Kongra Star a bajarê Tirbespiyê: Her keziyeke jinan sembola serkeftin û azadiyê ye

Kongra Star a bajarê Tirbespiyê, li dijî sûcê birîna keziya şervaneke Kurd, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de sûcê li Reqayê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Her keziyeke jinan sembola serkeftin û azadiyê ye.”

Qamişlo- Kongra Star a bajarê Tirbespiyê, li dijî sûcê çeteyekî rêveberiya demkî ku keziya şervaneke Kurd jêkiribû daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Kongra Star bi beşdarbûna jinên endamên saziyên civaka sivîl, ji aliyê endama Kongra Star Hediya Şemo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew hovîtiya rêveberiya demkî ya li hemberî jêkirina keziya şehîdeke Kurd şermezar dikin û hat gotin ku her keziyeke wan sembola berxwedanê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, hat gotin ku dîrok xwe dubare dike, ji Şengalê heta Rojava li dijî şervanên jin ên azadiyê bêhurmetî tê kirin lê divê baş bizanibin ku keziyên şervanan nîşaneya serkeftinê ne, ew ê bi keziyên xwe dawiya çeteyan bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku wan keziyek jêkiriye, li şûna wê bi hezaran kezî hatine hûnandin û dê ev kezî mîna şahidiyên zindî yên îradeya azadî û serkeftinê bimîne.