rojane
-

Jinên Êzidî: Jin bi hev re dikarin tundiyê rawestînin
TAJÊ li Tilezêra Şengalê li ser girîngiya 25’ê Mijdarê û têkoşîna jinan semîner da. Di semînerê de hat gotin ku tundiya li ser jinê li her derê cîhanê yek e ji ber vê yekê dive hemû jin hêza xwe bikin yek û bi hev re li dijî tundiyê têbikoşin.
-

Di Mihrîcana Nehal a li Tahranê de ferzkirina hîcabê
Di 21’yemîn Mihrîcana Kurte Fîlman a Nehal a li Tahran hatî li darxistin de, hunermendên jin ên li gorî quralê hîcabê tevnegeriyane dernexistin ser dikê. Xelat dibin dikê de hatin dayîn, hinek hunermend bi armanca protestoyê beşdarî merasîmê nebûn.
-

Jinên Efgan fuara Kabîlê veguherandin qadeke berxwedanê
Li Kabul a peytexta Efganistanê, bi beşdariya aktivîstên jin û hilberîer fuara ticarî ya jinên navnetewî hate vekirin. Jinan berhemên xwe pêşan dan û ji bo rola wan a aborî were dîtin qadek berfireh ji bo jinana hate veqetandin.
-

Panela jinan: Têkoşîna li dijî tundiyê û avakirina civakeke demokratîk
Li Hesekê bi pêşengiya Kongra Star panela “Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan û Avakirina Civakeke Demokratîk” hat lidarxistin.
-

Xizmên Windayan li aqûbeta jinên hatine qetilkirin pirsîn
Xizmên windayan li Amedê li aqûbeta jinên ku di cinayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin pirsin.
-

Li Cezayîrê jin li dijî tundiyê dest bi çalakiyan kirin
Jinên Cezayîrî dest bi "Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Bingeha Zayendiya Civakî" kirin.
-

Dayikên Şemiyê di hefteya 1078’emîn de hatin ba hev
Dayikên Şemiyê di hefteya 1078’emîn de ji bo Hayrettîn Eren ku aqûbeta wî 45 sal in nayê zanîn, li Qada Galatasarayê kom bûn.
-

Li başûrê Kordogan a Sûdanê 23 zarok ji birçîna mirin
Tora Bijîşkên Sûdanê, ragihand ku li bajarê Kadugî û Delinj ên girêdayî eyaleta başûrê Kordofanê, di nava mehekê de 23 zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest dane.
-

25 jin dê bi dengê xwe biçin parlementoya Iraqê
Tevî astengiyên civakî yên li pêşiya jinan a ji bo navendên biryardanê, siyaset û rêveberiyê ku wek erkê mêran tê dîtin, di dema şeşem a parlementoyê de 84 jin bi serketin û 25 jinan jî bi dengên xwe biserketin.
-

Abdullah Ocalan: Ji bo aştiya mayînde divê hiqûq ji nû ve were avakirin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê: Pêvajoya Çareseriyê û Perspektîfa Siberojê” re şand û got: “Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin.”
-

Şeymaya di êrişê de lingê xwe winda kir: Dixwazim bibim parêzer
Şeyma li Yemenê bi guleya topê lingê xwe winda kir, bandora şer a welat li ser zarokan radixwe ber çavan. Şeyma tevî hemû êşên dijî, dixwaze dema mezin bibe bibe parêzerek ku ji bo edaletê têbikoşe.
-

Influencera Lîbyayî Hansa Mucahîd hat qetilkirin
Influencera Lîbyayî Hansa Mucahîd, li herêma Sarac a rojavayê Trablusê di wesayîda xwe de, ji aliyê kesên nenas ve bi çekê hat kuştin. Saziyên Mafên Mirovan diyar kirin ku li welat êrîşên li dijî jinên aktivîst zêde bûye û xwestin lêpirsîn were vekirin.
-

Meclîsa jinan li Binarê Qendîlê bi awayekî xweser dixebite
Li Binarê Qendîl jin bi modela rêveberiya xweser xwe birêve dibin. Rêvebera meclîsa jinan a Binarê Qendîl Serwîn Celal got ku li Qendîlê tundiya dijî jinan gelek kêm e.”
-

Gelê Sûdanê daxwaza aştiyê dike
Sûdaniyên ku barê herî giran ê pevçûnan li ser milê wan e daxwaza aştiyê dikin. Analîsta Sûdanî Shetyaq Abdullah Mihemed Hesen dibêje ku pêwîst e ji dilovaniyê wêdetir biçin û ji bo çareseriyê nîqaşên cidî dest pê bikin.
-

Macîde Hesûn: Li Sûriyê tundiyeke metirsîdar tê meşandin
Seroka Desteya Jin ya kantona Firatê Macîde Hesûn a got “Rêjeya tundiyê li Sûriyê ketiye rewşeke xeternak”, jinên Sûriyê vexwendin têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê.
-

‘Li Xezayê zêdetirî 16 hezar û 500 nexweş li benda tehliyekirinê ne’
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bal kişand ser kêmasiya xizmetên tenduristiyê li Xezayê û diyar kir ku zêdetirî 16 hezar û 500 nexweşên Filistînî hewcedarê veguhastina bijîşkî ne.
-

Li dijî kuştina jinan li Afrîkaya Başûr 'Xwepêşandana Mor'
Afrîkaya Başûr xwedî rêjeyên herî bilind ên kuştina jinan li cîhanê ye. Komên femînîst li seranserê welêt ji bo tundiya li ser bingeha zayendî protesto bikin "Protestoyek Mor" a 15 deqeyî li dar dixin.
-

Li Şengalê têkildarî 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn
Di çarçoveya starta 25’ê Mijdarê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de li Şengalê Yekitiya Jinên Ciwanên Êzidî semînerek li ser tundiya li ser jin û tekoşîna jina li dar xistin.
-

Komîsyon dê biçe Îmraliyê
Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ya li Meclisa Tirkiyeyê hatibû avakirin, biryar girt ku biçe Girava Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.
-

‘Di salekê de herî kêm 192 binpêkirina mafê zarokan’
Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên zarokan aşkera kir. Li gorî raporê, di nava salekê de herî kêm 192 binpêkirinên mafan hatin kirin.