Şervanên Jin ên Ermen: Êrîşên li dijî Kurdan berdewama feraseta qirkirinê ye

Şervanên jin ên Ermen, diyar kirin feraseta ku li dijî Ermeniyan qirkirin pêk anî, îro êrîşê li dijî gelê Kurd dike û destnîşan kirin ku ew bi yekîtiyek xurt, îradeyek mezin û biryardariyek hevpar a parastinê li dijî êrîşan bisekinin.

Hesekê- Bi zêdebûna êrîşên li dijî herêmên Rojava re, cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam li dijî gelê Kurd kiryarên "sûcên li dijî mirovahiyê" pêk tînin. Di vê pêvajoyê de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) mîna hêzek li eniya pêş a parastina gelê herêmê derdikeve pêş û li dijî van êrîşan biryardariya xwe ya parastina destkeftiyên jin û gel nîşan didin.

Di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam a bi taybetî li dijî gel û jinên Kurd, şervanên jin ên Ermen ji ajansa me re diyar kirin ku ev komên cîhadîst xwedî heman zihniyeta ku li dijî civaka Ermenî qirkirinê pêk anî ye û guhertina navan zihniyeta êrîşkar naguherîne.

‘Em ê bi awayekî biryardarî parastina ax û gelê xwe bikin’

Fermandara Ermen a "Tabûra Şehîd Medya Kasabyan" a di bin sîwana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de Tamar Sarkîs, diyar kir ku armanca hebûna wan a li bajarê Hesekê ew e ku di vê pêvajoya ku gelê Kurd bi awayekî pergalî tê hedefgirtin de, parastina destkeftiyên gel û jinên herêmê bikin.

Tamar Sarkîs, fikarên xwe yên li dijî êrîş û komkujiyên ku gelê Kurd rastî tên anî ziman û wiha axivî: “Êrîşên li dijî gelê Kurd qirkirin e. Zîhniyeta ku êrîşê Ermeniyan kir û hewil da tune bike, îro hebûna gelê Kurd hedef digre. Em van êrîşan red dikin û em ê bi awayekî biryardarî parastina ax û gelê xwe bikin.”
Tamar Sarkis, diyar kir ku êrîşên li ser bajarê Hesekê ji gelek eniyan ve tên kirin, lê bi saya berxwedan û hevgirtina hevpar a gelan, ev êrîş tên pûçkirin û wiha got: “Em bi awayekî yekgirtî li dijî êrîşan disekinîn û gel û axa xwe diparêzin. Emê destûr nedin ku leşkerên bipere bikevin axên me.”

‘Em ê berxwedana xwe bidomînin’

Tamar Sarkis, soz da ku ewê Hesekê û hemû herêmên di bin êrîşê de biparêzin û şehîdên ku di berdêla jiyana hevpar û azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr anî û got: "Em ê li ber xwe bidin û em ê berxwedana xwe bidomînin; wê berxwedan dê heta nefesa me ya dawî bidome.”

Tamar Sarkis, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrîşên ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê hedef digirin bibin yek û hevgirtinê nîşan bidin û destnîşan kir ku hedef ne tenê Kurd in, gelê Durzî, Êzîdî û hemû pêkhateyên welat in û wiha domand: “Divê gel yekgirtî be. Ev hêzên cîhadîst bi dirûşmeyên 'Allahu Ekber' komkujiyan pêk tînin û em jî bi wijdanê xwe tevdigerin, gelan azad dikin û xwe diparêzin.”

‘Em hêza xwe ji gelê xwe digirin’

Sineriş Serêkaniyê ya ji heman tabûrê, da zanîn ku şervanên jin ên Kurd û Ermen ji bo parastina welatê xwe li eniyên pêş mil bi mil şer dikin û çawa ku di komkujiyên li dijî Ermenan de têkoşiyan, wê îro li dijî sûcên gelê Kurd jî têbikoşin. Sineriş Serêkaniyê, biryardariya xwe ya parastina Hesekê û berdewamiya berxwedanê ya li dijî êrîşan dubare kir û wiha axivî: "Dijmin nikare îradeya me bişkîne. Em bi yekîtiya xwe re xurttir dibin, em hêza xwe ji gelê xwe digirin û em bi moralek bilind li eniyên pêş şer dikin."

‘Kezî sembola serkeftinê ye’

Ji heman tabûrê Hasmîk Arak jî, da zanîn ku êrîşên li ser Rojava bi erêkirina hêzên navneteweyî tên kirin û dewleta Tirk û DAIŞ’ê li pişt van êrîşan cih digrin. Hasmîk Arak, destnîşan kir tevî ku ev rastî eşkere ne jî, êrîş didomin.

Hasmîk Arak, wiha got: “Li Reqayê çeteyek şervaneke jin a Kurd qetil kir û keziya wê biriye. Lê pêkanînên bi vî awayî şervanên jin natirsîne. Ewê bi hezaran şervanên jin ên Kurd û Ereb, keziyên xwe mîna sembola serkeftin û yekîtiyê bihûnîn.”