Ji TJK-E pêngaveke nû: Bi Hêza ‘Jin Jiyan Azadî’ Dema Avakirina Civaka Komunal e

TJK-E’yê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi dirûşma ‘Bêyî Me Aştî Nabe’ konferansa jinan a navneteweyî li dar xist. Di konferansê de pêngava ‘Bi Hêza Jin Jiyan Azadî Dema Avakirina Civaka Komînal e’ da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di konferansa jinan a Navneteweyî ku li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat lidarxistin de, bi daxuyaniyekê pêngava “Bi Hêza Jin Jiyan Azadî Dema Avakirina Civaka Komunal e!” da destpêkirin. Armanca pêngavê xurtkirina rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî ya di qada civakî de ye.

Di daxuyaniyê de banga civakîkirina têkoşîna azadiya jinan, avakirina jiyana komunal û pêşxistina civaka demokratîk a bi pêşengiya jinan hat kirin.

Daxuyaniya ku bi Kurdî û Tirkî hat dayîn, ji aliyê Seda Can û Sîdar Aydin ve hat xwendin.

Bal kişand ser 4’ê Nîsanê

Di daxuyaniyê de 4’ê Nîsana rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de li Abdullah Ocalan, hemû Kurdan, şervanên azadiyê û aştîxwazan hat pîrozkirin.

Her wiha gelek caran dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hat berzkirin.