Kovara Nîsan bi dirûşma ‘Bi Xemla Nîsanê em ê jiyana komînal bihûnin’ derket
Hejmara 4’an a Kovara Nîsan bi dirûşma ‘Bi Xemla Nîsanê Em ê Jiyana Komînal Bihûnin’ gihîşt ber destên xwînerên xwe.
Şengal – Kovara bîrdozî, civakî û çandî ya Nîsan ku dengê jinên Êzidî ye sê mehan carek bi zimanê Kurdî û Erebî derdikeve, bi hejmara xwe ya 4’an bi dirûşma ‘Bi Xemla Nîsanê Em ê Jiyana Komînal Bihûnin’ derket.
Di vê hejmara çaremîn a Kovara Nîsanê ya meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de, ciheke taybet ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê û Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dayîn.
Nivîskarên beşa kurmancî di vê hejmarê de Akademiya jineolojî ya Şengalê, Nurê Alkûş, Arîn Cûdî, Amara Şengalî, Hêzda Arjîn, Sozê Qamişlo, Berfîn Şivan Emo, Xoxê Dexil, Edûl Şemo, Mamoste Lîza Feqîr, Mamoste Xalîde Brahîm û Dewrîm Alp in. Nivîskarên başa Erebî jî Riham Hesen û Amara Şengalî ne.
Dîsa di kovarê de meha Gulanê ku weke meha şehîdan tê binavkirin hatiye destgirtin. 15’ê Gulanê ku roja cejna zimanê Kurdî ye cihê xwe di kovarê de girtiye. Di hejmara nû ya kovara Nîsanê de beşek ji nameyên Zîlan û Sema Yuce ku di meha Hezîranê de şehîd ketine hatine amadekirin.
Kovarê di hejmara vê carê de di beşa Ramanên Azad de cih daye nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi navê ‘Demokrasiya Komînal li ser Bingeha Azadiya Jinê Dibe.’ Rêberê Gelê Kurd Ocalan di vê nirxandina xwe de dibêje: “Komîn, şaneya kok a civaka demokratîk in. Heke şane saxlem nebe, beden jî saxlem nabe. Lewma komîn jiyanî ne. Xwezaya civakê komûnal e. Li ser bingeha komûnê teşe girtiye. Lewma îsrara di komunalîteyê de îsrara, di mirovbûyînê de ye. Wateya wê ewqas zelal e.”
Akademiya jineolojî ya Şengalê jî di beşa xwe de bi nivîsa ‘Rêhevalê Herî Baş ê Jinan’ li benda xwendinê ye.
Arîn Cûdî di beşa muzîkê de mijara ‘di hunerê de rola muzîkê çi ye’ girtiye dest.
Bi sernava ‘Şertê Jin Xwebûn e, Şertê Xwebûnê Azadî, Şertê Azadiyê Xweparastin e’ Amara Şengalî di beşa Star de nivîsiye.
Dîsa nirxandina Hêzda Arjîn a bi navê ‘Rojbûna Rêbertî Rojbûna me Hemûyan e’ ciyê xwe di vê hejmarê de girtiye.
Di beşa Stêrkên Welatên Rojê ku şehîdên jin ên Şengalê ne nivîsa ‘Canwelat bi xweşikbûna hunerê bû şervaneke xaka pîroz’ cih daye jiyana şehîd Canwelat Kados.
Her wekî din, di hejmara vê kovarê de ji Çîrokên Fermanê, kevneşopiya bazinbar û Hêviyên Êzidxanê di beşa zarokên Şengalê ne cih hatiye veqetandin. Dîsa li ser wate û girîngiya şaredariyê nivîseke taybet hatiye
nivîsandin.
Kovar kovara jinên Şengalê ye. Ger hûn jî dixwazin wan nas bikin hûn dikarin kovarê ji bilî Şengalê dîjîtal bixwînin. Hûn dikarin li ser malpera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xwe bigihînin kovara Nîsanê.