Xizmên windayan rûxmê astengiya polîsan jî aqûbeta windayan pirsîn

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan rûxmê astengiya polîsan jî, aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ku di 25’ê Çileya 2021’an de hatibûn windakirin hate pirsîn.

Amed- Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Amedê ji bo pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê ya Amedê çalakî li dar xist. Di hefteya 885’emîn a çalakiyê de Xizmên Windakiriyan, endam û rêveberên ÎHD’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.

Polîsan bi hinceta biryara “qedexekirina çalakî, meş û daxuyanî” ya ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye dayin, xwestin çalakiyê asteng bikin. Lê tevî vê yekê jî çalakî di dorpêça polîsan de hate lidarxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Serokê HADEP’a Silopiya ya Şirnexê Serdar Taniş û rêveberê HADEP’a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz ku di 25’ê Çileya 2021’an de hatibûn windakirin hate pirsîn.

‘Li Rojava mafê mirovan tê binpêkirin’ 

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz di daxuyaniyê de bertek nîşanî astengiya polîsan da û anî ziman ku êrişên li ser Rojava li dijî mirovahiyê ne. Firat Akdenîz, da zanîn ku bi wan êrişan mafên mirovan tên binpêkirin û got: “Yên ku duh behsa biratiya hezar salan dikirin, îro ji zilma ku li ser Kurdan tê kirin, li çepikan didin. Em wan êrişan şermezar dikin.”

Serpêhatiya Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş

Rêvebera ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî metna daxuyaniyê xwend û serpêhatiya Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş vegot. Berfîn Elçiyê got: “Serdar Taniş ê 25 salî û hevalên xwe li Silopiyayê dest bi xebatên vekirina rêxistina HADEP’ê dikirin. Fermandarê Cendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz gef li her du siyasetmedaran xwar û zextên giran li gelê Silopiyayê dikir. Tevî hemû zext û zordariyan jî di 3’yê Çileya 2001’ê de rêxistina HADEP’ê hate vekirin û Serdar Taniş bû Serokê rêxistina navçeyê. Di 25’ê Çileya 2001’ê de Fermendariya Cendirmeyan a Silopiyayê li Serdar Taniş digere û jê dixwazin ku biçe Fermandariya Cendirmeyan. Serdar Taniş, bi rêveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz re diçe Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê û pişt re ji wan tu agahî nayên girtin. Li ser vê yekê malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê der barê kuştina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz de biryar da ku dewleta Tirk berpirsiyar e.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, ji bo bîranîna Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş û hemû windakiriyan di bin dorpêça polîsan de deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.