rojane
-

Tawîla piştî ketina El Faşêrê bû rawestgeha koçberiyê
Piştî ku El Faşêr ket bin destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn, li herêma nêzî wê Tawîlayê, trajediya mirovî zêde bû. Bi hezaran kesên ji cihên xwe bûne bê cih û xwarin dijîn. Jin û zarok rastî binpêkirinan tên.
-

Li Yemenê li dijî şîdeta dîjîtal kampanya hat destpêkirin
Li Yemenê ku salên dirêj e bi gelek qeyranan re têdikoşe, şîdta dîjîtal bi taybetî ji bo jin û zarokên keç mîna yek ji gefên herî xeternan e. Ev gef, ji ber binesaziya qanûnî ya qels, nebûna hişmendiya civakî û tirsa demxekirinaa mexdûran, zêdetir dibe.
-

TAJÊ: Tundiya li ser jinan qirkirina civakê ye
TAJÊ bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan qirkirina civakê ye’ starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê da û diyar kir ku ew ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têkoşînê bilind bikin û nehêlin careke din bi tu awayî fermanên nû werin jiyîn.
-

‘Temînata çareseriya krîza Sûriyeyê ne navendîbûn e’
Endama Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şêra Osê, tekez kir ku temînata çareserkirina krîza Sûriyeyê ne navendîbûn, bihevrebûna cudahiyan e û got ku temsîla jinan ji sedî 50 di warên biryardayînê de girîng e.
-

Bloggera Saida El-Alami li Mexribê di greva birçîbûnê de ye
Doza Saida El-Alamî, ku çend roj beriya rûniştina temyîzê li Girtîgeha Okasha dest bi greva birçîbûnê kir, nîqaşa li ser nebaşiya azadiya derbirînê û mekanîzmayên parastinê li Mexribê ji nû ve vejand.
-

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Di çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de dîroka tundiya li ser jinan û rêbazên têkoşînê hatin vegotin.
-

Siyasetmedar Bêrîvan Kutlu jiyana xwe ji dest da
Aktivîsta TJA'yê û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ya ku li nexweşxaneyeke Edeneyê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
-

Ji bo girtiyên jin çalakî
MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran daxuyanî da û xwestin ku her kes bibe dengê girtiyên jin.
-

Li Efganistanê jiyana bi milyonan mirov di xeteriyê de ye
NY, diyar kir ku ji ber kêmaniya fînansmanan li Efganistanê wê operasyonên alîkariya mirovî bi sekine û bi milyonan kesên bê parastin rû birûyî xeteriya xwarin, tenduristî û bê parbûna ji xizmeyên bingehîn in.
-

Di hilbijartinên Şîliyê de Jeannette Jara di tora yekem de bû yekem
Di tora yekem a hilbijartinên serokkomariyê ya Şîliyê de, tu namzet negihan dengên têrker. Namzeta Partiya Komunîst a Şîliyê Jeannette Jara, ji sedan 26,76’ê dengan girt û bi serket.
-

Li Sûdanê krîz kûr dibe: Li Bakurê Darfurê 11 sivîl mirin
Ajansên NY, diyar kir ku, li Sûdanê rewşa mirovî bi lez xirab dibe, pêwîstî zêde bûne û koçkirin her ku diçe zêde dibe. Di êrîşa li dijî bazarê de 11 sivîl mirin û xeteriya li ser jiyana sivîlan her ku diçe zêde dibe.
-

Peyama gelan zelal e: Yekane daxwaz azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Şêniyên Qamişlo bi pêşengtiya Însîyatîfa Gel bi meşekî girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Yekane daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, lewma em ê hertim di nava têkoşîn û berxwedanê bin.”
-

Dê ji bo Kurdî deklerasyon bê eşkerekirin
Sibê dê li Amedê bi beşdariya 750 sazî, dezgeh, partî, platform û gelek komeleyan ji bo statu û perwerdehiya bi zimanê Kurdî deklarasyonek bê eşkerekirin.
-

Li Îranê di bin çavdêriya dewletê de zarok tên bazarkirin!
Li pişt gotinên olî yên wekî "zewaca îslamî" û "Ax," keçên temenbiçûk wekî kelûpel têne pêşve xistin û li ser malperên hevdîtinê têne kirîn û firotin. Ev bazara veşartî tundiya li dijî zarokan di bin mohra "qanûna îslamî" de rewa dike.
-

Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncaw
Rêveberiya Tevgerê got, hêzên gerîla yên li Zapê bûn û rîska şer li ser wan hebû, bi 16'ê Mijdarê re vekişiyan qadên cuda û guncaw. Rêveberiyê diyar kir ku ew bawer dikin, ev gav wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li Tirkiyeyê bike.
-

Serpêhatiyên şer: ‘Li Xezayê yên mirin rizgarbûn û yên rizgarbûn jî mirin’
Ayah Ebû Nasr a di pirtûka xwe de balêdikşîne li ser çîrokên windabûn û rizgariyê, bi belgekirina dengê jinên Filistînî yên ku bi şer û koçberiyê re têdikoşin, nivîsandinê vediguherîne amûrekî berxwedanê ku hafizeyê diparêze û kûrahiya êş û hêviyê derdixe
-

Kongra Star li ser zayendparêziyê perwerde da mêran
Bi armamca guhertina hişmendiya zayendperest, di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star a bajarê Hesekê dewreya perwerdeya 3 rojan da 50 mêran.
-

Li Hamayê di encama teqînê de 2 zarok birîndar bûn
Li Hamayê di encama teqîna bombeya komik de 2 zarok birîndar bûn. Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku ji Kanûna 2024’an û vir ve 331 jê zarok û 22 jê jin bi giştî bi 757 kes ji ber bermahiyên şer birîndar bûne.
-

Li Lubnanê jinan tundiyê nîqaş kirin
Li Lubnanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê têkildarî tundî, sedem û encamên wê yên li ser civakê panelek hate li dar xistin.
-

Li peravên Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: Herî kêm 4 kes mirin
Li peravên Lîbyayê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Di keştiyê de herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dan.