Hozan Mizgîn Li Mexmûrê hat bibîr anîn
Li wargeha penaberan a Mexmûrê hunermend û şoreşger Hozan Mizgîn di 33’mîn salvegera xwe de hat bibîranîn.

Mexmûr – Di bin pêşengtiya TEV-ÇAND û Stêra Zêrîn de li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) di 33’mîn salvegera xwe de hat bibîranîn.
Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê endama Rêveberiya TEV-ÇAND a Mexmûrê Helena Babat axivî.
Helena Babat destpêkê di şexsê hunermend Hozan Mizgîn de tevayî cangoriyên çand û hunerê bibîranî û ev tişt anî ziman: “Rêber Apo hertim dibêje, ‘min şoreşa xwe bi hunerê daye destpêkirin, şoreşa me şoreşek hunerî ye. Ger ez hunermendbûma minê jiyana gelê Kurd kiriba senfonî’. Bi van gotinên Rêbertî jî mirov dikare bizanibe ku huner çiqas ji bo me gelê Kurd girînge. Şehîd Mizgîn jî di aliyê şoreşgerbûna xwe de, dinava hunerê de berxwedana ku dayî nîşakirin ji bo gelê Kurd û hemu gelên bindest girîngiya hunerê da nîşakirin.”
‘Hemu destkeftiyên me bi saya şehîdan hatine bidestxistin’
Helena Babat wiha berdewam kir: “Niha li wargehê ev çend salin em zarokên xwe perwerde dikin, ev hemu bi saya şehîdane. Ev hemu xeyalên wan şehîdanin ku em niha di çand û huner û Stêra Zêrîn de xebat didin meşandin. Herwiha bi banga aştî ya Rêber Apo jî em ketin pêvajoyek nû. Heta ku em bikarin emê li pey wê bangê bin û şopdarê şehîdan bin.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyana hunermend Hozan Mizgîn hatî amedekirin, hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê endamên Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND Mexmûr stran gotin û bîranîn bi dawî bû.