rojane
-

Li Xezayê di nava du rojan de 20 kes ji ber birçîbûnê jiyan xwe ji dest da
Li Xezayê di nava du rojan de 20 kes ji ber birçîbûnê jiyan xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan gihişt 88’an û 78 ji van zarok in.
-

NY: Li Suweydayê nêzî 93 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Neteweyên Yekbûyî, der barê êrîşên li dijî Suweydayê ya gelê Durzî lê dijîn de, raporek weşand. Danayên di raporê de, asta êrîşan radixe berçavan.
-

Hepsa malê ya Zahra Esfandiyarî bi dawî bû
Hepsa malê ya bi kelemçeya elektronîkî ya endama sendîkaya mamosteyan Zahra Esfandiyarî piştî du salan bi dawî bû.
-

Li Yemenê şewba sorik gef li jiyana zarokan dixwe
Li parêzgeha Dhamar ya Yemenê ya di bin kontrola Hûsiyan de, bi awayekî cidî şewba sorik tê jiyîn. Xizmetên tenduristiyê û bernameyên derzîlêdanê ya bingehîn di asta mezin de tûne dibe, jiyana bi sedan zarokan dikeve xeteriyê.
-

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 78’emîn de didome
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin di heftaya 78’an de didome.
-

Li ser pergala hevserokatiyê li Kobanê konferans hat lidarxistin
Rêxistina Kongra Star a kantona Firatê di konferansa ku derbarê wate, girîngî û pêkhatina sîstema hevserokatiyê de hat lidarxistin de balkişand ser girîngiya vê sîstemê.
-

Ji bo Durziyan bang kirin: Li hember êrîşan bêdeng nemînin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk û Yekîtiya Jinên Elewiyan ên Demokratîk bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember êrîşên HTŞ’ê yên li ser gelê Durzî li Sûriyeyê pêk tên bêdeng nemînin.
-

Amnesty: Êrîşa Îsraîlê li dijî Girtîgeha Evînê sûcê şer e
Rêxistina Efûya Navneteweyî êrîşa artêşa Îsraîlê ya di 23’ê Hezîranê de li dijî Girtîgeha Evîn a Tehranê wek ‘binpêkirinek cidî ya qanûna mirovî ya navneteweyî’ bi nav kir û ragihand ku divê êrîş wek ‘sûcê şer’ were lêkolînkirin.
-

Werîşe Muradî: Tekane çareserî xeta sêyemîn e
Werîşe Muradî ku girtiyek siyasî ya Kurd e û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, di nameya xwe ya dawî ya ji Zîndana Kerçakê şand de nêrînek rexneyî li ser şerê Îran-Îsraîlê kir û got: “Tekane rê, vegera bo hêza bingehîn a gel e.”
-

Atolyeya zagonî li Mexribê ji bo jinan riya kar vedike
Li Mexribê Komeleya El-Neda ya ji bo rehabîlîtasyona jinên di rewşên bi xeter de bi atolyeyek zagonî rewşa jinan a aborî nîqaş kir û hewl da riya kar ji wan re veke.
-

Nivîskara Îranî Rezîta Recaî hat girtin
Nivîskara Îranî Rezîta Recaî di çarçoveya lêpirsina ji aliyê dozgeriya Reşt ve hatiye destpêkirin de hat binçavkirin, tevî ku malbata wê pereyê kefaletê da jî, hat girtin.
-

‘Li ser bingeha Jineolojiyê em ê ronesansa xwe pêk bînin’
Jinên ku tevlî konferansa ronakbîrî ya Şengalê bûn anîn ziman ku konferansê, ji bo ku li ser bingeha Jineolojiyê ronesansa xwe pêk bînin lidar xistine.
-

Efganiyên li Îranê tên dersînorkirin
Rejîma Îranê Efganiyên ku ji ber zextên Talîbanê neçar mane welat biterikînin dersînor dike. Psîkolog û parêzvana mafên jinan Yelda Ahmed anî ziman ku zext, zilm li dijî koçberên Efganî tê kirin.
-

Ji Tevgera Dengê Jinên Efgan li dijî tundiyê kampanya
Tevgera Dengê Jinên Efgan, bi armanca têkoşîna li dijî tundiya bipergalî û yasayî ya di pêvajoya rejîma Talîbanê de tê jiyîn, kampanyayek bi navê “Rawestandina Tundiya Li Dijî Jinan” da destpêkirin.
-

Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatibû destpêkirin, du sal li pey xwe hişt. Çalakî bi dewirgirtina koma 143’emîn didome.
-

Husiyan li El-Beydayê mafên mirovan binpê dikin
Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, ragihand ku di navbera Çileya 2015 û Çileya 2025’an de 8 hezar û 186 bûyerên binpêkirinên mafên mirovan hatin tomar kirin.
-

‘Li Xezayê jiyana bi hezaran jinên ducanî di bin metirsiyê de ye’
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), di rapora xwe ya dawî de ragihand ku li Zîvala Xezayê nêzîkî 55 hezar jinên ducanî, ji ber şerê berdewam û dorpêça tê pêkanîn bi şert û mercên tenduristî û mirovî yên xirab re rû bi rû ne.
-

Jinên Abya Yala têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê panelek li darxist
Di salvegera Şoreşa Rojava de jinên Abya Yala têkildarî 19’ê Tîrmehê panelek onlîne lidar xistin.
-

Îsraîl Filistîniyên li benda alîkariyê bûn hedef girt
Rayedarên tenduristiyê yên xwecihî, ragihandin ku roja Yekşemê li Xezayê herî kêm 85 Filistîniyên hewl didan xwe bigihînin xurekê jiyana xwe ji dest dan.
-

Li Silêmanî pêşangeha şêwekarî
Bi mebesta teşwîqkirina hunerê, Rêxistina Fadiya ya Çand û Hunerê ji bo 50 hunermendên Kurd û Ereb ku 30 ji wan jinin, li bajarê Silêmaniyê şeşemîn pêşangeha hunerî vekir.