WHO ji bo Suriyeyê hişyarî da
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Adhanom Ghebreyesus, di daxuyaniya xwe de ragihand ku "Nêzîkî 16 milyon kes li seranserê Sûriyeyê pêwîstiya wan bi piştgiriya tenduristiyê ya mirovî ya lezgîn heye."

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Adhanom Ghebreyesus, li ser hesabê xwe yê medayaya dijital têkildarî krîza ku li Suriyeyê tê jiyankirin parvekirinan kir.
Di parvekirinê de hat gotin ku, "Nêzîkî 16 milyon kes li seranserê Sûriyeyê pêwîstiya wan bi piştgiriya tenduristiyê ya mirovî ya lezgîn heye," û hat destnîşankirin ku bi saya beşdariya 3 milyon dolarî ji Fona Bersivdayîna Awarte ya Navendî ya NY (CERF), WHO xizmetên tenduristiyê yên jiyanrizgarker ji bo zêdetirî 500 hezar kesan berfireh kiriye û xizmetên bijîşkî yên bingehîn peyda kiriye.
Di parvekirinê de hat destnîşankirin ku ji bo kesên ku ji ber koçberiyê bi giranî bandor bûne hewl tên dayîn û hat gotin, "Lêbelê, gelek bêtir tişt hewce ne. Em bang li bexşvanan dikin ku piştgiriya xwe zêde bikin ji ber ku jiyana mirovan bivê ve girêdayî ye."