîşan de sivîl dibin hedef.
-

Li Rojhilat û Îranê di mehek de herî kêm 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di mehek de herî kêm 12 jin û du zarok hatin qetilkirin, sê jinên ciwan ên ji Loristanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û jinek jî hat darvekirin.
-

‘Li Başûrê Kurdistanê vegera jinên girtî a nava civakê gelekî zehmet e’
Li Başûrê Kurdistanê jinên ku dikevin girtîgehê, ji bilî şert û mercên giran ên zindanê, neçar dimînin bi zextên civakî, stîgmatîze û nediyariya paşeroja xwe re jî têbikoşin.
-

Laleş Bîçîmlî: Sekna herî rast a li dijî êrîşan yekîtiya neteweyî ye
Endama Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî der barê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de axivî û got: "Tekane çareseriya gelê Kurd yekîtî ye.”
-

Krîza aborî li Sûriyeyê civakê ber bi felaketê ve dibe
Krîza aborî ya kûr a li Sûriyeyê jiyana civakê xistiye nav rewşeke felaketê. Rêvebera Mala Jin a bajarê Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê Hedla Yûnis bal kişand ser bandora wêranker a krîza aborî ya li ser jinan.
-

Li Şengalê ji bo rêzeçalakiyên fermana 3’ê Tebaxê daxuyanî hat dayîn
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê û TAJÊ ji bo fermana 3’ê Tebaxê li Suka Serî ya navenda Şengalê daxuyanî hat dayîn. Ji hemû civaka Êzidî beşdariya çalakiyên bîranînê hate xwestin.
-

Mayar Sherîf di nava 8 lîstikvanên herî baş de cihê xwe girt
Lîstikvana tenîsê ya Misrî Mayar Sherîf, li Şampiyoniya Navneteweyî ya Hamburgê bi serkeftinek 2-0 li dijî Elsa Jacquemot derbasî çaryek fînalê bû û cihê xwe di nav 8 lîstikvanên herî baş de parast.
-

Li çalakvan û rojnamevan Şîfa Zarayî cezayê pereyan hat birîn
Çalakvana Kurd a ji Qesra Şîrînê Şîfa Zarayî ji ber parvekirinên rexneyî yên li ser hesabê xwe yê Instagramê bi 50’î milyon tumênî hat cezakirin.
-

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîşt qonaxeke krîtîk
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîşt merhaleyeke krîtîk. Trafîka siyasî ya li dora qanûna çarçoveyî û mekanîzmayên sepandinê lez girt. Tê payîn ku pêşnûme dê di 27’ê Tîrmehê de ji aliyê AKP’ê ve ji partiyên siyasî û raya giştî re were pêşkêş kirin.
-

Li Belûcistanê qirkirina xwezayê dibe sedema têkçûna ekosîstemê
Di navbera hişkesalî û qeyrana ekolojîk de, birîna darên kizwanan ên li Pîrsûran Şûrûya Belûcistanê xetereya erozyon û xizanbûna axê zêde dike. Gel daxwaza tedbîrên lezgîn dike.
-

Talîbanê ofîsa "Enstîtuya Lêkolînên Mafên Jin û Zarokan" kir hedef
Hêzên Talîbanê li Kabîlê biser ofîsa "Enstîtuya Lêkolînên Mafên Jin û Zarokan" de girtin û şeş karmend desteser kirin. Rêxistina Jinên Efganî bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir ku ji bo serbestberdana van karmendan bikevin tevgerê.
-

Cezayîr bi pêleke berfireh a agirê daristanan re rûbirû ye
Li gel ku pêla germahiyê ji 50’î pileyî derbas bûye û bayê xurt bandorê dike, li Cezayîrê agirê daristanan belav bûye. 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 150’î xaniyan zirar dîtin û nexweşxaneyek hat valakirin.