Hejmara sivîlên ku hatine kuştin gihîşt 1245 kesan

Ji destpêka şer heta dawiya roja 18’ ê Esfendê 1404, (9 Adar 2026) herî kêm 40 sivîl hatine kuştin û 8 sivîl birîndar bûne, bi vî awayî hejmarê kuştiyan gihîşt 1245 kesan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku ji aliyê HRANA ve hatiye weşandin, ji destpêka êrîşên hevpar ên Îsraîl û Amerîka li dijî Îranê heta niha, 1245 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora berhevkirî ya ku di 24 saetên dawî de hatiye weşandin, herî kêm 285 êrîş di nav 147 bûyeran de li 17 parêzgehên welêt hatine tomar kirin. Ev bûyer di 24 saetên dawî de bi giştî bûne sedema 61 ziyanên mirovî, ku di nav de kuştî û birîndarên leşkerî û sivîl hene.

Li gorî vê raporê, piraniya êrîş li ser bajarên Tehran û Isfahan hatine kirin û ji demên destpêkê heta dawiya roja 18’ê Esfendê 1404, ( 9 Adar 2026) herî kêm 40 sivîl hatine kuştin û 8 sivîl jî birîndar bûne.

Di raporê de jî tê gotin ku 11 mirinên din di encama van êrîşan de hatine tomar kirin, lê ne diyar e ku ew leşkerî an jî sivîl bûn.

Li gorî vê raporê, hejmarê sivîlên ku hatine kuştin ji Esfendê heta niha gihîştiye 1245 kesan, ku di nav de herî kêm 196 zarok hene.
327 kes jî hêja ne diyarin ka xelkên sivîlin an leşkerîn û 189 leşker jî hatine kuştin.