Roja 36’an a şer: Êrîşên hewayî didomin

Şerê li Îranê bi êrîşên hewayî yên li dijî hev didome, her diçe hejmara miriyan zêde dibe. Hat diyarkirin ku hevdîtinên tê diyarkirin di nava DYE û Îranê de didomin xitimîne û bi Tengava Hurmizê re rageşî didome.

Navenda Nûçeyan – Şerê li Rojhilata Navîn ket roja xwe ya 36’an. Êrîşên DYE û Îsraîlê li dijî Îranê didomin.

Li aliyekî êrîşên DYE û Îranê li dijî Îran û hêzên wekîl didome, li aliyê din jî Îran di serî de Îsraîl, baregehên leşkerî yên DYE’yê li welatên kendavê û navendên teknolojiya fînansî kir hedef.

Înternet ji 28’ê Sibatê ve hatiye qutkirin

Bajarê Rojhilat Awdanan şeva din bû hedefa êrîşên hewayî. Hat diyarkirin ku qutbûnên înternetê bi êrîşan re destpê kir û li Îranê şeva din di êrîşên li gelek herêmên Tebrîzê de kehrebe hat birîn.

NetBlock di rapora îro weşand de, diyar kir ku li Îranê ji 28’ê Sibata 2026’an ve heta niha xwegihandina înterneta giştî ya gerdûnî qut bûye û ev qutbûn 840 saet derbas kiriye ketiye roja 36’an.

Di raporê de hat diyarkirin ku vê qedexeyê welatiyan xistiye ‘karantînaya dîjîtal’ û tenê kesên hilbijartî, bi riya SÎM qertên spî dikarin xwe bigihînjîin înternetê. Ev sîm qert ji her kesê re vekirî nîn in.

Di raporê de hat diyarkirin ku piraniya bikarhênerên înterenê ji bo têkiliyê bi derveyî welat re daynin, serî li torên înterneta neteweyî yan jî VPN didin. Lê belê bikaranîna van amûran hem zor e hem jî metirsiyên hiqûqî di xwe de dihewîne.

Ji derveyî Tehranê, Kerec, Ahwaz, Kirman, Sican, Benderpol û Lamerd tevehiya şevê hatin hedefgirtin. Balafirên şer ên Îsraîl û DYE’yê, li van herêman, ji derveyî baregehên Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê û Besîcê, tesîsên laşkerî û gelek xalên stratejîk kirin hedef.

Bersiva êrîşên li dijî Îranê

Îranê jî li hemberî êrîşan, derdora Tel Avîva paytexta Îsraîlê kir hedefa êrîşên hewayî. Hat diyarkirin ku di êrîşê de parçeyên fuzeyan li çar xalên derdora Tel Avîvê ketine. Her wiha herêma Dîmona ya tesîsên nukleerê lê ne Îraîlê tavahî şevê êrîşên bersivdayînê domand.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi DYE’yê re li dijî xalên stratejîk ên Îranê pêla êrîşan daye destpêkirin

Îranê tevahiya şevê, êrîşên li dijî Kuwêt, Bahreyn, Yekîtiya Mîrektiyên Ereb, Erebistana Siûdî, Umman û Qeterê domiya. Li Kuwêtê, li rafîneriya petrolê ya li Peravê El-Ahmedî di encama êrîşên ÎHA’yan de şewat derket. Her wiha Wezareta Av û Hehrebeya Kuwêtê diyar kir ku di tesîsa palandina avê û enerjiyê de xisara madî çêbûye. Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê îdia kir ku navendeke komkirina ewr a aydî şîrketa Amazor a li Behreynê îmha kirine.

Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê diyar kir ku li ser Grava Keş a li Tengava Hurmizê, balafireke DYE’yê xistine xwarê.

CENRCOM’ê, ev îdia derewand, ragihand ku windahiyek wiha çênebûye. Her wiha ragihand ku di çarçoveya êrîşên 28’ê Sibatê ku navê ‘Operasyona Epic Fury’ lê kirine de, li Îranê zêdeyî 13 hezar êrîşên hewayî pêk anîne, di encama vê de zêdeyî 12 hezar û 300 tesîsên leşkerî hatine hedefgirtin û 155 keştiyên Îranê îmha kirine yan jî xisar dîtine.

Rojnameya Hayom ku li Îsraîlê weşanê dike, îdia kir ku hevdîtinên DYE û Îranê xetimîne û ji Îsraîlê re hatiye gotin.

Hêzên Hewayê yên Îsraîlê, ragihand ku ji sedî 70’ê kapasîteya hilberîna hesin a Îranê tune kirine, ev li dijî qabîlyeta hilberîna çekan a Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê derbeyek mezin e.

Êrîşên Artêşa Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê didomin. Şevê din Îsraîlê, du pirên stratejîk ên girîng ku li ser Deryaya Lîtanî ya herêmên navenda başûr ên Lubnanê bi hev ve girê didin kir hedef. Hêzên hewayî yên Îsraîlê, li dijî Beyrûdê êrîşên hewayî pêk anî. Hat diyarkirin ku di êrîşan de herî kêm kesek jiyana xwe ji dest daye.

Li Lubnanê hejmara miriyan zêde dibe

Di êrîşên li dijî cihên bicihbûnê yên wek Tibnin, Sultaniye û Kfardinîn ên başûrê Lubanê de hejmara miriyan zêde dibe. Li gorî raporên dawî, hejmara kesên di êrîşên li gelemperî Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane bûye 345, hejmara birîndaran jî bûye 4 hezar.

Hat ragihandin ku li Yemenê, Hûsiyan, ‘herêmên leşkerî yên hesas’ ên li başûrê Îsraîlê kirine hedef û rêzeêrîşên fuzeyên balistîk pêk anîne.

HRANA: Ji destpêka şer ve nêzî 2 hezar kes mirine

HRANA’yê ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 13 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 206 êrîş pêk hatine, 31 baregehên leşkerî, baregehên Hêzên Mihafizên

Şoreşê, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûne hedef.

Li gorî rapora HRANA’yê di encama êrîşên DYE û Îsraîlê yên 24 saetên borî de herî zêde bajarên wek Tehran, Xozistan, Elbûrz, Buşehr, Esfehan û Tebrîz hatine hedefgirtin.

HRANA’yê ragihand ku di êrîşan de saziyên xizmetê, cihên niştecihbûna welatiyan hatine hedefgirtin. Ji bilî wan şîrketên dermanan ên li parêzgeha Tehranê, havîngeha Înalî ya li parêzgeha Tebrîzê, rawestgeha keştiyên geştiyarî li bendera Çarkê ya girêdayî parêzgeha Hurmuzganê, kargeha alîkariyê li parêzgeha Şîrazê bûne hedef. Her wiha zanîngeha Şehîd Beheştî ya li parêzgeha Tehranê, kêlgeha mirîşkan li bajarokê Behbehan ê ser bi parêzgeha Xozistanê û tunela riya Qeretepe ya li devera Miyane ya ser bi parêzgeha Sineyê jî bûne hedef.

Her wiha hat ragihandin ku ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-DYE’yê ve heta duh, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hezar û 607 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 244 ji wan zarok in.