Li Efganistanê 2,2 milyon zarokên keç ji perwerdeyê bêpar in

UNESCO û UNICEF’ê, ragihandin ku li Efganistanê ji ber qedexekirina perwerdeya ji pola 6’emîn û şûnve, 2,2 milyon zarokên keç ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar in û gotin perwerde mafekî bingehîn ê mirovan e.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Fona Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bi boneya Roja Perwerdehiyê ya Cîhanê daxuyaniyek hevper weşandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku niha li Efganistanê ji ber qedexekirina perwerdeya ji pola 6’emîn û şûnde, 2,2 milyon zarokên keç ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar in.

Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku divê tu zarokên keç an jî kur di tu astê de ji perwerdeyê bêpar nemînin.

UNESCO û UNICEF’ê, diyar kirin ku perwerde mafekî bingehîn ê mirovan e û ji bo her zarok û ciwan bingeha aştî, rûmet û derfetan e û ji bo parastina mafê perwerdeyê li Efganistanê banga tedbîrên lezgîn kirin.

Rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, diyar kirin ku Efganistan li cîhanê yekane welatê ku perwerdeya navîn û bilind ji bo zarok û jinan bi tevahî qedexe dike û destnîşan kirin ku ev yek bi giranî gef li pêşeroja zarokên keç û pêşketina welat dixwe.

Berpirsa UNESCO’yê ya Efganistanê Sue Hyun Kîm, der barê bêparkirina zarokên keç ji perwerdeyê de wiha got: "Dema ku gihandina zarokên keç ji bo perwerdeyê bê astengkirin, bedela vê yekê neteweyek dide. Divê li Efganistanê derfetên perwerdeyê werin dayîn û piştgirî ji mamosteyên jin re were dayîn.”