Zeyneb Ezîzî û hevjînê wê Sîrwan Emînî hatin girtin
Di girtîgehên rejîma Îranê de xof û guman zêde bûne. Rejîma Îranê şerê heyî ji bo girtiyên siyasî weke derfetek bikar tîne. Hate diyarkirin ku Zeyneb Ezîzî û Sîrwan Emînî ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û ber bi cihek ne diyar ve hatine veguhestin
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku ji aliyê medyayên mafên mirovan ve hatiye belavkirin, di 16 Esfendê de (7’ê Adarê) Zeyneb Ezîzî û Sîrwan Emînî ku bi xwe jî ji xelkê Sinê ne û li wir dijîn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û ber bi cihekê ne diyar ve hatine veguhestin.
Heta niha tu agahî li ser sedema girtina wan û tawanên ku li dijî her du Kurdan hatine danîn, tuneye.
Girtina van hemwelatiyan di demekê de çêbûye ku êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li dijî gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hîn jî didomin. Di rojên dawî de jî nûçe hatine belavkirin ku di hin zindanan de zirar çêbûye û her wiha di hin zindanan de rewşa acîl heye, ku ev yek bûye sedema zêdebûna xofê li ser rewşa zindanan.
Di şertên wiha de gelek komên mafên mirovan daxwaza azadkirina girtiyan dikin, bi taybetî girtiyên siyasî.