Hejmara zarokên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bû 5

Li Kobanê ya dorpêçkirî hejmara zarokên ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan bû 5 kes.

Navenda Nûçeyan- Êrişên HTŞ-DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Ji 15’ê Çileyê heta niha av, ceyran û înterneta bajarê Kobanê hatiye birîn û rêyên ber bi bajar ve diçin jî hatine girtin. Li bajêr her wiha pirsgirêka sotemeniyê tê jiyîn û hejmara zarokên ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an. 

Heyva Sor a Kurd, bi daxuyaniyekê got: “Mirina her 5 zarokan berpirsyartiya stûyê civaka navneteweyî ye. Rêyan vekin, em bi hev re jiyana zarokên din rizgar bikin.”